Û sibe, gelo dora monarşîyan e ku bikevin tehlûkeyê?

Şorişên ereb
Translator

Li Tûnis, Misir, Lîbya û Yemenê derbasbûneka demokratîk a kaotîk dest pê kirîye; li Sûrîyeyê bi xwe şer dijwar dibe. Protestoyên li dij monarşîyan bi awayekî ku kêm haya merivan jê çêbibe kokdar dibe, çi li Urdin, çi li Fasê û çi jî li welatên Kendavê.

Bihara erebî bûyerek nîne, ew pêvajoyek e. Li gorî welatên herî li pêş di rêya azadbûna sîyasî de, pirsa herî girîng ev e: gelo demokrasî dikare were sazûmankirin? Tevî ku bipêşketina demokratîk hîn lawaz e û têkilîyên di navbera civak û dewletan de yên pevçûnê û şer in, bersiva vê pirsê erêyeka bi tedbîr hatîye gotin e. Lewra li hin welatên eleqedar sazîyên demokratîk tên bicihkirin. Herçî pirsa, gelo ev pêvajoya reform û guhertinê dikare hîn zêdetir belav bibe û bigihe welatên din yê Rohilatê Nêzîk, girêdayî gelek faktoran e – alozîyên olî, seferberbûnên sîyasî, kapasîteya adaptasyonê ya rejîmên desthilatdar û berjewendîyên jeopolîtîk.

 

Bakurê Afrîkayê xwedîyê siberoja herî zêde hêvîyê dide merivî ye. Bisazîkirina demokrasîyê tê maneya jîyaneka sîyasî ya eyarkirî li gorî sê tiştên bingeha dewletê pêk tînin, ango hilbijartin, parlemento û Destûra Bingehîn. Wexta ew her sê xurt û dewamî ne, komên radîkal, hêzên muhafezekar û piranî têsir li hikûmetan nakin û îhtîmala vegera li sîstemên otorîter yên berê tune ye. Demokrasîyên ku meriv rêzê ji wan re digire ew in ku di wan de partîyên rikber bi dorê dibin desthilatdar.

 

Li Fas, Lîbya û Misirê, vê pêvajoya bisazîkirinê dest pê kirîye, rêya têde ye her çend bêîstîqrar be jî. (1) Hersê welat hilbijartinên ku tevlîbûna gelek partîyên rikber misoger dikirin li dar xistin. Di dema rejîmên berê de meriv nikarîbû vê yekê xeyal jî bike. Li Fasê Meclîsa Avaker ya hilbijartî niha amadekirina destûra bingehîn diqedîne. Krîz dualî ye, li alîyekî pasîfbûna hikûmetê li hemberî şîdeta selefîst (piştî erîşa li dijî sefareta amerîkî li Tûnisê rawestîya) û li alîyê din jî dereng mayîna wê di pêkanîna reformên aborî de, nexasim li herêmên herî xizan. Tevî van alozîyan û pevçûnên ku berjewendîyên sîyasî yên cihê tînin dijber hev, ji xeynî hindikayîyeka biçûk tukes qanûnên sîstema demokratîk naxe ber lêpirsînê. Li Lîbyayê rewş ne wisa ye, hêza komên çekdar sîstema sîyasî ya di encama jihevdeketina rejîma Muemer Qedafî de avakirî lawaz dikin. (2)

 

Li Misirê, namzetê Birayên Misilman Mohammed Morsi di hilbijartinên giştî de bi ser ket. Ji destpêka wezîfeya xwe ve, bi ji wezîfeyê girtina general Husseyn Tantawî, serokdewletê nû otorîteya hêza sîvîl li ser arteşê nîşan dida. Ev gava nû ber bi tarîfkirineka nû ya têkîlîyên di navbera otorîteya sîvîl û arteşê de qutbûneka bi dîroka dirêj ya leşkerî ya mekanîzmaya dewletê pêk tîne.

