Wateyên mecazî û teşbîhî yên terorîstekî

Trajedîya Osloyê
Translator

Piştî trajedîya Osloyê, edîtorê versîyona norwêcî ya Le Monde diplomatique Remi Nilsen dipirse: Gelo di nav civaka norwêcî de tu tiştekî "tundrew" heye? Nivîsên Anders Behring Breivik gotinên wehşetnak ên beredayî yên zilamekî dîn nînin. Me ev tişt berê jî bihîstibûn.

Sê sal berîya niha, piştî ku li Fînlandîyayê zilamekî çekdar di dibistanekê de pênc kes kuştin, radyoya dewletê ya Fînladîyayê telefonî min kir. Wan ji min pirsîbû gelo bûyereke weha çima li Fînlandîyayê rû dabû, lê çima ne li Norwêcê, ji ber ku her du welat di warê çand, erdnîgarî û gelheyî de gelek wekî hev in. Wê demê ji bo min gelek dijwar bû ku ez bîra tiştekî weha bikim. Lê belê niha ez xwe di rewşa wan de dibînim û bi qasî wan jî matmayî me: Di civaka norwêcî de tiştekî "tundrew" heye? Gelo Norwêc civakeke sosyal demokrat e, ku gelek baş bi rê ve diçe û bi têgihên bawerî û yeksanî teşe girtiye?

Nûçeyên derbarê terorîstekî -ku êriş bir wekî ku wî xwe di gelek malperên Înternetê de wekî "muhafazakerê çandî" bi nav dikir- ku li pêşîya avahîya serokwezaretîya Norwêcê makîneyeke bombebarkirî teqandibû û li bajarekî nêzî Osloyê yê bi navê Utøya êrişî kombûna ciwanan kiribû û 76 kes kuştibûn, ji Norwêcê hatibû û vê nûçeyê Norwêc şok kir û kesî nedixwest bawer bike ku bûyereke weha li welatê wan pêk hatiye. Me tu caran guman nedikir ku tundrewên rastgir amade ne ku ji bo bawerîyên xwe bikevin nav liv û tevgeran. Gelo êrişker bi tenê zilamekî dîn e? Gurekî bi tenê ye, ku xwe bixwe radîkal kiriye? Û çima ciwanên endamê AUF, rêxistina ciwanan a Partîya Kedê ya Çepgir a Navendî ya ne-tundrew, qetl kirin?

Dibe ku em tu caran nikaribin bigihîjin bersiveke vekirî. Di warê tarîfkirinê de, kesekî ku ji mesafeyeke nêzîk de bi xwînsarî zarokan dikuje, psîkopat e. Lê dîsa jî, pirsa ku divê em ji xwe bikin ev e: Nîqaşeke giştî ya agresîf a siyasî, ku her ku diçe bilind dibe, çawa dikare rê li êrişeke weha bêrehm veke? Heger ev mecaz û kînaye bi wateyên xwe yên peyvî werin fam kirin, dê çi biqewime?

Yek ji taybetmendîyên siyaseta Îskandînavyayê, ku wê baş tarîf dike, ew e ku xelk ji pergala sosyal demokrat a heyî ewqas razî ye ku hemû partîyên siyasî jî vê pergalê dipejirînin, ku di nav wan de rastgir jî hene. (Di destpêka vê salê de rastgiran dîyar kir ku di afirandina vê pergalê de ew jî bi qasî tevgera kedê xwedî risteke navendî ne.) Rastgirên nîjadperest jî -nemaze yên li Danîmarkayê û herweha yên li Norwêc û Swêdê- ev pergal pejirand û ew, ne-yeksanîya ku her roj zêde dibe û ji alîyê globalîzasyona neolîberal ve hatiye afirandin, yan jî sanayîya malî ya çavbirçî na, lê belê koçberan wekî gefa herî mezin a li hember vê pergalê dibînin. Rastgirên lîberal jî bi îddîaya xwe ya roja qiyametê piştgirîya vê nihêrînê dikin û dibêjin sepandina vê pergalê ne mumkin e. (herçend rastî berevajîyê nîşan didin û hemû anket nîşan didin ku piranîya norwêcîyan razî ne ku pirtir bac bidin da ku pergala refahê ya welat bi rê ve biçe.)

