Vegera li "bihara erebî"

Translator

Kî ne motorên raperînên erebî? Ji karkeran heta bi endamên pîşeyên serbest, her yek bi rolekî rabû, belê ev rol li gor welat diguherî.

Raperîna erebî, ya ku bi van protestoyan re ku li bajarê Sîdî Buzîd rû dan, dest pê kir, paşê xwekuştina ciwanê bi navê Mohamed Bouazîzî, roja 17ê kanûna 2010ê, fikireke weha piştrast dike: Di tevgereke gelêrî ya berfireh de, ya ku li dor muxalefeta dij rejîmeke heqxwar bi daxwaza guherîneke demokratîk dicive, piranîya sinifên navîn û sinifên bêpar ên civakê pirî caran hevkarîyê dikin. Bouazîzî dezgehdarekî xizan û perîşan bû û weha, mînakeke protestokarên "bihara erebî" dide girseyeke ku ji bi milyonan ciwan û neciwanan pêk tê, yên ku aîdên beşa nefermî –ya "bêkarên vêşartî" yên ku bi karên nanozikî debara xwe dikin, heta ku karekî ji xwe re bibînin– an jî aîdên koma bêkarên fermî ne. Li Tûnis û Misirê, hêzên rêkxistî yan nerêkxistî yên karkerên mûçegir jî tev li van girseyan bûn, lewre ku li her du welatan, tevgereke karkeran heye ku têkoşîna wê jî pêşengîya bihara erebî kiriye.

Li van welatan ku raperînên girseyî lê çêbûn (Bahreyn, Misir, Lîbya, Sûrîye, Tûnis û Yemen), piranîya sinifên navîn li ser vê enîya berfireh a sinifên bêpar ên civakê zêde bûn: Xebatkarên ferdî, çi kevneşopî (senetkar û dikandar), çi modern (pîşeyên lîberal, nemaze parêzer, muhendis û bijîşk û sinifên mûçegir ên têkildarên wan –mamosteyên zanîngehê, rojnamevan, memûr û xebatkarên beşên ticarî û finansî û patronên şirketên piçûk).

Li van deran ku rejîmê hewayekî terorê yê weha giran li ser xelkê ferz nekiribû ku her rengê protestoyê tê de weke qedexe xuya bike –yanî bi giranî li Tûnis û Misirê– di salên 2000ê de, zêdeyîyeke têkoşînên siyasî û civakî rê li ber tevgerên raperînê vekir. Li Misirê, sinifa karkeran bi taybetî çalak bû û di navbera 2006 û 2009ê de, pêla herî mezin a grevên karkeran ên dîroka xwe jîya, heta serîhildana 25ê çileya 2011ê. (1) Li Tûnisê, ev çalakî zêdetir girêdayî pirsgirêka bêkarî û xizmparêzîyê bûn, nemaze bi raperînên 2008ê re yên ku di herêma kangehî ya Gafsayê dest pê kiribûn. (2)

Ji ber awayê pêkhatina wan, tebeqeyên navîn nexwedî helwêsteke homojen a siyasî ne

Li heman dehsalê, li van her du welatan parêzer û rojnamevanan jî çalakîyên cihê yên ji bo demokrasîyê pêk anîn. Ev pîşe bûne hilgirên pêşrew ên protestoyê, endamên wê jî bi rasterastî tev li têkoşînên siyasî bûn, wek mînak li nav tevgera misirî Kefaya (Êdî Bes e), ku ji bo demeke dirêj pêşengîya protestoya li dij karên nelirê yên hilbijartinê yên Husnî Mubarak û projeya wî ya amadekirina lawê wî ji bo ku şûna wî bigire, kir.

Her weha, ciwanên ku bi giranî ji sinifên navîn dihatin û bikarhênerên Înternetê bûn, pêşengîya protestoyên salên bihurî kir, wek blogvan (3) –yên ku, di çend welatên erebî de jî, bûne hedefa zordarîya dewletê– an jî, zêdetir rêkxistî, tevgera misirî ya Ciwanên 6ê nîsanê, ku di serî de ji bo piştgirîya bi greva karkerên bajarê endustryel a Mahallah Al-Koubra re –bi taybetî yên tekstîlê–2008ê hatibû damezirandin. Wekî din, ji Fasê heta Bahreyn, Misir û Sûriyeyê, sinifên navîn di nav her du sazûmanên rêxistinkirina raperînan de cihekî girîng digirin: Toreyên civakî û tevgerên siyasî. Di mehên pêşî de, bêguman dibe ku rola toreyên civakî hatibe mibalexe kirin –bi taybetî ji bo ku raperîn Western friendly (Dosta Rojava) bên nîşan dan –lê belê ew hê jî weke berê biryardar e. Li berevajî fikirên heyî, bikarhênerên Înternetê di sinifên xizan de jî hene, ew li malê, an jî li sîberkafeyê dikevin torê– her weha, telefonên destan jî îmkana dan û standinê daye muxalifan.

Her çi hêzên siyasî yên ku di raperînan de cih girt, endamên wan bi giranî ji sinifên navîn tên. Ev rastî bi taybetî ji bo hêzên herî xurt ên weke Ennahda li Tûnisê, ku endamên meyla Birayên Misilman in, derdikeve holê. Birêveberîyên wan her weha xwedî tropîzmeke kapîtalîst a giran in, wek Khairat al-Chater, bazirganê pir maldar ê ku Birayên Misilman ew wek namzedê xwe yê ji bo hilbijartina serokkomarîya misirî hilbijart.

Ev yek hemanekî neguherbar ê rola siyasî ya sinifên navîn e: Ji ber pêkhatina xwe bi xwe, ew nikarin di dema dirêj de helwêsteke yekreng biparêzin û timî li nav her du qutbên civakê yên derdora xwe belav dibin. Ji Fasê heta bi Sûriyê, meyla Birayên Misilman blokeke pirreng pêk tîne, ku endamên wê ji sinifên navîn û ji burjuwazîya bazirgan jî derdikevin. Li pey qonaxa demokratîk a destpêkê, dabeşîyeke tevgera gelêrî tê xuyan, wek li Tûnis û Misirê. Rêxistinên siyasî li dijî domandina têkoşînên civakî yên mûçegiran derdikevin û wan wek "sinifparêz" nîşan didin, lê belê beşeke girîng a ciwanên sinifên navîn, endamên van rêxistinan jî di nav de, ji bo domandina serîhildanê bi biryar in.

Çavkanî

Gilbert Achcar: Profesorê li Dibistana Lêkolînên Rojhilatî û Afrîkayî (SOAS) ya Zanîngeha Londrayê. Pirtûka wî ya bê raperîna erebî ji xwe re dike mijar û wê li dawîya 2012ê ji hêla weşanxaneyên Sindbad-Actes Sud ve bê weşandin.

  1. Raphaël Kempf, "Racines ouvrières du soulèvement égyptien/Kokên Karker ên Raperîna Misrî ", adar 2011
  2. Karine Gantin û Omeyya Seddik, "Révolte du 'peuple des mines' en Tunisie/Serhildana ‘Xelkê Kanan’ li Tûnisê", Le Monde diplomatique, tîrmeh 2008
  3. Smaïn Laacher û Cédric Terzi, "Au Maghreb, les blogueurs sont fatigués/Li Mexrebê Blogvan Westiyane", Le Monde diplomatique, sibat 2012

Wergera ji fransî: Simko Destan