Wall Streetê dagir bike, tevgereka dilketîya xwe

Xefka protestoyeka bê daxwaz
Translator
Herkes Tea Party ya ku hez dike asta bacan kêm bike û tevgera Wall Streetê dagir bike ya ku ji ber şaxberdana newekhevîyan serî hilda weke dijberê hev nîşan dide. Lê belê tevî ku ya pêşî hê jî tesîrê dike di nava civakê de û li ser sazîyan, li hemberî vê ya din (bi awayekî demî?) konê xwe rakirin bêyî ku tiştekî mezin bi dest xistibe. Nivîskarê “Ji bo çi xizan dengê xwe didin rastgiran” ji vê encamê çend dersên sîtemkar ên stratejîya sîyasî distîne. Ew ji bûyera amerîkî û wê de jî deng vedide.

Dîmenek heye ku ez timî bi bîr dixim dema ku ez hewl didim bandora ruhpêhêner a Occupy Wall Street [Wall Streetê Dagir Bike!] çaxa wê nû destpêkirî li min kirî, bînim bîra xwe. Ez di trêneke metroyê ya li Washington D.C.yê bûm, min gotarek li ser protestoyên li Parka Zuccotti ya li Manhattanê dixwend. Sê salan piştî hewara malî ya Wall Streetê bû. Du salan piştî ku her kesê min nas dikir hêvîya xwe ji afirênerîya Barack Obama qut kiribû, bû. Du mehan piştî wê demê bû ku hevalên bankevanan ên di Partîya Komarparêz de welat yekser anîn ber petax û îflasê ji bo ku teorîyên xwe yên aborî yên dilwasker derxin pêş. Weke her kesê din, ez jî zivêr bûbûm, edî bes bû.

 

Bi herhalî, birêveberekî şirketan li vagona trêna metroyê siwar bû, cilûbergên bêqisûr lê, şemla wî bêqisûr, bi awayekî dîyar ji fuarekê vedigerîya, di destê wî de tûrikekî mezin yê li serê sloganên qure niqirandî yên der barê azamîkirina nirxê hîsedaran de yan ên dibêjin ka luks çi tiştekî xweş û nazik e yan jî dibêjin ka çi muhteşem e meriv serketî be – ew rengê hisê yê ku berîya demeka kurt adetî bû, lê belê raya giştî ya amerîkî bi awayekî hişk niha dijberê wê ye. Zilam bi awayekî darîçav ji ber wê nerehet bû. Û ez li rewşê ponijîm: berê ez dê nerehet û şermokî bûma ku nusxeyeka vê kovarê bi min re be di metroyeka bi serî ve tijî de, lê belê niha merivên wekî wî bûn yên ku divîyabû tiştê kirin veşêrin.

 

Demekê paşê min li vîdeoyeka peneleka tevgera Occupy ya li pirtûkfiroşekî New Yorkê lidarxistî temaşe kir; li cihekî vîdeoyê panelîstek li ber awayê protestovanan rabû yên ku digotin ew "ji bo xwe dipeyivîn", li gora wî divîyabû ew pê bihisîyana û bizanîyana ku ew beşek ji komekê ne. Panelîstekî din xwe avêt pêş da ku vê bersiva jêr bide wî:

Tiştê ez dixwazim bibêjim ew e ku meriv bi tenê dikarin ji bo xwe bipeyivin, xwe bi xwe wê bikeve ber jiholêrabûnê, li wir bi rêya ku xwe bi xwe dikeve ber lêpirsînê, çawa ku her fikra poststrukturalîst dê we di anarşîzmê re ber pê ve dahf bide... Ez dê qebûl bikim, ferdparêzîyeka ku civaka me bi awayekî mutleq li ser niqirandîye û dewam dike li ser xwe bi xwe diniqirîne ‘ez bi tenê dikarim ji bo xwe bipeyivim’, ‘bi tenê’ya li vir operatîf e û bêguman ev qad bi pêş de tên birin...

 

Çawa ku min ev herika dirêj û bêhêvî ya qaşo întellektuel van kelevajîyan bihîst, min di cih de pê dizanî, ev tişt mehkûm e têk biçe.

 

Par fîlozofê slovenî Slavoj Žižek cihê konvedana Occupy Wall Streetê hişyar kir bi gotinên "tehlûkeyek heye" û tiştê wî çêl lê dikir ne polîsê New Yorkê bû. "Dil nekevin xwe bi xwe."

Em demeka xweş li vir derbas dikin. Lê belê ji bîr nekin, şahî erzan tên. Ya girîng roja piştre ye, dema ku em li jîyanên normal vegerin. Gelo hingê dê hin tişt guhertî bin?

 

Ev axaftinên Žižek di kovara n+1ê Occupy de hatin weşandin: ji Amerîkaya dagirkirî dîmen, pirtûka yekem û yek ji yên herî zêde eklektîk ên ku dê li ser protestoyên par bihata weşandin. Piştî vê pirtûkê gelekên din hatin weşandin, yên ku axaftinên ji kesên konên xwe vedayî re (Noam Chomsky; Occupy, Zuccotti Park Press) ji nirxandinên dîrokî yên protestoyê (Todd Gitlin; Occupy Nation: The Roots, the Spirit, and the Promise of Occupy Wall Street / Neteweyê dagir bikin: reh, ruh û hêvîyên Occupy Wall Street [dide], HarperCollins), heta bi bibîranînên kolektîf ên beşdaran (Occupying Wall Street: The Inside Story of an Action that Changed America / Dagirkirina Wall Streetê: Serhatîya ji hundir a kirineka Amerîka guherî, Haymarket).