 

Di van rejîmên demî yên guhertina sîyasî de, piranîya aktorên sîyasî – bêguman ji xeynî hin komên radîkal ên wekî selefîstan yan jî yên wekî xeyalperestên otokrasîya dema bihurî – xwe li gorî rewşa nû eyar kirin. Ev guhertin nayê maneya ku divê demokrasîyên di rêya bisazîbûnê de lîberal bin. Demokrasîyên bihara erebî bi armanca şibandina civakên xwe bi fikrên rojavayî şoriş pêk neanîn – Li gorî fikrên rojavayî, divê li cîhana erebî, wekhevîya cinsî, rakirina sansûra li ser hilberînên "bêexlaq" wekî pornografîyê, li ser azadîya xweîfadekirin û li ser heqareta li dîn û Xwedê pêk werin. Ji ber ku lîberalîzm îdeolojîyeka sîyasî ye ku mafên şexsî pîroz dibîne,  lîberalîzma sîyasî bi tenê di demeka derengtir ya avakirina demokratîk de dikare derkeve holê. Îhtîmal pir kêm e ku di encama pêvajoya heyî de, ya têde pêvçûnên di navbera laîk û muhafezekarên oldar de diqewimin, rewşeka di asta "rojavayî" de pêk were, îhtîmala gihîştina lihevkirineka li ser nirxan jî kêm e.

 

Ji  bo van welatên di pêvajoyeka demî ya guhertinê de, ya herî li pêş, ne têkoşîna îdeolojîk e lê belê misogerkirina îstîqrara sazîyan e. Bicihkirina demokrasîyê nayê maneya tevlîbûna her welatîyekî û her partîyeka di nava îdeolojîyeka hevpar de; lê belê tê maneya ku divê prosedurên demokratîk veguherin qanûnên daîmî yên sîstemê. Heta ku îslamîst jî fêr dibin ku hilbijartinek bi tenê bi rêya sloganan nayê têkbirin. Wekî her hikûmeta bi awayekî demokratîk hatî hilbijartin, divê ew bi biryarên sîyasî bersiva hêvîyên kesên dengê xwe dan, bidin û ne bi sozên vala yên refah û ortodoksîyê.

 

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li Ewropayê jî, çîna sîyasî û çapemenî matmayî man li hemberî serketina partîyên îslamî yên wekî En Nahdhayê li Fasê û wekî Birayên Misilman li Misirê di şorişekê de ku têde rola wan piçûk bû. Lê belê çend faktor hene yên ku destûrê didin ku tirsa ji belavbûneka girseyî ya îslamê were aştkirin.

 

Berîya her tiştî, çavdêrên rojavayî pirî caran ji bîr dikin ku îslamîst di mijara fêmkirina nivîsên pîroz yên eleqedarî qada gelemperîyê de, ne xwedî yekdestdarîyeka sembolîk in. Li Misirê, sazîyên dîrokî yên wekî zanîngeha El-Ezherê û tevgerên olî yên wekî Sofîyan, li gorî fikrên îslamîstan, têkîlîya di navbera ol û sîyasetê de bi awayekî gelekî cihê dibînin. Di nava tevgera fireh ya îslama sîyasî de, di mijarên civakî yan jî olî yên girîng de, carinan lihevnekirinên pir tundrew pêk tên, pêlên fikrên cihê li dijberî hev radibin, wekî nimûne Birayên Misilman û Selefîstên partîya El Nûr. Bi gotineka din meriv dikare bibêje, azadîya heyî ji bo fêmkirina Quranê astengîyekê pêk tîne, kesên ku li gorî berjewendîyên xwe yên sîyasî dixwazin bibin desthilatdarên îslamê, dixwazin xeyal û dîtinên xwe ferz bikin.

 

Li alîyekî, tevî ku di nav îslamê de kiryarên civakî yên baş li gel komên cîhadîst ên şerxwaz hene, tu xisleta pêşengîya şorişgerî ya Birayên Misilman nîne ku temsîla wî ya herî bi tesîr e di sîyasetê de li piranîya welatên di nav pêvajoya demî ya guhertinê de. Wekî nimûne Birayên Misilman qet nexwestibû piştgirîya banga Ȋranê ya 1979an bikin ji  bo pêkanîna şorişeka îslamî di nava rejîmên dîktatorî yên laîk yên herêmê de. Bi heman rengî wan guhên xwe kerr kirin dema banga  ji bo pêkanîna cihadê ya Usama Bin Ladîn ya salên 1990î.

 

Li alîyê din jî, eger îslamîstan biserketinên şik ji wan nayên kirin bi dest xistibin jî, wan dîsa jî hejmareka zêde bilind ya dengan nestand. Yanî îslamîzm nikare wekî dengê yekane yê girseyên ereb were hesibandin. Rast e ku Birayên Misilman û bi awayekî kêmtir Selefîst di hilbijartinên pêşî yên piştî Mubarek de di kanûna 2011an de bi ser ketin, ji pênc paran sisêyê kursîyên parlementoyê bi dest xistin. Lê belê ji wê demê ve heyranîya gel a ji  bo wan kêm bû, wekî ku serketina bi zorê ya Morsî li hemberî Ehmed Şefîqê kevne rêjîma şermezar temsîl dikir, di hilbijartinên giştî yê 2012an de nîşan dide.