Herçend Partîya Geşedanê jî (bi awayekî mecazî) fikra dagirkerîya misilmanan û komployeke li dij Ewropayê mezin dike jî, divê were gotin ku ew nîsbet bi Demokratên Swêdê, ku par di parlamentoya Swêdê de 20 kursî bi dest xistin, nermtir in. Serokê wan Jimmie Åkesson çendîn caran îslam ji Şerê Cîhanê yê II. û vir wekî mezintirîn gefa li dij Swêdê nirxand. Ev fikra gefxwarinê yan jî dagîrkerîyê li Danîmarkayê jî ji alîyê Partîya Gel a Danîmarkî ve tê bi lêv kirin. Ev partî, sêyemîn partîya mezin a welêt e (ku di hilbijartinên 2007ê de 13.8 dersedê dengan wergirt) û îddîa dike ku koçberên misilman "mezintirîn karesata neteweyî" ya dehan salan in. Ev partî herweha texsîr nake û bangawazîya ji bo têkoşîna li dij vê gefê dike, wekî tevgera berxwedanê ya danîmarkî ya dema Şerê Cîhanê yê II.

Dijminên sereke yê Breivik- û yên "muhafazakarên çandî" yên din -ne misilman bi xwe ne, ku ew rêz li hesta wan a hêzdar a nasnameyê digirin, lê belê dijminên wan ên sereke "Marksistên çandî" yên qels û "serpîrek" in, ku alîgirên fireçandîbûnê ne. Ev yek nîşan dide ka Breivik çima êrişî Partîya Kedê kir, lê ne mizgeftek yan cih û semboleke îslamî

Ev çend mînakên gelek nerm in ku nîşan didan ka ev gotinên nîjadperest ên aşkere çawa di siyasetên ewropî de bûne "normal": Wezîrên fransiz dibêjin hewce ye ku "nasnameya fransiz" were parastin; serokwezîrên Almanya û Brîtanyayê her du jî di destpêka îsal de diyar kir ku "fireçandîbûn têk çûye". Wan ji îddîaya bêbingeh a dijminên nepenî yên li dij bîyanîyan ku dibêje çandên cuda (an ku misilman û mesîhî) nikarin bi hev re bijîn pê ve tu argumaneke nû pêşkêş nekir. Tevgera Partîya Çay a amerîkî jî teqsîr nake ku Obama wekî Hîtler bi nav bike û teorîyên komployê yên derbarê Obama de belav dike. Di van teorîyên komployê de tê gotin ku Obama sîxurekî misilman e û dixwazin belgeya ji dayîkbûnê ya Obama bibînin. Heger xelk van gotinan, van metaforan wekî wateya wan a peyvî fam bikin, dê çi bibe?

Lê belê pirsîyar her dimîne: Çima Norwêc? Çima êrişeke nefretê ya bi vî rengî li welatekî aştîyane û ewle pêk hat, ku lê tengezarîyên civakî gelekî kêm in, hema bêje bêkarî qet nîne, û lê yeksanî serdest e û li gor raporên Neteweyên Yekgirtî, Norwêc baştirîn welat e ku mirov lê bijî.

Herçend li Norwêcê di warê deramed û çandê de cudahîyên çînî gelek hindik in jî, dîsa jî cudahîyek heye. Di deh yan bîst salên çûyî de çînên civakê guherîn û me dît ku hilbijêrên ji çîna karker dev ji Partîya Kedê ya sosyal demokrat berdan û deng dan Partîya Geşedanê ya populîst û dijminê bîyanîyan.