 

Hema hema tevahîya van pirtûkan çi kêm û çi zêde yekser di nava vê "tehlûkeya" ku Žižek li hemberî wê hişyar kir, digerin. Ew gelekî û bi awayekî bêhêvî ketine vê protestoyê. Her yek ji wan misoger qebûl dike ku çalakîya Occupy dinya hejand û îlham da – ya rastî ev helwêst pirî caran di sernavê pirtûkan bi xwe de xwe dide der, wekî mînak: (1) This Changes Everything: Occupy Wall Street and the 99% Movement / Vê yekê her tişt guherand: Occupy Wall Street û Tevgera % 99ê (Berrett-Koehler, $9.95). (2) Nivîskar lodekê ji superlatîfan çê dikin bêyî sînor û îhtîyatê. Nivîskarê Voices From the 99 Percent: An Oral History of the Occupy Wall Street Movement / Dengên ji % 99ê: Dîrokeka devkî ya Occupy Wall Street Movement (Red and Black) weha dinivîse "The 99% has awakened / % 99 hişyar bû". "Qada sîyasî ya amerîkî wê tu caran nebe mîna berê." Lê belê ev ne tiştek e dema ku meriv bigire li ber kelecana kevne nûçegihanê New York Timesê Chris Hedges. (3)Di Days of Destruction / Rojên Xirakirinê (Nation Books) ew tevgera Occupy dişibîne şorişên li Almanyaya Rojhilat, Çekoslovakya û Romanyayê. Ew ji bo protestovanên li New Yorkê weha dinivîse:

 

Di destpêkê de ne birêxistinkirî bûn, ne piştrast bûn ji xwe ka divê çi bikin, heta wan bawerî pê nedianî ku tiştekî hêja bi dest xistibin, lê belê bêyî ku pê zanibin, wan tevgereka berxwedanê ya li seranserê dinyayê belavbûyî da destpêkirin, vê tevgerê dê li tevahîya welêt û paytextên Ewropayê deng vedaya. Statukoya nerehet, ya ku bi awayekî tesîrdar bi dehsalan ji alîyê elîtan ve ferzkirî, derizîbû. Vegotineka nû ya hêz û desthilatdarîyê bi gewde bû. şorişê dest pê kir.

 

Ji bilî çend îstîsnayên li vir û li wir, ev pirtûk bi awayekî ecêb û merivan bitevizîne wekî hev in. Ew behsa heman anektodan dikin. Ew ji ber heman "danezanan" digirin. Ew di heman detay û kitekitan de dijîn. Heta yek li pey yê din ew heman şîroveyên dîrokî qebûl dikin.

 

Kitekitên vê karnavalê mijara hema hema tevahîya pirtûkên li vir tên nirxandin in – detay û kitekitên bi yektatîyeka hezker û tane tane hatine terîfkirin. Heke xwendevan bala xwe bide pirtûkê, hingê ew dikare êdî ewqasî der barê tiştê li Parka Zuccotti ya li New Yorkê qewimî fêr bibe, biqasî ku ew dikare ji pirtûkên din ên der barê xebitîna navxweyî ya birêveberîya Obama, yan jî biryardayîna Kongreyê de fêr bibe. (4) Ya rastî, li gorî pîvana peyvên serê metrekareya çapkirî, dibe ku Parka Zuccotti di dîroka nêz ya rojnamevanîyê de mijara herî zêde hatî bikaranîn be. Em hema hema der heqê her tiştê li wir qewimî de agahdar in û çîrok jî di her pirtûkê de tên dugêsinkirin: çawa daholvanan herkes hişyar dihişt, çi li Pira Brooklynê qewimî, çawa "people’s mic [bi alîkarîya destan dema meriv ji komekê re dipeyivin; nota wergêr]" xebitîn, fikra Civatên Giştî ji ku peyda bû, çawa herkesî zend û bend badan û şeveka bikelecan park paqij kirin da ku roja piştre xwe ji kirina der biparêzin.

 

Occupy bi xwe hema hema bi tevahî vemirî. Ew du mehan piştî ku dest pê kir ji Parka Zuccotti kirin der. Ji bilî çend komên xwecihî yên li vir û wir ên ku ji tîpên adetî yên çalakvanan pêk tên, OWS îro bi tevahî pûç bûye. Lehîya çapemenîyê ya ku berê li dora wê bû, fiş bû û çû tax û deverên din. Em kêlîyekê navberê bidin û em van agahîyên serketinê li ber yên cêwîyê dijber û şeytanî yê Occupyê ango tevgera Tea Partyê û vejîna firehtir a baskê sîyasetê yê rastê – ku ev tevger beşek jê ye – bigirin. Îcar, di bin derketina holê ya vê tevgera protestoyê ya li hev hatî anîn de, Partîya Komarparêz li Meclîsa Nûneran a DYAyê piranî bi dest xist; di qanûnçêkerîya dewletê ya netewe de jî wê qederê şeşsed kursî ji demokratan stendin; ji nivîsê û pêve ew hê jî senatorên komarparêz û endamên Kongreyê dineqîne wan kêm muhafezekar dibîne û tevger bi ser ket ku yekî ji yên ku wê binavkirî bike namzetê cihgirê serokê GOPê [GOP kurteya ji bo Grand Old Party e ku carinan ji bo Partîya Komarparêz tê bikaranîn; têbînîya wergêr].

 

Pirsa ku pirtûkên ez li vir dixim ber nirxandinê hewl didin bersiva wê bidin ev e: formula efsûnî ya ku kir OWS (Occupy Wall Street) evqasî serketî be çi ye? Lê belê, ha ev pirs bi xwe pirsa şaş e. Ya ku divîya me di buwara Occupy Wall Street de bipirsîya ev e: ji bo çi ev hewldan bi bin ket? Çawa çêbû ku OWSyê tevahîya soz û hêvîyên rojên xwe yên destpêkê berba û heba kirin? Çima di encamê de hewldanên herî populer ên Sîyaseta Çepgir jî di herîyeka zeliqokî ya axaftinên akademîk û helwêsta bêmane ya dijhîyerarşî de bist bûn?

 

Çalakîyê bêguman bi gurmînekê dest pê kir. Dema ku di îlona 2011an de dagirkirina Parka Zuccotti dest pê kir, doza OWSyê bi awayekî muhteşem populer bû, ya rastî, çawa ku Todd Gitlin (5)îşaret pê dike, hîletjêçûna Wall Streetê îhtîmal e doza herî populer ya baskê sîyaseta çepê be ji salên sihî û vir ve. Newekhevî gihîşte astên tirsnak û êdî ev ne kirineka radîkal bû dema ku meriv vê tiştê bibêje. Petax û îflasên bankeyan ên çend salên berîya wê kirin ku meriv bibînin ku hikûmet dîlê pereyê rêxistinkirî ye. Hema hema her kes wan rojan ji Wall Streetê nexweş bû; hema hema her kes wan rojan kêfxweş bû bibîne ku hinek di dawîyê de hêrsa me bi rûyê van sextekarên mûçeyên wan nepixandî de biteqîne. Meriv bûn ji kerîyên OWSyê yên standard. Bexş û alîkarîyên bi pereyên pêşin herikîn; bi heman awayî xwarin û pirtûk jî herikîn. Merivên navdar hatin Zuccottîyê û çapemenîyê dest pê kir ku pêvajoyê bi baldarîyeka ew pir kêm caran nîşanî çalakîyên çepgiran dide, ragihîne.