 

Ciwanên protestovan ên marjînalbûyî

 

Bi heman rengî, % 40î Meclîsa Avaker ya Fasê di kontrola En Nahdhayê de ye, piranîyeka mezin e, lê dîsa jî wê neçar dihêle da ku hevkarîyê bi tevgerên laîk û yên peşverû re bike . Li Lîbyayê, di hilbijartinên herêmî yên hezîrana 2012an de bi standina bi tenê % 10ê dengan, hindik mabû  Partîya Adalet û Avakirinê (PAA), ku rêxistina herêmî yê Birayên Misilman e, têk biçe. Di destpêkê de îslamîst her çend bê daxwaz bûbana jî di mijara ketina hilbijartinan de, mimkin e di encama wan de ew bi şiklekî guhertî tevbigerin. Li Misirê, pirsa çawa Birayên Misilman û pismamên wan ên dijmin ango Selefîst wê di dema dirêj de entegre bibin nava pêvajoya demokratîk. Lê belê bêguman wisa xuya ye ku wê nikaribin bi dare zorê desthilatdarîyê bidestbixin: Birayên Misilman tevgereka civakî ya baş rêxistinkirî ye, lê ne xwedî kapasîteyeka mezin ya ferzkirinê ye.

 

Bersivên bi hêrs ên berîya demeka kurt, fîlmekî amerîkî yê li dijî îslamê bû sedema wan, nîşana bicihbûna her diçe belavtir dibe ya aktorên îslamî ye. Belê, vê bûyerê rêxistinên mezin neçar hiştin ku xwe dûr bikin ji komên radîkaltir. Bi ser de jî gelek birêveberan fîlm proteso kir û argumanên hiqûqa giştî  bi kar anîn, wekî bêbextîyê, li şûna behsa sûreyên hiqûqa Quranî  – Hudûdan – li dijî heqareta li xwedê û dîn bikin.

 

Lê belê meriv dikare guhên xwe kerr bike li daxwazên  bingehîn yên piranîya  dîndarên radîkal ku armanca  wan li gorî şerîetê xurtkirina şertên îslamê di nava civakên erebo-misilman de ye. Di vê çarçoveyê de Birayên Misilman qet ne rêxistineka lîberal e. Lewra civakên laîk ji bicihbûna teokrasîyekê ditirsin. Lê belê divê meriv ji bîr neke ku ji  bo berjewendîyên xwe biparêze divê meyila îslamî ya piranîyê pêk tîne di rêxistina Birayên Misilman de bi gewde dibe, standartên demokratîk bi şiklekî wisa qebûl bikin da ku di heman demê de girîngîya nasnameya olî û qaîdeyên sazûmanîyê yên rikberîya partîyan bi rêya hilbijartinan biparêze. Lewra, bi tenê bi berdêleka bi vî rengî Birayên Misislman dikarin sûdê ji rola xwe ya sîyasî di pêvajoya demî ya didome de werbigirin.

 

Bi gotineka din, ne hewce ye meriv serî li ber îdeolojîya liberal ya rojavayî bitewîne da ku demokrasîyê biafirîne. Di  salên 1970yî de, dema Spanya û Portugal ketin nava pêvajoya demokratîk, xwedî çarçoveyeka fikran ya bi vî rengî nebûn. Amerîkaya Latîn jî ne xwedî tiştekî wisa bû, dema di salên 1980yî de ket nava pêvajoya ku Samuel Huntington navê "pela sêyem ya demokratîkbûnê" lê kir. (3) Mentiqa demokrasîyê xwe dispêre qebûlkirina lihevnekirinan ku hinan li dijberî hinên din radikin. Vê yekê jî di çarçoveya ekolojîyeka destûra bingehîn ya li ser bingeha pirrengîyê û li ser bingeha pêwîstîya dayîna hesêb avabûyî  pêk tîne – jixwe heke na wê bêîstiqrarî, şer û bêçareserî pêk were.

 

Piştî ku helwesta demokratîk gihîşt asteka wisa ku êdî veger jê nebe û ku destûrê dide piranîya rêxistinan prensîba hilbijartinan û ya beşdarbûnê qebûl bikin, welatî û rêveberên sîyasî wê karibin nîqaşekê bidin destpêkirin li ser guhertina civakî ber bi siberojeka pir (yan jî kêm) lîberal. Di pratîkê de, ev tê maneya ku pêdivîya welatên wekî Lîbya, Fas û Misirê bi "laîkbûneka" kûr tune ye ji  bo pêvajoya xwe ya demokratîkbûnê baş bimeşînin, çawa ku li Rojava hez dikin bibêjin.