Sedema vê pevguherînê hîna jî razek e û gelek çepgiran hewl da ku "Koda Partîya Geşedanê" deşîfre bikin. Sedema ku herî zêde tê bi lêv kirin, profesyonelbûna Partîya Kedê an ku siyasetmedarên wan ji gel dûr ketine. Lê li alîyê din, Partîya Geşedanê pirtir "gelêrî" ye û xwe weha dîyar dikin. Populîst û derûdorên Rastgirên lîberal, ji destpêkirina guhnedanên li Danîmarka û piştî wê jî li Norwêcê li dij "zimanekî siyasî yê rêk û pêk" (political correctness) yên çepgiran dest bi "şerekî çandî" kir, ku Breivik di "manîfesto"ya xwe de gelek caran behsa vî zimanê siyasî dike. Hemû partîyên mezin ên li Norwecê xwe wekî sosyal demokrat bi nav dikin û herkes ji pergalê ewqas razî ye ku axaftineke dijberî pergalê dikare rê li karesateke hilbijartinan veke. Lê belê rastgirên lîberal û alîyên lîberaltir ên aborî yên Kedkaran hevbîr in ku pergala refahê di wadeyeke dirêj de ne mimkun e ku bi rê ve here. Helbet rastgirên lîberal jî pêşnîyar dikin ku xizmetên giştî werin arizî kirin û rastgirên populîst an ku Partîya Geşedanê sûc diavêje ser koçberan. Bi vî awayî serhevdeya nasnameya "gelêrî" û îzahatên hêsan ên ji bo pirsgirêkên komplîke yên aborî dikare sedema zêdebûna dijminahîya li dij bîyanîyan, ku her ku diçe zêdetir dibe, dîyar bike. Li vê yekê nijadperestîya li dij îslamê, ku piştî 9ê îlonê belav bû, zêde dibe. Lê dîsa jî ev hawîrdora dijminahîya li dij bîyanîyan bi tenê maxsûsê Norwêcê nîne. Dijminên sereke yê Breivik- û yên "muhafazakarên çandî" yên din, ne misilman bi xwe ne, ku ew rêz li hesta wan a hêzdar a nasnameyê digirin, lê belê dijminên wan ên sereke "Marksistên çandî" yên qels û "serpîrek" in, ku alîgirên fireçandîbûnê ne. Ev yek nîşan dide ka Breivik çima êrişî Partîya Kedê kir, lê ne mizgeftek yan cih û semboleke îslamî. Ev arguman ne nû ye û dikare li seranserî Ewropayê were dîtin: Çepgir, ji ber israra xwe ya li ser rabuhurîya emperyalîst a zilamê spî, zilamê spî riswa dikin. Lê yên din îddîa dikin ku rewş berevajî ye û tiştê ku çepgir dikin nîjadperestî ye. Her ji ber vê yekê Breivik bi israr dibêje ku ew li dij nîjadperestîyê ye.

Breivik li dij çepgirên navendî yên Norwêcê nefreteke gelek mezin nîşan dide. Li vê derê dînamîkeke civakî rista xwe dilîze, ku dijwar e bê tarîf kirin: Çima li cem zilamekî wekî wî, ku li rojavayê Osloyê di nav serwetmendîyê de mezin bûye, li dij siyaseta sereke nefreteke weha mezin peyda bibe? Bawer dikim ku di destê me de hîna jî têra xwe agahî nîne ku em bikaribin elementên dêrûnî ji elementên hawîrdora civakî û rewşa siyasî cuda bikin.

Li seranserî Ewropayê, em heman neyartîyê dibînin, ku li paş êrişa Breivik mebesteke siyasî heye

Li vê derê faktora "marksîst" nikare were paşguh kirin. Di çend salên çûyî de, lîberal rasgirên muhafazakar bi awayekî tund sûcên "komunîzm"ê (yên Stalîn û Pol Pot) bin xêz kirin û marksîzm û nazîzm wekî hev bi nav kirin. Argumana wan ew bû ku fikra guherîna civakî bi awayekî bêhemdî rê li rejîmên totalîter vedikin. Ev arguman gelek caran ji bo tawanbarkirina çepgiran hat bi kar anîn ku ew xwedî rojeveke nepenî ne. Mebest ew bû daxwaza çepgiran a ji bo civakeke adiltir û yeksantir were bertaraf kirin. Ev stratejî bû sedema xitimîna gotûbêjên siyasî yên li ser pêşdeçûna sosyo-ekonomîk a civakên me û gotûbêj êdî nema li ser parvekirina serweta neteweyî û anîna mirovan a li cem hev bû, lê belê veguherîn "şerên çandî".

Li seranserî Ewropayê, em heman neyartîyê dibînin, ku li paş êrişa Breivik mebesteke siyasî heye. Dijwar e ku mirov sedema tevgerîna wî ya weha tundrew peyda bike, lê belê di vê merheleya zû de tiştek heye ku em dikarin hîn bibin; ew jî ew e ku di qada giştî de normalîzebûna nîjadperestîyê û gotinên agresîf dikarin kesên bêzar radikalîze bikin. Rastgirên populer û dijiminên bîyanîyan divê ji ber van çalakîyên wehşetnak ên terorîzmê neyên tewanbar kirin. Çalakîyên bi vî rengî bi awayekî nerasterast berpirsîyarîyên me hemûyan dîyar dikin. Mecaz û teşbîh dikarin bi wateyên wan ên peyvî werin fam kirin. Ev yek ne pirsgirêkeke azadîya xwe derbirînê ye, lê belê jidilî û berpirsîyarîya gotarên siyasî ye.

Çavkanî

Remi Nilsen:
Edîtorê versîyona norwêcî ya Le Monde diplomatique

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya