Utopyaya ku ji alîyê Komunê ve hatiye fikirîn

Translator

Guhertina siyasetê, sazkirina yeksanîyê di navbera mêr û jinan de, afirandina awayekî nû yê birêvebirinê, beşdarîya welatîyan... hatin pirbarekirin heta bigihîjin asta têrbûneke ku wateyên wan neman, tevî ku demeke dirêj ji alîyê hêzên tevgera karkeran ve dihatin destek kirin. Di 1871ê de gelê Parîsê yê serhildayî wateyeke berbiçav dabû wan gotinan.

Bi helketina sed û çil salîya salvegera xwe, Komuna Parîsê ji nû ve hat bi bîr anîn û cardin ji jibîrkirinê xelas bû. Şaredarîya paytextê ji bo vê roja taybetî gelek çalakîyên kulturî li dar xistibû; herwekî pêşengeh, konferans, ziyaretên li gel rehber û reklamên curbicur yên li ser vê mijarê. Bi bîranînên bi vê şêweyê; bîranînên komunê li hember wêneyên "hefteya bi xwîn" an jî li hember şerên paşîn tên parastin. Wek ku dûmana agirê ku ji alî Adolfê Thier û gelê Versay ve hatibû pêxistin, bi van afirandinên balkêş û hêvîyên ku bi serhildana Parîsê, ji nû ve di nav arîya xwe de vedijîya. Revîzyonîzma, înkarkirina ku ji alîyê fotografîyên gelek balkêş (1) û kesên ji vê dîrokê tenê xirakirina kerpîçan û helandina topan (2) tînin bîra xwe." Li gor formulasyona Marks (Marx) ya tûj, divê mirov bîne bîra xwe; hemû tiştên ku heftê û du rojên dawîn pêk hatine û çawa mecbûr kirine ku parîsî hukûmeteke gelêrî ava bikin û ew bikaribe bi hêzên xwe yên leşkerî, xwe li hemcber leşkerên ku karên wan yên meslekî leşkerî ye, bi hêzeke wekhev biparêzin û şer bikin.

Komuna Parîsê li ser du endîşeyan ava bûye: Yek jê ketina leşkerên Prûsyayê bo Parîsê û ya din li ser reaksîyona monarşîyê ya li hember hilbijartinên şaristanîyên meha sibata 1871ê.

"Proleterên paytextî, di nav hemû zor û zahmetîyan de, xiyaneta çîna serdest û ya li ser hukim, baş fêm kirin ku saeta wan hatiye ku rewşê biguherin û desthilatdarî û birêvebirina karên giştî têxin destê xwe" (3) û 21ê adarê yekser beyanekê belav dikin. Şîyarbûneke bi dildarîyeke demokratik, ya 1793ê hatibû qebûl kirin û mebesta wê ew bû ku bi awayekî bawermendane çareserî ji pirsgirêkên civakî yên gelên cuda yê Parîsê re peyda bike û vê bike dezgeheke xurt.

Ji dervayî tedbîrên acîl ku ji ber mecbûrîyeta rewşa xerab û bêçare ya aborî û tenduristîya civaka xebatkaran, belavkirina "karneyên nan", xistina xizmetê ya "firinên erzan" û "beroşa" (tirşika) belaş, ji bo gel birçî nemîne, qedexekirina ji mal avêtina kirêdaran, kêmkirina tevayîya kirêya xanîyan ku ji çirîya paşîn a 1870ê vir ve ketibû fealîyetê. Kêmkirina "Mont-de-Piété" (deynên dewletê bi faîzeke gelek kêm), alîkarîya esnafên ku di ber îflasê de ne û tengavîya deynan dikşînin. Komun, di sîteyê de, dest avêtiye hemû warên civakî û jîyanê, hesabekî biçûk li ser hemû avahî û afirandinên Komunê, bi hêsanî qîmeta wî derdixe hôlê.

Komuna Parîsê û mafên jinan

Berî her tiştî, di warê temsîlkirinê de, Komuna Parîsê rewabûna xwe (mafdarîya xwe) ji hilbijartina endamên xwe ya 26 ê Adarê digire. Ji şoreşa Fransayê û vir de, tu caran qîmeta namzedan û dengdaran hewqas nebibû mecbûrî û bi rûmet: "Ji bo me, ev tiştekî mecbûrî û kêfxweşîyek e ku hûn ji çalakîyên me yên civakî û gelemperî haydar bin û bizanibin em çi difikirin", (4) ev beyan, ya dengdarên taxeke Parîsê ya 17an e.