 

Welatên rojava jî laîkbûn timî pêk neanîn, berîya bikevin nava demokrasîyê, berevajîyê vê qewimî.  Xwepêşandêrên ciwan –piranîya wan bajarî û endamên çînên navîn ên bi biryardarî laîk in, bi maneya ku endamê tu gruba îslamîst nînin – di şorêşê de yên herî li pêş bûn. Lê belê îro ev ciwan û pêre nêrîna wan a zêdetir laîk û demokratîk a li ser siberojê jî, li Fas, Lîbya û li Misirê marjînalbûyî ne. Lewra di dema ku rejîmên otorîter ên ku ew li dijî wan têdikoşîyan hilweşîyan, ji destê wan nehat ku bereyeka sîyasî ya xurt biafirînin. Lê belê ji îslamîstan hat ku sûdê ji vê valahîyê wergirin û alîgirên xwe seferber bikin, di hilbijartinan de ew bi awayên cihê bi ser ketin û tevgerên ciwanan nexwestin bikevin ser dika sîyasî ya sazîbûyî.

 

Ev vekişîn bû sedema encamên giran. Bi tercîhkirina kolanan ji  bo daxwazên xwe yên civakî bidin bihîstin, bi tercîhkirina protestokirinên yekser û bê hesab li şûna rêyên nermtir û zêdetir rêxistinkirî yên sîyaseta hilbijartinan, ciwan rê li ber bihêzbûna xwe û rê li ber xwedîbûna temsîlên di sazîyên nû yên demokratîk ên wekî parlemento û meclîsên gelî de girtin.

 

Du encamên sîyaseta kolanan hene. Li alîyekî, ew destûrê dide welatîyan mafê xwe yê bitedbîrbûnê li dijî dewletê bi kar bîne: şorişa misirî ya 25ê çileyê bi tenê bi saya daketina kolanên navenda bajaran ya xwendekar, karker û endamên çînên navîn ji bo serî li hember desthilatdarîya navendî hildin û doza mafên xwe bikin, mimkin bû. Li alîyêkî din jî, dengê ji protestoyên dewamî derdikeve, nikare biqasî dengê hilbijartin û kampanyayên sîyasî vede, ji ber ku ew rewatîya sîstemê red dike. Ȗ şertê avakirina demokrasîyeka qebûlkirina rewatîya wê ji alîyê welatîyan e.

 

Da ku ev ciwan karibin têsîra li ser bihara erebî bidomînin divê berjewendîyên xwe di çarçoveya sazîyên nû de eyar bikin. Ji  bo wan dem dema xerçkirina enerjî û mîlîtanîya xwe di sîyaseta fermî de ye, ya li parlemento û meclîsan. Bi vî rengî ew dikarin bibin alîkar ji bo avakirina qadeka sîyasî ya nû ku piştgirîya pirengîya meyîlên îdeolojîk ên civakên ereb bike, yanî ku piştgirîya dengvedana muhafezekarîyeka oldar, ya meyîlên neteweperest, ya doza laîkbûnê, ya nirxên navendî û ya nirxên pêşverû bike. Eger neyên kontrol kirin , dibe ku protestoyên kolanan zirarê li sîyasetên herî baş bikin. Eger berjewendîyên gel ku ciwan doza wan dikin cihê xwe di nava sazîyan de çêneke, meriv dikare bifikire li îhtîmala bidestxistana desthilatdarîyê ji alîyê hindikayîyeka baş organîzekirî ku vegere sîstema otorîter ya berê. 

 

Ev tişt di dema "sêyem ya pêla demokratîkbûnê" de çend caran qewimî: otokrat bi hêsanî rêya tunekirina sazîyên demokratîk dibînin. Ji bo cihana ereb, tehlûkeya herî mezin ne ya vegera li dîktartorên bê mane ye, lêbelê zêdetir afirandina sîstemên nû yên otorîter e ku xwe dispêrin hevgirtinên olîgarşîk ên rêbazên demokrasîyê manîpule dikin.

 

Wekî tevahîya guhertinên mezîn yên dîrokî, di encama bihara erebî de çiqasî serketî derketibin holê ewqasî  binketî jî hebûn. Ji xeynî tevgerên ciwanan, elîtên întelektuel bêguman dikevin koma yên ku têk çûn. Wan şaşîyên berê dubare kirin û ji wan nehat ku îdeolojîyên xwe yên akademîk bi pirsgirêkên rastî yên gel ve girêbidin.