 

Lê belê ji bilî çend îstîsnayên li vir û li wir, van ragihandinan ev qebûla harîqulade ya doza Occupyê wekî qebûla çerxên tevgerê şaş şîrove kirin: li parkê vedana konan, awayê ku xwarin ji artêşeka protestovanan re hat dabînkirin, lêgerîna bêdawî ya ji bo lihevhatinekê, qebqebûya li dijî polîsan û biriqînên çavan. Ev tiştên ku hema hema nivîskar hemû ji hev cihê behsa wan dikin, tiştên ku bi rastî jî fenomena Occupy der barê wan de bû. Ev in ew agahîyên kite bi kite ku xelk dixwaze bi wan zanibe. (6)

Kulta beşdarbûnê

Li hemberî vê, gunehên bi rastî yên Wall Streetê pir kêmtir darî çav in. Wekî mînak, dema ku hûn pirtûka karê komek nivîskarên beşdarî protestoyan bûyî Occupying Wall Streetê bixwînin, tiştê hûn der barê deyndayîna talanker de pêşî dibihîsin tiştên ku polîsekî sempatîk di dema îflasa bankeyan de behsa wê dike ye. Nivîskar bi xwe qet qala wê nakin.

 

Û heke hûn dixwazin zanibin ka merivên li Zuccottîyê çawa dixwestin ajandaya bankeyan asteng bikin – ango wekî mînak wan çawa dixwest deyndayîna talanker rawestînin – hingê bi rastî jî hûn hatine cihê şaş. Ne ku ji ber ku zehmet e meriv zanibe ka çawa denydayîna talanker rawestîne, lê belê ji ber awayê ku kampanyaya Occupy di van pirtûkan de hatîye teswîrkirin, wisa xuya dike ku ji bilî avakirina "civakan" di qadên giştî de û îlhamdayîna merivan bi redda wan ya esîl ya li dijî hebûna lîderan tu meyilên wan ên din jî nebûn.

 

Mixabin, ev dîsa jî ne bes e. Avakirina çanda tevgereka demokratîk ji bo tevgerên çepgir heyatî ye, lê belê ev bi tenê destpêkek e. Occupy tu caran veneguherî tiştekî ji vê û wêde. Wê doza sîstemeka jêr-xezîneyê nekir, ya Populîstan [endamên Partîyeka Sîyasî ya ku li DYAyê nûnerîya berjewendîyên cotkaran dike; têbînîya wergêr] kirî. Wê grevek (yekî bi rastî), yan çalakîyeka rûniştinê, yan dorgirtina navendeka karpeydakirinê, yan jî bidestxistina buroya rektorekî bi rê ve ne bir.

 

Bi Occupyê re çanda horîzontal hertişt bû. Çawa ku protestovanan digot û piranîya pirtûkên li vir tên nirxandin jî li ser hemfikr in "pêvajo peyam e". Konvedan, xwarinçêkirin, civatên giştî û dagirtina qadên giştî yên berê behsa wan hatî kirin: Occupy bi tenê ji bo van bû. Ji van û wêde weha dîyar e hema hema tu stratejîya meriv behsa wê bike û ajandayeka meriv ragihîne dinyayê nebû.

 

Dibe ku were bîra we jî, hebûn an jî nebûna daxwazan tiştek bû ku wan rojên ku Occupyê bi rastî jî tiştek dagir dikir, protestovanên tevgera Occupyê bi awayekî bi kelecan di nava xwe de nîqaş dikir. Bi her halî, dema ku meriv salekê paşê van pirtûkan dixwîne, weha dîyar e ku li ser hatîye lihevkirin ku ev nîqaş tune were hesibandin. Hema hema tu nivîskarê li vir pirtûka wî tê nirxandin, wê yekser nebêje ku bisernexistina pêkanîna daxwazan şaşîyeka taktîkî bû. Berevajî: vegotina hema hema fermî ya bûyerê (Occupy Wall Street) henekê xwe bi daxwazan dike, wan wekî objeyeka fetîş ya tîpên çapemenîyê yên hêza wan ya fikrê lawaz ên ku bi awayekî ehmeqane pir doza hîyerarşîyê û xelekên fermandarîyê dikin, nîşan dide. Chris Hedges dibêje, daxwaz ew tişt bûn ku bi tenê "elîtan û berdevkên wan yên di çapemenîyê de" doza wan dikir. Merivên ronahîbûyî bi xwe, divîya baştir zanibin; daxwaz rewabûna dijber dihewînin, ango hikûmeta DYAyê û hevalên wê banke. Destpêkirina protestoyekê bêyî daxwazên fermî wekî destketîyeka mezin tê sêwirandin, nîşaneka derbaskirina mezîyetên demokratîk.

 

Û li vir digihêjin nakokîya sereke ya kampanyayê. Protestokirina Wall Streetê sala 2011an bi awayekî darîçav protestokirina bêterbîyetîya malî ya hetikî bû ya ku bû sedema Tevizîna Aborî ya Mezin; protestokirina hêza sîyasî ya pereyî bû ya ku bû sedema petaxan; protestokirina pratîkên tezmînkirinên bêkontrol yên ku keda hilberîner ya civaka me veguherandin bonusên ji bo ji sedî 1î [protestovanên OWSê xwe wekî ji sedî 99ê bi nav dikirin; têbînîya wergêr]. Bi herhalî, bi deregulasyon û kêmkirina bacê rê li ber van hersê karesatan hat vekirin – bi fîlozofîyeka rizgarbûnê di retorîka xwe de bi qasî ku Occupy di rastîya xwe de anarşîk bû. Tarafdarino, fikrên xwe yên destpêkê kontrol bikin: ya ku awayê jîyanê yê amerîkî wêran kir, serhildana bankevanan bi xwe li dijî dewleta nefret jê tê kirin bû.

 

Jêre poststrukturalîzma-bi anarşîzmê-birêveber jî ne pêwîst e ji bo ku meriv têbigihêje ka çawa van qewimînan berepaş bike. Hûn bi jinûve avakirina dewleteka nîzamker a xurt û jêhatî vê yekê dikin. Hûn vê bi jinûve avakirina tevgera karker dikin. Hûn vê bi burokrasîyê dikin.

 

Beşdarên Occupyê gelek caran weha dîyar bûn ku bi vê yekê dizanin. Tiştê ku we pir caran ji lêvên protestovanan rojên îlona 2011an dibihîst bînin bîra xwe: qanûna Glass-Steagall [di sala 1933yan de ji bo birêkûpêkkirina sektora bankevanîyê û kontrola wê hat erêkirin; têbînîya wergêr] jinûve bi gewde bikin, bankeyên veberhênanê û yên bazirganîyê ji hev cihê bikin, wan bi israr ev yek dixwest. Hikûmeta mezin dîsa bînin! Ewlekarîyê bi şûn ve bînin! Rewşa meriv têde aciz e bi şûn ve bînin!

 

Lê belê ev yek ne mimkin e ku îlhamê bide, xeyalan zindî û xurt bike. Baş e, meriv çawa şahî û karnavalê dewam bike dema ku bi dizî dilê xwe dibijîne muhasebekaran? Bi heta demeka nedîyar paşvexistina avêtina gava divê paşê bê avêtin. Bi nebûna daxwazan. Daxwazan wê îşaret pê bikirana ku mezinên ji henekan fêm nakin û doktrîner dîsa hatine ser kar û kêf û şahî jî betal bûye.

 

Ev rêyeka îlhamgir bû ji bo ku rewşê bi pêş bixe di destpêkê de û ji bo demekê ew serketineka mezin bû. Lê belê wê herweha demeka dîyar ya dawîhatina li protestoyan jî datanî pêş. Heta ku daxwaz û pêdivîyên logosentrîk (mentiqî) dihatin paşvexistin Occupy qet nedikarî biberide qonaxa piştre. Ew dê girtîyê tiştê ku Christopher Lasch rexne lê girtî – ji mêj ve hîn sala 1973yan – bimaya, wekî "kulta beşdarbûnê" ya ku têde tecrûbekirina protestokirinê tevahîya mane û mebesta  protestokirinê pêk tîne.

Kelevajîyên milîtanan

Retorîka li Parka Zuccotti jî bêguman bi dengekî bilind ya piranîyê bû. Lê belê di pratîkê de dema ku meriv li gorî van pirtûkan binirxîne, OWSyê çêşteka monoton bi awayekî matmayî bihêle tahm kir: akademîya, bi hindikek aktîvîzma karîyerê.

 

Protestovan di van pirtûkan de ne timî bi dagirkirinê hatine danasîn, lê dema ku ew dagirker in, hingê bi piranî derdikeve holê ku ew xwendekarên zanîngehê ne, yan yên ku nû ji zanîngehan mezûn bûne, yan xwendekarên piştî lîsansê ne û yan jî mamosteyên zanîngehê ne. Beşên mîna Roja Çalakîya Xwendekaran di çirîya paşîn a 2011an de cihekî fireh digire di serhatîyê de. (7) Slogan û dovîzên protestoyê berê xwe didin ber bi dozên bêdem ên ciwanîyê yên mîna xweîfadekirinê û xwe bi xwe peydakirinê (li ser dovîzeka protestoyê ya adetî ya li ser yekê ji van pritûkan hatî çapkirin weha dinivîsî "li rastîya xwe bi xwe bigerin"). (8)

 

Bûyer bi tevahî veguherî miqnatiseka meriv nikare xwe li ber hêza wê ya kêşanê bigire ji bo akademîsyenên radîkal yên beşên mîna teorîya çandî; ya rastî jî wisa dîyar e ji bo wan veguherîbû tiştekî wekî bûyereka pîroz, veguherîbû kêlîya ew li bendê bûn da ku bawerîyên xwe yên herî li ber dilên wan hêja, bixin pratîkê.

 

Helbet tu tiştekî şaş têde nîne ku xwendekarên zanîngehê û xwendekarên piştî lîsansê dakevin kolanan. Pêdivîya civakê heye di biwara wan de agahdar be. Dema ku bihayên qeydbûna zanîngehan gihişt astên ecêb bilind, dema ku xwendekarên nû mezûnbûyî bi awayekî adetî xwedîyê barekî deynan yê sedhezar dolarî ne û dema merivên ji bo doktorayekê dixwînin bi awayekî bêşerm tên bikaranîn û mêhtin, hingê em divê protesto bikin.

 

Divê wan sîstem asê bikira. Divê wan ji bo kontrolkirina bihayan daxwazên xwe bi qêrîn derbibira. Hema bi tenê binêrin bê îsal [sala 2012an; têbînîya wergêr] li Quebecê çi qewimî, li wir beşeka mezin ya xelkê daketin kolanan da ku destekê bidin komên xwendekaran yên ku doza xwendineka bilind ya ku karibin ji bin barê mesrefên wê rabin, dikirin: protestovan ya rastî bi ser ketin. Ya ku dixwestin, bi dest xistin. Protestoya civakî derfeta akademîk misoger kir. (9)

 

Ya ku ez li ber radibim berevajîyê vê yekê ye: [nîşandana] nîqaş û gengeşeya akademîk ya bi hêzeka mezin wekî modeleka protestoya civakî. Ji bo çi mijara Occupy evqasî pir zêde îlhamê dide heyranên xwe da ku ji bo peyvên xwe yên jargonî yên herî bipêşxistî bigihîjinê? Ji bo çi hin dagirkerên tevgera Occupy wê navber bidana çalakîyê da ku beşdarî nîqaşên panelan bibin? Ji bo çi hinên din tercîh kirin ku bibîranînên xwe yên protestoyê di rûpelên American Ethnologist de û sempatîyên xwe yên ji bo protestoyê jî di Journal of Critical Globalisation Studies de parve bikin? Ji bo çi nivîskarê gotareka (ez lê mikur werim gotareka pir balkêş) ya li ser komên daholvanan pêdivîyê hîs dike, îdîa bike ku ew li "lîteratura zanistî" zêde dike? Ji bo çi broşurek ku bi awayekî zelal armanca wê ew e ku aqilekî hevpar be ji bo serdema Occupyê, wê bi danezanên mîna yên li jêr tijî be:

 

Ya ku li vir em êrîşê dibin ser awayên serdest yên subjetîvîteyê ne, yên ku di çarçoveya krîza heyî ya civakî û sîyasî de ye. Em qebqebûyê dikin li çar fîgurên sereke yên subjektîf – yê deyndar, yê medyatîzekirî, yê bi nirxê menqûl û yê nûnerîya wî tê kirin – hemû jî xizan bûne û hêzên wan ên ji bo çalakîya civakî maskekirî ne û hatine mîstîfîzekirin.

 

Tevgerên raperîn û serhildanê li gora me wan navgînan didin me ku hem bi kêrî redkirina rejîmên zordar tên yên ku ev fîgurên subjektîf di bin desthilatdarîya wan de êşê dikişînin, hem jî bi kêr tên ku em van subjektîvîteyan veguherînin fîgurên  hêzê.

 

Û ji bo Xwedê, çima çend mehan piştî ku dagirkirina Parka Zuccotti dest pê kir, beşdarên tevgera Occupyê pêdivî hîs kirin ku kovara teorîya akademîk xwe bi xwe biweşînin? Kovareka ku paşê rûpelên xwe bi hewldanên nayên fêmkirin yên ku dîyar e ji bo careka din beredayîbûna axaftina teorîyê nîşan bidin hatine nivîsîn? Ma meriv bi vî rengî tevgereka girseyî ava dike? Bi rik tercîhkirina berevajîya gotin û axaftinên deqerû?

 

Erê, ez bi bersivê dizanim: ji bo ku protestoyek veguhere tevgereka firehtir ya civakî ew divê analîz bike, stratejîyan bi pêş bixe û teorîyan çêke. Ya rastî, vê yekê têra xwe teorî çekirin ji bo tevahîya protestoyên çil salên bihurî û hîn jî qet jê nehat ku mijarê rast deyne holê.

 

Occupyê gelek tişt rast kirin: sloganeka wê ya pir baş û dijminekî wê yê bêqisûr hebû û wê bala raya giştî kişand ser xwe. Wê çandeka tevgera demokratîk ava kir. Ew gihîşt hêza karker ya birêxistinbûyî, gaveka heyatî ber bi rêya rast ve. Wê gelekî behsa nirxê bingehîn yê çepgiran ango piştgirîyê kir. Lê belê di pratîkê de wisa dîyar bû ku pêşî daxwazên akademîk tên. OWS wekî qada ezmûnê ji bo teorîyê dihat bikaranîn. Di nav refên wê de ne bi tenê profesyonel û profesyonelên siberojê hebûn; pirî caran kampanya bi xwe weha xuya dikir ku qadeka ji bo îcazedayîna profesyonel be.

 

Ya rastî ev awayekî xweşbîn yê terîfkirina wê ye. Awayê reşbîn bi awayekî zelal pirtûka nû ya Michael Kazin ya bi navê American Dreamers / Xeyalperestên Amerîkî ye û bi awayekî hişyar wê rastîyê dibîne ku ji bilî îstîsnaya qismî ya kampanyaya dij-apartheid ya salên heştêyî, tu tevgera çepgir negihîştîye raya giştî ya fireh ya amerîkî ji serdema Mafên Sivîl / Şerê Vîyetnamê û vir ve. Ha, erê bêguman, di wê demê de gelek çepgir hebûn – nexasim jî li derdorên akademîk. Lêkolîna "berxwedanê" rêyeka çêkirina karîyerê ya gelekî hatîye bikaranîn e, heta terîfa hin jêrebeşan e jî. Lê belê tevî destketîyên xwe yên întelektuel hemûyan jî, sîyaseta çepgir her bi bin dikeve. Ew êdî hew dikare bibe xwedî dozeka hevpar bi xelkê amerîkî yê sade re.

 

Dibe ku ev yek qewimîbe ji ber ku di sîyaseta çepgir de yek pîşe serdest bû yê ku awayê wê yê xebatê bi qesd nayê fêmkirin, ultrahîyerarşîk, munaqeşeker û qusûrger – dana notên herî baş û yên herî xirab ji karûbarên wê yên rojane ne – û ev jî bi temamî dijbera piranîtîyê ye. Dibe ku ev yek qewimîbe, ji ber ku sîyaseta çepgir bi rastî jî cihekî piçûkxistina sofîtîyê ye ji bo merivên adetî, yên ku meriv dikare hema hema hemûyan bi rengekî emperyalîst gunehkarbûyî nîşan bide. Dibe ku sedema vê jî rûxîyana hilberîna berfireh be ya ku tevgerên civakî demode û kevin dike. Em pê nizanin. Û ji pirtûkên ku li vir tên nirxandin yek bi tenê jî me nêzî bersivê nake.

 

Merivên tevgera Occupyê hez ji merivên Tea Partyê nakin; ev jî xaleka din e ku herkes li ser hemfikr e. Ya rastî, di serê merivên tevgera Occupyê de merivên Tea Partyê bi rastî qet meriv nînin; rengên cihê yên prensîpên bîyolojîk ji bo wan derbas dibin. Em hewldaneka nû ya profesora zanîngeha Columbiayê Judit Butler di kovara teorîya tevgera Occupyê de li ber çavan bigirin, di vê nivîsê de ew bi kerx li ser civînên gel yên Tea Partyê dinivîse, li gorî wê merivan bi kêf tezahurat kirîye ji bo mirina li pêş merivên nexweş yên ku sîgorteya wan ya tendirustîyê nîne. Ew weha dipirse "di bin kîjan şert û mercên aborî û sîyasî de âwayên hôvîtî û zordarîyê yên bi kêf û şahî yên bi vî rengî didin der?"

 

Ev pirseka baş e. Bi her halî du paragraf paşê mijar, wekî ku mecbûrî be, guherî û bû tevgera Occupyê û reda wê ya li dijî daxwazan ya efsanewî û Butler ketîye nava teorîyeka li ser têgihiştinên cihê yên protestovanên di nava girseyê de: ew bi awayekî irsî lîberasyonîst in. Ew weha dinivîse "Dema ku beden kom dibin ji bo hêrsrabûna xwe ya li dijî niheqîyê derbibirin û hebûna xwe ya pirhejmar li qadên gelemperî pêk tînin, ew herweha dozên berfirehtir jî dikin. Ew dixwazin werin naskirin û qîmet bi wan were dayîn; ew mafekî nîşandan û pêkanîna azadîyê bi kar tînin; ew doza jîyaneka bi kêrî jîyanê tê dikin." (10)Bi awayekî xweber ev ew tiştê merivên hêrsrabûyî dikin e, hema wilo xwe nîşan didin û hebûna xwe bi bedenên xwe pêk tînin – lê belê merivên berîya bi du paragrafan behsa wan hatî kirin îstîsna ne. Li gorî texmîna min, dema ku merivên dicivin yên Tea Partyê ne hingê li ser bedenên wan barekî negatîf yan jî tiştek heye û ev bar yan jî tişt dike ku dema ew bicivin daxwaza wan jî ew be ku jîyana merivên din ji wan were kirin.

 

Ev jî cihêtîyeka pir mezin e, lewra herdu tevger jî seresere pir dişibin hev. Wekî mînak, herdu jî bi rengekî ku di ruhê wan de cih girtibe elaqedarî petaxên sala 2008an in. Beşdarên herduyan petaxan wekî "destbirakê kapîtalîzmê" bi nav dikin. Herdu jî nerazîbûna xwe bi dagirkirina qadên gelemperîyê didin zanîn û herdu awayên protestoyê jî pesnê xwe didin bi serhatîyên bi dirêjahî vedibêjin ka çawa kadroyên wan ji bo paqijhiştina van qadên giştî xebitîne. Hem Tea Partyê û hem jî tevgera Occupyê roleka girîng dan alîgirên Ron Paul; û merivî dikarî bangên "End the Fed [dawîyê bînin li Fedê; Fed îşaret bi bankeya navendî ya federal ya DYAyê dike ku serbixwe ye ji kontrola sîyasî; têbînîya wergêr] hem li Parka Zuccotti û hem jî li xwepêşandanên mezin ên Glenn Beck bibihîse. Wekî din jî maskeyên Guy Fawkers hebûn, di nava herdu koman de jî populer in (Grover Norquist maskeya xwe bi awayekî darîçav li ser maseya xwe nîşan dide), ev maske ne % 99ê ne jî red-stateka [eyaleteka amerîkî ya ku her komarparêzan di hilbijartinan de bi ser dixe] ji berê ve amerîkî temsîl dike, ew temsîla karekterekî bi tena serê xwe yê xet-çîrokan dike yê ku şerekî mafdar yê yek zilamî li dijî hikûmeteka zalim û zordar dimeşîne.

 

Çandên tevgeran jî dişibin hev. Hem alîgirên Tea Partyê û hem jî yên Occupyê daxwazên xwe şîlo hiştin, ev herî baş e ji bo ku nerazîyên ji gelek beşên civakê ji wan qut nebin. Herdu kom jî ezîyeta li wan hatî kirin ji xwe re dikin fetîş. Ji bo yên tevgera Occupyê ev zilimkar polîs in, yên ku gaza îsotê dipijiqînin ser mafdarên li qadê yên bêparastin û yên hatî cem hev; her yek ji van pirtûkan bi dirêjahî behsa vê yekê dike. (11) Pirtûka Will Brunch a bi navê October 1, 2011: The Battle of the Brooklyn Bridge / 1ê çirîya pêşîn a 2011an: muharebeya Brooklyn Bridgeê  (Kindle Singles) çil û pênc rûpelan behsa wê yekê dike ka çawa yek meşa tevgera Occupyê bi girtinên girseyî bi dawî bû, pirtûka Chomsky bi xwe nezikî "6705 kesên ji ber ku pişta tevgera Occupy digirtin heta îro hatî girtin" hatîye kirin. (12)

 

Li alîyê din ji bo Tea Partyê bi xwe ev çapemenîya lîberal e ku navê "rasîst" li wan dike hinekî zalim e, nivîskarên rastgir vê yekê bi awayekî ketibe nava ruhê wan, pirgêsinî dikin, çawa ku alîgirên Occupyê zilma Beşa Polîs ya New Yorkê (NYPD) bi heman rengî pirgêsinî dikin. Wekî mînak binêre li pirtûka Michael Graham a sala 2010an ya bi navê That’s No Angry Mob, That’s My Mom: Team Obama’s Assault on Tea-Party, Talk-Radio Americans / Ev ne girseyeka hêrsrabûyî ye, ev dayika min e: êrîşa koma Obama bi ser Tea-Partyê, amerîkîyên di bin bandora axaftinên radyoyê de, ev pirtûk hema hema ji serî heta binî bi tenê pêre elaqedar e ku heqaretên lîberal yên li dijî merivên Tea Partyê bike rêz.

 

Bêserokbûn fezîleteka din e ku indignados (nerazî) ên çepgir jî û yên rastgir jî lê xwedî derdikevin. Ya rastî, beşek di "manifestoya Tea Party" ya ku Dick Armey sala 2010an nivîsandî heye bi navê "Em Tevgereka Fikran in, ne ya Serokan". Mentiq li cem yên tevgera Occupy jî bi heman rengî ye. Çawa ku Armey îşaret pê dike; "Heke zanibin bê kî berpirsîyar e, hingê dikarin êrîşê bibin ser wê yan jî wî. Ew dê karibin muxalefeta zivêrker ya Tea Partyê bişkînin." Alîgirên tevgera Occupyê bêguman hema hema heman tiştî dibêjin: heke serokên we hebin hingê dikarin bikin ku ew bi alîyê dijber re tevbigere.

 

Gerçî bêguman  fikrê cihêker yê Occupyê yê dibêje protestokirin bi xwe armancek e – "pêvajo peyam e" – teqez ev bêmînak e, ne wisa? Piştî evqas tiştan, endamên tevgera Occupyê û dîroknivîskarên wan ewqas hêza mejî xerc kirin li teorîkirin, ravekirin û parastina fikra dibêje horîzontalîzm [dabeşkirina hêzê di nava civakê de bi awayekî wekhev; têbînîya wergêr] modelek, daxwazek û fîlosofîyek e yekbûyî ne, û ne mimkin e îhtîmal hebe ku dijberê wan yê sîyasî xwedîyê heman fikrê be.

 

Lê belê, bêguman ew xwedîyê heman fikrê ye – teorîya wê piçekî guhertî ye. Lîder Armey di manîfestoya Tea Partyê de dinivîse "Em navê ‘kaosa bedew’ li vê tevgera tevlîhev û pirreng dikin. Bi vê yekê em îşaret bi wê tiştê dikin ku niha têgihiştina serdest e di teorîya birêvebirina rêxistinî de: jinavendîkirina zanîna ferdî rêya herî baş e ji bo azamîkirina beşdarîya merivan." Jinavendîkirina muhteşem ya OWSyê divîyabû ruh bi hin teorîyên akademîk yên avakirina qadan bîne, Jinavendîkirina muhteşem ya Tea Partyê bi xwe ruh bi prensîpên bazarê tîne; ew ya herî dawî ya di teorîya birêvebirinê de zindî dike; ew demokrasîyê bi xwe bi gewde dike. Li alîyê din lîberalên hikûmeta-mezin bi xwe li gorî Armey wekî hîyerarşîyê hatine terîfkirin çawa ku bêguman dîroknivîskarên tevgera Occupyê ehmeqên mezin ên çapemenîyê piçûk dixin. Armey dide zanîn: "ew nikarin li nîzameka civakî ya nayê birêvebirin bifikirin". "kesek divê berpirsîyar be".

 

Heke meriv têra xwe ji nêz ve li çanda Tea Partyê binêre, hingê dikare şopên tevgera Occupya naxwaze daxwazan îfade bike, bibîne. Li tevgera hezkirî Ayn Rand (fîlozofeka bi temamî biqasî Judith Butler merivan aciz dike) û şahesera wê Atlas Shrugged/Atlasa daweşandî, ya ku têde "daxwaz" ew tişt in ku hikûmet li ser navê pêkhênerên xwe yên tiral û nehilberîner dike. (13) Li hemberî vê, karsaz bi xwe bi peymanan kar dikin; ew bi tenê bi rêya têkilîyên li gorî îdîayê li ser wan hatî lihevkirin yên bazarê tevdigerin. Çawa ku lîderê capital strike [dema ku pererazandina li sektoreka aborîyê tê rawestandin; têbînîya wergêr] ya di pirtûkê de John Galt bi axaftineka dirêj rave dike ji miletê amerîkî yê ku bi awayekî zelal  hîletê Rand jê diçû: "Tu daxwazên me ku em pêşkêşî we bikin, tu şertên em li ser bazarê bikin, tu lihevhatina em pêk bînin, nîne. Tu tiştê hûn pêşkêşî me bikin nîne. Pêdivîya me bi we nîne."

 

Greveka bê daxwaz? Çima na? Lewra daxwaz wê bên maneya rewatîya dijminê wan, ango dewletê. Peyva qelp ya sofîstîke ya Rand ji bo vê "cezakirina mexdûr" e. Dema ku giregirê karsazan – "mexdûr" e di nêrîna çelexwarî ya li dinyayê ya Rand de - xwe pêk tîne divê fêr bibe ku nimetên xwe ji civaka ku wî bi rîya bac û sînordarkirinan dimije dûr bigire. Dema ku ev milyarder ronahî dibe, êdî tiştekî ku bi talanker û kurtêlxurên cîhana lîberal re bide û bistîne nîne; bi tenê pêvajoya rikberîyê wê hebe.

Naxwe, plana ji % 1ê mazlûm ya Rand wê çawa bi ser keve? Bi avakirina modeleka civakê di qalibê ya kevin de, bi temamî wekî ku Occupy meyildar e bike. Milyarderên wê yên zilm li wan dibe li şûna ku civînan li parkan pêk bînin, xwe vedikişînin gelîyekî di nexşeyê de xetên wê nekişandî yê li Coloradoyê cihê ku ew kapîtalîzma bêqusûr ya nebizorê pêk tînin, kêmasîyên wê bi standardên zêrîn yê li malê çêkirî temam dibin.

Meriv mişterî çawa bixapîne?

Wekhevîyeka dawîyê. Hereketa îdeolojîk ya ku Tea Partyê ji yên din cihê dike bêguman ew e ku berê hêrsa raya giştî ya li dijî Wall Streetê guherand û da hikûmetê. (14) Û Occupyê jî heman tişt kir, helbet bi awayekî bêhtir neberbiçav û teorîk. Wekî mînak peyvên ku antropolog Jeffrey Juris hildibijêre dema dibêje ka çima dagirkirina parkan tiştê divîya were kirin e, em binirxînin: "Dagirkirinan hêza desthilatdar ya dewletê ya birêkûpêkkirin û kontrola dabeşkirina gewdeyan li qadê [li vir ji ber pênc cihan hatîye girtin] bi qismî xiste ber lêpirsîna bi xwedîbûn û ji nû ve manebarkirina qadên bajêr yên dîyar yên wekî parkên giştî, meydanan bi rêya bikaranîna wekî qadên civînên gel û xweîfadekirina demokratîk [li vir sê jibergirtinên din hene]." (15)Ev rengê retorîkê tîpîk in hem ji bo tevgera Occupy û hem jî ji bo çepgirên akademîk – timî şerê "dewletê" û hêza wê ya şeytanî ya "birêkûpêkkirin û kontrolkirinê" dikin – lê belê ew nivîsê pir ji nêz ve naxwîne ji bo ku pê bihise ku ev ziman bi hindikek guhertinê dikare wekî protestoyeka lîberalan ya li dijî dabeşkirina herêman jî xuya bike.

Ji ber ku tu pirtûka li vir behsa wê tê kirin wekhevî û paralelên di navbera herdu protestoyan de yên pir darîçav ciddî nagire, yek ji wan jî teorîyekê pêşkêş nake ji bo ravekirina evqasî pir zêde wekhevîya wan. Destûrê bidin min ez bi xwe rê bidim ber xwe.

Sedema ku Occupy û Tea Party kopîyên hev yên evqasî sosret bûn, ew bû ku herduyan jî xwe disipart lîbertarîyanîzma tiralî, ya ponijînê ya ku ser fikra me ya protestoyê van rojan digire, ji ciwanên Disney Channelê yên ku hez dikin bibin xwe bixwe heta bi ciwanên punk rockê yên ku Starbucksan talan dikin ev yek wisa ye. Ji Chris Hedges heta bi Paul Ryan, her mixalif bawer dike ku ew li dijî "dewletê" serî hildidin. Weha dîyar e ku ev yek di nava DNAya me ya çandî ya serdema me de ye; serhildêrên me yên rock ‘n’ rollê, lehengên me yên Hollywoodê, heta bi ajanên me yên FBIyê. Hîletê hemûyan ji dewletê diçe – protestovanên li Parka Zuccoti jî û bazirganên cil û bergên Zegna li xwe dikin, ev protestovan bawer dikin ku ditirsînin. Lê belê zehmetî jî li vir e: bi tenê ji rastgiran tê ku sûdê jê wergirin.

Dema ku tişt qewimîn û bi pêş ketin, Tea Partyê di rastîyê de xwedî li tu axaftina xwe ya der barê horîzontalîzmê de derneket; ev axaftin bi tenê ji bo ku tevgerê ji beşdarên muhtemel re cazib bike hebûn. Fikirdarên poststrukturalîst ên ku ji bo kovarên teorîyê binivîsin yên Tea Partyê nebûn, lê belê pereyên wê, rêxistina wê û tevneka kanalên televizyonan ya pişta wê digirt hebûn. Bi lez lîder û daxwazên xwe derxistin holê û di nav refên partîyeka sîyasî de cihê xwe girt. Weha dîyar e, zelûlî û bêserokbûn bi tenê ji bo şowê bûn – ev hîleyên reklamê bûn yên ji bo ku di rojên destpêkê de malê firotinê bigihînin girseyên herî fireh hatibûn sêwirandin.

Occupy Wall Streetê tu caran ev gav neavêt. Wê horîzontalbûna xwe cidî girt. Bi awayekî pir ecêb mezin bû di rojên xwe yên pêşî de, ewqasî ku herkesê ji tiştekî nerazî li dora standarta wê ya nedîyarkirî civîya. Lê belê piştî ku polîsan êrîş bir ser wan, hema hema tu tişt bi dest nexistin.

Îro jî wekî par ji bo min pir zelal e ku dawî wê li serdema muhafezekar were anîn, bi awayekî tevgera civakî ya girseyî ya sîyaseta çepê. Lê belê çi rengê tevgerê dikare bi ser keve?

Rêyek dikare ev be, tevgereka ku nirxên wê yên sereke ne ji dijmînatîyeka neberbiçav ya li dijî dewletê yan jî ji pêdivîya protestovanan ku dengê xwe peyda bikin derdikeve holê, lê belê ji jîyana rojane ya merivên kar dikin. Wê baştir be heke navenda tevgerê ne New York City be. Û bi tevahî heyatî ye ku ew ne ji ber daxwaza vejîna xeyala çalakvanekî ya der barê Parîsa sala 68an bi gewde bibe.

Li şûna wê Mississippi ya salên pêncîyê biceribînin. Flint, Michigan ya li der dora sala 1937an vejînin û hingê dibe ku hûn tiştan bi dest bixin. Li Omaha ya sala 1892yan binêrin û hingê dibe ku bûyer bi rengekî din biqewimin û bi pêş kevin.

 

* Rojnamevanê ’’Harper’s Magazin’’ û damezrênerê ’’The Baffler’’.

(1) SarahVan Gelder û koma Yes! Magazine, This Changes Everything : OccupyWall Street and the 99%Movement / Kovar, vê yekê her tişt guhert: OccupyWall Street û Tevgera % 99ê, Berrett-Koehler, San Francisco, 2012.

 

(2) Lenny Flank, Voices From the 99 Percent : An Oral History of the OccupyWall Street Movement / Ji sedî 99ê hin deng: dîrokeke devkî ya tevgera OccupyWall Street, Red Black & Publishers, St Petersburg (Floride), 2011.

 

(3) Chris Hedges û Joe Sacco, Jours de destruction, jours de révolte / Rojên xirakirinê, rojên raperînê, Futuropolis, Parîs, 2012.

 

(4) Gotara li jêr bixwîne: Robert Zaretsky, "Au Texas, le Tea Party impose son style / Li Texasê Tea Party şewazê xwe ferz dike", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2010ê.

 

(5) Todd Gitlin, Occupy Nation: The Roots, the Spirit, and the Promise of OccupyWall Street / Netewe dagir bike: kok, ruh û hêvîyên OccupyWall Streetê, It Books, NewYork, 2012.

 

(6) Collectif Writers for the 99 % /Nivîskarên kolektîf ji bo % 99ê, OccupyingWall Street: The Inside Story of an Action that Changed America / Dagirkirina Wall Streetê: Serhatîya ji hundir ve gotî ya çalakîyeke Amerîka guhertî, Haymarket Books, Chicago, 2012.

 

(7) Gotara li jêr bixwîne: Christopher Newfield, "La dette étudiante, une bombe à retardement / deynê xwendekêr, bombeyeke suwarkirî", Le Monde diplomatique, îlona 2012ê.

 

(8) Rewşeke ku em li deverên din jî çavdêrîya wê dikin. Gotara li jêr bixwîne: Pierre Rimbert, "La pensée critique dans l’enclos universitaire / fikra rexnegir di nava dîwarên zanîngehê de", Le Monde diplomatique, çileyê 2011ê.

 

(9) Antonio Negri û Michael Hardt, "Declaration / Danezan", Jacobin bi navê "Take up the baton / rahê ço" ji nû ve bi kar anî, www.jacobinmag.com

 

(10) Judith Butler, "From and against precarity / ji xizanîyê li hember xizanîyê", kanûna 2011ê, www.occupytheory.org

 

(11) Will Bunch, October 1st, 2011: The Battle of the Brooklyn Bridge / 1ê çirîya pêşîn a 2011ê: şerê pira Brooklynê, Kindle Singles, Seattle, 2012.

 

(12) Weke mînak, Michael Graham, That’s NoAngry Mob, That’s My Mom: Team Obama’s Assault on Tea-Party, Talk-Radio Americans / Ev ne girseyeke hêrrabûyî ye, ev dayika min e: êrîşa koma Obama li dijî Tea Partyê, Amerîkîyên di bin tesîra axaftinên Radyoyê de, Regnery Publishing, Washington, DC, 2010.

 

(13) Gotara li jêr bixwîne: François Flahault, "La philosophe du Tea Party / Fîlozofê Tea Partyê", Manière de voir, hejmar 125, "Où va l’Amérique?/Amerîka ber bi ku ve diçe", çirîya pêşîn û çirîya paşîn a 2012ê.

 

(14) Gotara li jêr bixwîne: "Et la droite américaine a détourné la colère populaire / Û sîyaseta rastgir a amerîkî berê hersa gel guherand", Le Monde diplomatique, çileyê 2012ê.

 

(15) Jeffrey S. Juris, "Reflections on #Occupy everywhere: Socialmedia, public space, and emerging logics of aggregation / Hizrên li ser her deverî dagir bike: Medyaya civakî, qadên giştî û mentiqên peyda dibin ên kombûnê", American Ethnologist, berg 39, hejmar 2, Davis (Californie), gulana 2012ê.

 

 

Wergera ji îngilizî: Luqman Guldivê