Bîyanî jî di vê pêvojoyê de cîyê xwe digirin. Piştî avakirina Komara 3em, gelekên wan li alîyê artêşa fransî cî girtibûn. Tarîx: 4ê îlonê 1870; di nav van bîyanîyan de; Garîbaldî û "kirassorên wî" herweha belçîkî, polonî, rûs û hwd. Di derheqê hilbijartina karkerê zêrker Lêo Frankel de, ku li Macaristanê hatiye dinyê, Komîsyona Hilbijartinan weha dibêje: "Weha qebûl bikin ku ala Komunê ya Komara Universel e; Qebûl bikin ku hemû sîte mafê hemwelatîyê ji bo bîyanîyan ku ji sîteyê re xizmet dikin, qebûl dike, Komîsyon jî di vê ramanê de ye û hemwelatîbûna bîyanîyan tescîl dike." (5)

Jin jî di Komuna Parîsê de cîyekî gelek pêwist û girîng digirin. Ji ber kêmbûna wext û li hemberderketina kal û pîran, mafê dengdanê ji bo jinan di vê demê de nehat qebûl kirin, lê hevalbendên komarê û sosyalîstên Prudhonist şanî dan ku ji bo Komunê, têkoşîna ji bo pêşketina civatê û ya jinan yek e. ’’Wekhevîya di navbêna cinsan de, di wê demê de, ji alî yekîtîya jinên ji bo parastina Parîsê ve hatibû parastin, ev yekîtî ji alîyê Elisabeth Dmitrieff û Nathalîe Le Mel ve hatibû îdare kirin. Ev yekîtî, ji bo têkoşîna li hember îmtîyazên çîna serdest ya hukumdar bû". (6) Li vê derê, ev tişt ne tenê wek prensîp man: Herweha atolyeyên tevxebat yên jinan hatin ava kirin, Yekîtîyên azad, yên di navbêna jin û mêran de legalîze bûn, zarokên ji yekîtîya bê zewac wek yên din hatin qebûl kirin, fahîşetî hat qedexe kirin û weke "xwînmijî û malzemeyeke tîcarî ya navbêna mirovan de hate qebûl kirin"

Dêr bûne cihê klubên siyasî

Veqetandina karên olî û kar û barên dewletê, bi biryara 2ê meha nîsanê hate qebûl kirin û malên kilîsê bi hesab û tescîl hate netewî kirin. Gelek dêrên Parîsî ji bo civînên klûbên siyasî bûn cîgeh, bêyî ku ev kult bi temamî ji holê rabe. Komun bi awayekî gelek eşkere da zanîn ku; perwerdekirin bi karaktereke laîk, belaş û mecbûrî tê bi rê ve birin. Ev "perwerdekirina temamî" ye, bi vî awayî Éduard Vailland beyan dida, ku bi xwe delegeyê perwerdeyê bû, ji bo wî ev tişt; "bingeha wekhevîya civakî" bû. Xebateke mezin ji yên şaredarîyê, pêwîst bû ku bi perwerdeya keçan û ya meslekî ve girêdayî bûya. Ji bo vê yekê dibistaneka hunerî ya tetbîqî ji bo keçên ciwan, di 13ê mehê de hate vekirin. Serpêhatîya paşîn; di 18ê gulanê de, meaşên mamosteyên jin û mêr bûn wek hev û bi hev re hatin zêde kirin. Komisyonê nîşan kir ku "Zorîyên jîyanê li herderê hene, şertên jîyanê ji bo milet zahmet in û ev qasî mêran, jinan jî eleqedar dike".

Komun herweha bi hunerê jî têkildar bû. Li ser înîsîyatîva hunermend û wênesaz Gustave Courbet, piştî civîneke gelêrî ku nêzî çar sed hunermendan beşdar bû, Federasyona Hunermendan di 13ê nîsanê de hate ava kirin. Slogana vê yekîtîyê: "birêvebirina çalakîyên hunermendî divê ji alîyê artîstan ve bê meşandin." Wek wezîfe, parastina zengînîyên dîrokî, amadekirin û nasandina hunerên îroyîn û ji nû ve avakirina hemû tiştî bi perwerdeyî dabû ser milên xwe". (7) Bi biryarekê di 22ê nîsanê de, salon ji bo xebatên hunerî ku şaredarîyê bi kar nedianî, dan xizmeta Federasyonê, ev jî, ji bo ku "şano bê pere ji bo jinebîyan, birîndaran, sêwîyan û muhtacên parastvanên netewî re bê şanî dan".

Cenaze li erdê ye, lê fikir li ser piya ye

Ji ber van pêşketinên li ber çav di warê xebatê de, Komuna Parîsê navê Şoreşa Sosyal bi rehetî heq dike. Em behsa qedexekirina xebata şevê ya karkerên firinan û nanpêjan bikin, ji holê rakirina cezayên li ser meaşan (biryara 27 ê nîsanê), aleteke rastîn ji bo kontrolekê sosyal li ser "Împaratorîya Duyem" Formula Yekîtî û rêxistinîya karkeran, wek prensîpek bingehîn ya lidarxistina hilberandinê tê qebûl kirin. Ev nayê wê maneyê ku bi carekê de, bi awayekî çors dê malên şexsî yên gel ji wan bên stendin. Lê xwînmijîya li hember karkeran ya di warê beşdarbûna kollektif ya çalakîyên aborî de, dê bên qedexe kirin. Biryara 16ê nîsanê, weha hesab dikir ku hem bi awayekî miweqet dest deynin ser atolyeyên girtî û tespîtkirina şert û şirûtên finansê yên demên dehatûyê bi awayekî temamî ji alîyê jûrîya hakiman ve ji bo rêxistinên karkeran bên qebûl kirin. Axirê ku meaş bikaribin "şan û şerefa" karkeran garantî bikin, (biryara 19 ê gulanê) divê şertên xebatê û mafê xebata rojê ji alî şaredarîyê ve, bi şirketan re bê munaqeşe kirin, (biryara 13ê gulanê) û ji alî komisyonekê û sendîkayan ve bê tescîl kirin. Li ser vê bawerîyê, pêwîst e meaşek asgarî ji bo hemû karmendan bê xwestin.

Welê dîyar e pêwîstîya kar û barên hiqûqî ji zemanê ku ji delegeyê wan Eugene Protot re hatibû veqetandin, bêtir hebû. Bîlançoya Eugene Protot. Halbûkî bilançoya wî balkêş bû: Memûrên ku bê qanûnîyê dikin ji kar bên avêtin; karên dadgehî yên belaş bo herkesî, heta karên ku di warên noterî de jî (biryara 16ê gulana 1871ê); hilbijartina hakiman bi dengdana gelêrî. Di derheqê azadîyên civakî de, zimanê fermî ev e: "Divê hemû xayîn û şelaf di bin çav de bin ku tu caran nikaribin zîyanê bidin û hemû teşebusên ji holê rakirina azadîyên şexsî bên ceza kirin" (14ê nîsanê), ev li gel rastîya tal û bûyerên di dema şefê polîs yê kevin de peyda bûn, rewşeke tezat teşkîl dike; ger mirov behsa rehîneyên ku di navbêna 23 û 26ê gulanê de hatine kuştin, neke.

"Cenaze li erdê ye, lê fikir li ser piya ye": Ev gotinên meşhûr yên Victor Hugo, gelek caran tê ber pênûsa nivîskarên ku dixwazin Komuna Parîsê bi bîr bînin. Dîsa di eynî demê de nîsana 1871ê, di nivîseke xwe ya di kovara bi navê Le Rappel, de Victor Hugo hinek bi şik weha dibêje: "Ez wek prensîp terafgirê Komuna Parîsê me, lê di pratîkê de li hember im." (8) Pirsgirêk îro ev e: Ger mirov prensîpan ji bîr bike; di warê hiqûqê de tê maneya (mafê lojman û hiqûqa kar, û hwd.) lê bikaranîna wê?

Çavkanî

Christophe Voilliot:
Doçentê Zanistîya Politik, Li Unîversîteya Parîsa-Rojava-Nantere.

  1. Patrice de Moncan, Paris incendié pendant la Commune-1871 (Parisa şewitî di dema Komunê de-1871), weşanên Mécène, Paris, 2009
  2. Karl Marx, Friedrich Engels, Inventer l'inconnu. Textes et corespondance autour de la Commune, (Avakirina nenasîyê, gotar û nameyên di derheqê Komunê de) La Fabrique, Paris, 2008
  3. Sauf indication contraire, toutes les citations qui suivent sont extraites du Journal officiel de la Commune de Paris (Ger kesek tersê wê nebêje, hemû îfadeyên ku li vir peyda bûne, ji rojnameya fermî ya Komuna Parisê hatine girtin.) (réed. 1997, Ressouvenances, Paris, 3 volumes)
  4. Les Murailles politiques françaises, (Dîwarên polîtîk yên fransî) Le Chevalier, Paris, 1874, tome 2
  5. Rapport de la Commission des élections, (Rapora Komisyona Hilbijartinan) 30 mars 1871
  6. Programme du 11 avril 1871, cité par Maïté Albistur, Daniel Armogathe, Histoire du féminisme français, (Programa 11ê nîsana 1871ê, ji alî Maïté Albistur, Daniel Armogathe, Dîroka femînîsma fransî) Des Femmes, Paris, 1977, tome 2
  7. Cité par Gérald Dittmar, Histoire de la Commune de Paris de 1871, (Ji ali Gerald Dîttmar, Dîroka Komuna Parîsê ya 1871ê) Dittmar, Paris, 2008
  8. Cité par Charles Rihs, La Commune de Paris, sa structure et ses doctrines (1871), (Ji ali Charles Rihs, Komuna Parîsê, struktur û doktrînên wê, 1871), Droz, Genève, 1955

Wergera ji firansî: Vehbî Aydin