 

Ji dema mezinbûna neteweperestîya erebî, di salên 1920 û 1930î de, nifşên elît ên perwerdekirî xwedî fikrên pêşverû bûn ên ku bala çapemenîyê kişandin ser xwe û bûn sedema îmtîyazên çînên navîn. Prensîba rabûna  li hemberî tehlûkeyên  ji derveyî welêt tên – sîyonîzm, emperîyalîzm, orîyantalîzm, kapîtalîzm, kolonyalîzm, hwd. – tevlî daxwazên erênîtir wekî belavbûna erebîzmê, wekî edaleta civakî yan jî wekhevîyê bi rojavayê ve bû. Lê belê întellektuelên ereb li gorî civakên endamên wan, bêhtir pêşverû bûn, lê destê wan girêdayî bû lewra ji wan nedihat ku di nava gel û partîyên sîyasî de dengê xwe bidin bihîstin.

 

Sedemeka din a marjînalbûna wan ew bû ku fikrên wan her diçû dûrtir dibûn ji rastîyên herêmî, têde tu cih tunebû ji daxwaza yan jî ji îhtîmala pêkanîna şorişeka li ser erdê ereb. Nifirên wan ên sîstematîk li dijî sîyonîzm û emperîyalîzma amerîkî, ku wekî sedema tevahîya xirabîyên heyî yên li Mexreb û li Rojavayê Nêzik tên nirxandin, êdî bûn gotinên pûç piştî daxwaza gelên ereb ya dawîanîna li despostîzmê û li bertîlxwarîya birêveberên xwe. Bi awayekî trajîk, hin întelektuelan bersiva pûçbûna analîzên xwe dan û îdia kirin ku bihara erebî encama komployeka îsraîlo-rojavayî ye. Bi jihevdeketina Baasê li Iraqê û belkî di demeka kin de li Sûrîyeyê jî, bi rastî wê tu tişt nemîne ji netewperestîya erebperest.

 

Ji Fasê heta bi Erebistana Siûdî

 

Sedemeka din ya belavnebûna tevgerên ciwanan û elîtên întelektuel dijberîya wan ya ji dil li dijî her şiklê îslamîzmê ye, çawa ku vê fikrê ew xistibin nava radîkalîzmeka laîk ya nikare qebûl bike ku îslamîstên herî nerm jî xwedî cihekî piçûk bin di nava hikûmetê de.

 

Koma sêyem ya binketîyan ji qraltîyên ereban pêk tê. Dibe ku ev rastî pêşî meriv matmayî bihêle, lewra bihara erebî nebû sedema jitextketina tu qralî. Li gorî dîtin û analîzên li Ewropayê tên qebûlkirin, du sedemên vê yekê hene. Li alîyekî, xanedanên desthilatdar xwedî rewatîyekê ne ku rehên xwe berdaye bingeha çanda erebî: wisa tê gotin, gel piştgirîya qral û mîrên xwe dikin ji ber girêdayîbûna wan bi dîrokeka serketî ya di dema tekoşînên li dijî hêzên kolonyal de avabûyî, yan jî berîya wê avabûyî. Li alîyekî din jî, wisa tê fikirîn ku van rejîmên hema bêjê bi temamî mutleqperest in, ji herkesî baştir adapteyî rewşên krîzê dibin, lewra  ji xeynî darê zorê, di destê wan de rêbazên sazîbûyî yên nehişk hene da ku heta bixwazin raya giştî manîpule bikin. 

 

Bêyî ku meriv bibêje bi temamî şaş e jî ev nirxandin ji bîr dike ku bêhn li qraltîyên ereban diçike. Li gorî berîya bi deh salan hêza wan bi awayekî sexlem rûneniştîye. Wekî nimûne, li Bahreynê serhildana beşeka mezin ya gel bi tenê bi saya destwerdana xwînrij û hevpar ya hêzên arteşa neteweyî û komên eskeran ji alîyê Konseya Kooperasîyona Kendavê (KKK) ve wezîfedarkirî mimkin bû.

 

Fas jî bû qada xwepêşandanên mezin. Soza revîzekirina Destûra Bingehîn ji bo demeka kin hêrsa gel aşt kir, lê tunebûna reformên bingehîn nîşana siberojeka tevlîhev e. Tehlûkeya ku îslamîstên Partîya Adalet û Peşketinê (PAP) bawerîya bi wan tê ji dest bidin heye, lewra wekî tevahîya çîna sîyasî wan bê şert û bê daxwaza tu berdêlê ji alîyê Qral Muhemedê pêncem ve avakirina hikûmetekê qebûl kir.

 

Bi ser de jî qelşa di navbera bajarî û gundîyan de wekî berê eşkere nîne: nerazîbûn belav bû, daxwaza guhertinê ji lihevnekirinên di navbera çînan û herêman de dibihure.

 

Li Erebîstana Suûdî jî, xanedana desthilatdar zehmetîyê dikşîne serdestîya xwe li civakê ferz bike. Welatê ku di warê cografîk de bi tesadufî xwedî avantajên pîroz e, dewlemendîyên xwe yên mezin ji bo tepisandina her hewldana protestokirinê bi kar anî, bi rêya barandina petrodolaran û bi bernameyên ji bo pêşketinê yên destûr dan reformên binesazîyê yên pêwîst bi temamî bidin alî. Di mîrîtîya cîran de, li Kuweytê, ku ji demeka dirêj ve xwedî tecrûbeyeka şermokî ya parlemanter e, berevajîyê vê yekê diqewime. Xwepêşandanên li dijî bertîlxwarin û desthilatdarîyê zirar li otorîteya malbata Al-Sabah kirin û hilbijartinên kanûna 2012an ji alîyê mixalefetê ve hatin boykotkirin. Pevçûna di navbera qraltî û mixalefetê de gihişt asta xwe ya herî bilind li ser biryardaneka pir girîng: yan Mîrîtî wê qebûl bike ku serokwezîrekî ne ji malbata qral wezîfedar bike, yan jî wê parlementoyê betal bike û vegere otorîtarîzmeka mimkin e bihayê wê pir giran be.

 

Li Urdunê, qraltî di bin giranîya lihevnekirineka du dînamîkên temamker de difetise. Îslamîst dixwazin qral biparêzin lewra ditirsin eger serdestîya haşimîyan biqede wê ji Ȋsraîlê re bibe bahane da ku alîyê rojhilatê Urdunê  welatê xwezayî yê tevahîya filistînîyan îlan bike – û bi vî rengî tevahîya Şerîa Rojava bi dest bixe. Lê dîsa jî ew doza qraltîyeka xwedî Destûreka Bingehîn dikin û azadîyeka sîyasî ya firehtir  dixwazin. Xanedana Bedewî ya li Ammanê desthilatdar bi nerazîbûneka her diçe mezintir dibe re rû bi rû ye ku zêdebûna bêkarî û hetikînên bertîlxwarinê har dikin.

 

Di nava xefkên jeopolîtîkê de

 

Ji  bo qraltîyan dem dema bersivdanê û ya xwe dûrxistina ji tevnên berjewendîyên tevlîhev e, lewra xanedanan îhmal nekir ku têkîlîyê bi gelek komên civakî û sîyasî re deynin – bi şîrketan, bi bazirganan, bi cotkaran, bi eşîran, bi ulemayan re – ku piştgirîya wan dikin di berdêla îmtîyaz û alîkarîyên aborî. Li şûna rêjîmên mutleqperest ên heyî, bicihkirina reformên radîkal ên rejîmeka parlemeter wê ne bi tenê zirarê li malbatên qraltîyê bike lê belê wê herweha zirarê li tevahîya yên girêdayî wan bûn bike. Bi ser de jî, dîroka herêmê – çi piştî- serdema kolonîyal çi jî piştî şerê sar  – nîşan dide ku qraltî kêm amade ne ji  bo hêzên xwe veguherînin û bikin otorîteyeka exlaqî. Eger zexteka mezin ya gel tunebûya, tu berjewendîya mîr tuneye di pêkanîna reformeka ciddî de. Tehlûkeya heye ku qraltîyên erebî, yên demeka dirêj mijara pesindanê bûn ji ber nermbûna wan û kapasîteya wan ya adaptebûnê, dê şansekî mezin winda bikin. Ew red dikin pêvajoyeka demokratîkbûnê bidin destpêkirin, lewra fikra wan ya parastina hêza xwe ferz dike her tiştê di destê wan de heye bikin da ku civakên girêdayî wan in seferber bikin li hemberî krîzê ji bo wan biparêzin ji siberojeka bêîstîqrar û ya şerî.

 

2011, sala ku her tiştî lê dest pê kir

14.01.2011: Serokdewletê tûnisî Zînelabidîn Bin Elî revîya Erebîstana Siûdî.
25.01.2011:  Xwepêşandana yekem li dijî serokdewletê misirî Husnî Mubarek.
26.01.2011:  Xwepêşandanên pêşî li dijî bihabûna pêdivîyên jiyana rojane li Urdunê.
27.01.2011:  Seferberîyên li dijî serokdewlet Elî Ebdellah Salih li Yemenê.
Çile-Sibat, 2011:

  Bibinketina seferberîyên li Cezayîrê. Xwepêşandanên Bîdûnan (kesên ne welatî yên li Kuwêtê).

11.02.2011:  Mubarek dev ji desthilatdarîyê ber dide.
14.02.2011:  Tevgerên pêşî li Bahreynê. Li herêma rojhilat a Erebîstana Siûdî xwepêşandan pêk tên.
15.02.2011:  Li Lîbyayê li bajarê Binxazîyê şer û pevçûn rû didin.
20.02.2011:  Xwepêşandanên pêşî li Fasê.
14.03.2011:  Desttêwerdana suûdî li dijî raperîna li Bahreynê.
15.03.2011:  Destpêka serhildanê li Sûrîyeyê.
17.03.2011:  Biryara Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî der barê Lîbyayê de.
Nîsan, 2011:  Girtina gelek blogvanan li Mîrîtîyên Yekbûyî yên Erebî.
23.10.2011: Dawî li rejîma serheng Qedafî hat. Hilbijartinên Meclîsa Avaker li Tûnisê, Partîya En-Nahda dibe desthilatdar.
Çirîya paşîn, 2011- çile, 2012:

 Di hilbijartinên parlemanê yên li Misirê de Birayên Misilman bi ser ketin.

Alîyê jeopolîtîk, bihara erebî nakokîyeka ecêb derxist holê. Bila meriv ji bîr neke ka bûyeran çawa dest pê kir: serhildanê ku di asta herêmî de dest pê kir û di asta neteweyî de wekî bangeka ji  bo edalet, rûmet û berxwedana li hemberî şîdeta rejîmê belav bû. Di çend mehan de, bihara erebî pêl bi pêl belav bû li herêmê û dozeka hevpar ya daxwaz û nirxan bi xwe re bir û ji sînoran bihurî. Ev belavbûn mezintir e ji "têsîra El-Cezîre" ya timî behsa wê tê kirin, lewra ew ne bi tenê şiklên modern ên ragihandinê belav dike lê belê berî hertiştî ew fikreka nû ya mîlîtanîzma sîyasî belav dike. Beşeka hêza tevgerê, ku bi saya serê tevnên civakî û çapemenîya adetî tê xurtkirin, ji fikra yekîtîya erebperest tê, lê ew red dike tevlî îdeolojîyekê bibe da ku nerazîbûnên li dijî despotîzmê baştir bi rê ve bibe û ji bo bi dengekî meriv kerr dike doza mafên welatîyan bike.

 

Ȋro, ev helwest gihişt asta sêyem ya sazîbûnê. Ȇdî bihara erebî ne bi tenê daxwazeka neteweyî û zedetirî-neteweyî, wê dikeka navneteweyî ya hatina pêşberî hev afirand. Dema ku qraltîya sunnî hevgirtina xwe bi cîranên xwe yên endamê heman mezhebê re û bi hêzên rojavayî re xurt kir, serhildana Bahreynê bihara 2011an ev pêvajo da destpêkirin, li wir bi awayekî xwezayî mezheba şîî di mixalefetê de serdest e. Di encama vê hevkarîyê de bereyeka stratejîk ya ji alîyê Erebistana Siûdî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Tirkîyeyê ve tê birêvebirin, Ȋsraîl jî bi awayekî veşartî midaxale dike. Bi yek carê navê tevgerên serhildêr ên li dijî qralê Bahreynê hatin xirabkirin û wekî hevkarê bloka şîî ya "radîkal" ku Ȋran, Sûrîye û Hizbullahê temsîl dikin, hatin nîşandan. Şerê navxweyî yê Sûrîyeyê ev pêvajo bi lez kir, lê ev yek bi dînamîkeka berevajî pêk anî. Vê carê mixalefeta gel wekî alîyê "nerm" yên hêzên sunnî û hevkarên wan hat nîşandan, di heman demê de rejîma otokratîk a Beşar el-Esed hevkarîya xwe bi bloka şîîyan re xurt kir.

 

Van alîyên mezhebî û jeopolîtîk piştgirî dane hev. Erebîstana Siûdî, Tirkîye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Israîl xwedî heman gumanan in der barê sînordarkirina têsîra Îran, Sûrîye û Hizbulahê de. Vê rikberîyê cihêbûneka piçûk ya mezhebî veguhert û kir şerekî eşkere ku encamên wê dikarin wekî bombeyê biteqin. Pêşhikmên herî radîkal dibin rastîyên guman ji wan nayên kirin, dewletên sunnî – û nexasim qraltî – di çapemenîyên rojavayî de wekî behiştên nermbûna olî û îstiqrarê tên nîşandan. Lê belê wekî radîkalan û wekî sucdarên derketina pirsgirêkan behsa şîîyan tê kirin. Di heman demê de li hemberî tehlûkeya derketina alozîyên civakî, ev şer dibe bahane ji  bo hin rejîman da ku statukoya xwe biparêzin.

 

Dema bihara erebî gihişt asta navneteweyî, wê bi tenê karîbû wekî bûmerangekê dîsa vegere welatên di nava pêvajoya guhertinê de ku lê dest pê kiribû. Ȋran, Sûrîye û Hizbulahê hewl dan rêveberên nû yên Fas, Lîbya û Misirê tevlî doza xwe bikin û di heman demê de hevgirtina sunnî ya alîgira rojava jî heman tişt dikir. Lê belê yekane encama ewqas zextan li ser hev, tercîhkirina Tûnis, Trablûs û Qahîreyê ya sîyaseteka derve ya bêalî û bilezkirina pêvajoya bisazîkirinê li ser erdên xwe bû. Tirsa bêîstîqrarîya herêmî dike ku ev welat berî her tiştî îstîqrara hundirê welatê xwe pêk bînin. Hazirbûna Morsi li civîna bilind ya Welatên Bêalî li Tehranê tebaxa bihurî ku bala  herkesî kişandibû ser xwe, nîşana vê sîyaseta pêkanîna tewazûnê ye.

 

Rejîmên nû yên Fasî, Lîbyayî û Misirî hewl didin sîyaseteka xweragirtinê pêk bînin, ev sîyaset di navbera ne-hişkbûn û pragmatîzmê de ye û armanca wê dûrkirina pevçûnên mezhebî, têgihiştinên olî yên hişk û alîgirtinên jeopolîtîk e. Tirsa wan ya herî li pêş bicihkirina rewatîya xwe li nava welêt e, ew  herdu alîyên şerê navxweyî yê xwînrij ku li Sûrîyeyê qewimî wekî astengan li pêşîya avakirina qadeka nû ya demokrasîyê dibînin.

Ev nakokîya destûrê dide şerekî navneteweyî, rê li ber bi îstiqrarkirina pêvajoyeka demokratîk ya neteweyî vedike, rûpeleka nû dinivîse di dîroka nûjen ya Rojhilatê Nêzik de. Berîya demeka kurt du sîstem hatin pêşberî hev, Rojava û hevgirên wê yên ereb li hemberî hevgirtinên îdeolojîk ku wekî dijmin yan jî xirab tên hesibandin – wekî nimûne tehdîta komûnîst ku hevgirtina Brejnev-Nasir temsîla wê dike, yan jî şorişa îslamî ya Ayetulah Xumeynî, yan jî "tewereya xirabîyê" ku Usama Bin Ladin temsîla wê dike. Belkî jî ji nû ve ketina nava rêza herêmî ya niha li dar e, helwestên zêdetir rengîn bi cih dike. Di dema herî serketî ya bihara erebî de jî, tu çavdêrî newêrî mohreka îdeolojîk lê bixe, wê wekî împeratorekî binirxîne, wê bişibîne super-hêzekê yan jî rêxistineka radîkal. Berîya ku bikeve nava xefka tora jeopolîtîk, tevger bi tenê li gorî hêzên xwe tevdigerîya.

 

Şoka mezhebî wê dîyarker be ji bo siberojê. Şerê di navbera sunnî û şîîyan de, ji alîyê aktorên derve ve her çend hatibe gurkirin û bikaranîn jî, tehlûke heye ku hejmara qelş û parçebûnan zêdetir bike û siberoja bihara erebî tarî bike.

 

* Endamê Freeman Spogli Institute for International Studies û lêkolîner li Zanîngeha Stanfordê.

(1) Dosyaya li jêr bixwîne: "Sur les braises du Printemps arabe / Li ser perengên bihara erebî" , Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2012an.

 

(2) Dosyaya li jêr bixwîne: Patrick Haimzadeh, "La Libye aux mains des milices / Lîbya di destê mîlîsan de, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2012an.

 

(3) Samuel P. Huntington, The Third Wave: Democratization in the Late Twentieth Century / Pêla sêyem: Demokratîkbûn li dawîya sedsala bîstan, University Of Oklahoma Press, Norman, 1991.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê