Wêrekî yan xetimîn

Hilbijartinên serokkomarîyê li Fransayê
Translator

Qetla heft kesan ji alîyê cîhadîyekî ve ji bo wextekî muweqet bû sedemê derketina ji rojevê ya kampanya serokdewletîyê ya fransî ya li ser mijarên aborî ku di navenda hilbijartinê de cih digirin. Çend hefte piştî hilbijartina 6ê gulanê, serokomarê nû wê tevlî zîrweya G20ê jî bibe. Û yekcar divê ew biryarê bide; ji nûve guftûgo bike, an jî xwe nede ber peymana ewropî ya xwe dispêre zihniyeta rastgirên alman ên ku tê payîn siyasetên kemberşidandinê dijwartir bikin. Riya siyaseta aborî û civakî ya Fransayê jî wê girêdayî vê tercîhê be, lê belê herwiha girêdayî sazbûna ewropî.

Gelo hilbijartinên li Fransayê wê rê li ber guhertina serokkomar veke, bêyî ku bigihêjin armancên dîyarker yên serdema ji sala 2007ê ve destpêkirî? Nobetguhertina siyasî wê ji bo fransîyan bîhnfirehîyekê pêk bîne. Lewma ji bilî şaşîyên ku herî zêde tên zanîn yên serokkomarê dewra wî temam dibe –li her deverî hazirbûna wî, xwederxistina wî ya pêş, jêhatîbûna wî di gotina hertiştî û piştre gotina berevajîyê heman tiştî, heyranîya wî ya ji bo dewlemendan, hema hema biqasî mêyila wî ya ku bêkar, koçber, misilman, yan jî memûran vediguherîne serê gunehan ji bo tevahîya hêrs û ziwêrîyan–, pênc salên bihurîn herweha paşveçûneke demokrasîya siyasî û ya serwerîya gel jî ne.

Piştî referandûma gulana 2005ê namzedên serokomarîyê yên biçin Qesra Elysée yên du partîyên sereke yên di parlemanê de, muxalefeta piranîyeke fransîyan a li dijî avahîyeke ewropî ya ku tevahîya şaşîyên wê yên sêwirandin îro xwe didin der, nexwestin bibînin. Dengdayîna hilbijartinê bi dengekî nekeve ber nîqaşê di encama guftûgoyeke neteweyî ya kalîteya wê ji kampanyaya hilbijartinê ya niha çêtir, xwe îfade kir. Û serokkomarîya Nicolas Sarkozy yê jê dihat hêvî kirin bibe nîşana vegera dilxwazîya siyasî, bi dîyarkirinên mirovan matmayî dihêlin, bi dawî dibe. Li alîyekî tevahîya namzedên çepgir rexneyan li bankeyan digirin, li alîyê din wezîrê aborîyê yê Fransayê xwe lê datîne ku “mirov fînansê ji xwe re bike hedef, ev yek biqasî ku mirov bibêje ‘ez li dijî baranê me’, ‘ez li dijî sermayê me’ yan jî ‘ez li dijî mijê me’ ehmeqane ye”. Serokwezîr François Fillon bi xwe pêşniyazî namzedê Partîya Sosyalîst François Hollande dike ku “bernameya xwe ya hilbijartinê bixe ber pîvana Standart & poor’sê”. (1)

Tabîkirina derdorên birêveber ên fransî li “demokrasîya li gor bazarê” ementûya îdîakirî ya rastgirîyeke alman a her diçe bêhtir jixwerazî û gewî ye û ev şîar herweha serwerîya gel jî dimehînin, jê kêm dikin. Rakirina vê îpotekê li navenda vê dengdayîna li pêşîya me ye. Û ferz dike ku bêyî virde û wêde şertên nîqaşa ewropî werin danîn. Herkes pê dizane ku bernameyên siyaseta hişk a aborîyê ên ku ji du salan û vir ve bi çavsorî hatin pêk anîn, bi kêrî tu başbûna pirsgirêkên deyndarîyê nehatin –û wê neyên jî– ev bername xwe lê datînin ku dixwazin van pirsgirêkên deyndarîyê çareser bikin. Stratejîyeke çepgir a wê qeyd û benda malî nexe ber lêpirsînê, di encamê de di dewra yekem a hilbijartinan de were mehkûm kirin û têk biçe. Lê belê rewşa siyasî ya ewropî nahêle ku mirov xeyalan bike, ev tişt dikare bê xebat û tekoşîn pêk were.

Halê hazir, herikîna pereyan ku derbxane bi erzanî dide bankeyan da ku ew jî bihatir wan bi deyn bidin dewletan, pêşî li xetimîneke giştî digire. Lê ev mohlet bi tenê girêdayî Bankaya Navendî ya Ewropî (ECB) ye ku xwe dispêre “serxwebûneke” ku peymanan bi awayekî bê tedbîr danê. Ji bo dema dirêjtir, piranîya welatên endam ên Yekîtîya Ewropayê, li gor daxwazên Almanyayê yên ku Parîs wan bi sernermî teqlîd dike, soza hişkkirina siyasetên şidandina aborî dane û qebûl kirin ku wê sîstemeke cezakirinê ya dijwar li ser ên muxalif ferz bikin. Ev yek jî peymana li ser Îstiqrar Koordînasyon û Birêveberîyê (PILR) ya ku van rojan tê mohr kirin, misoger dike.

Êdî tehlûke heye ku cezayê li Yewnanistanê hat birîn, were serê Spanyayê jî, tevî ku rêjeya bêkarîyê lê bûye % 22.8 jî, jê tê xwestin ku lihevderneketina budçeya xwe yekê ji sisiyan kêm bike. Portekîz di heman rewşê de ye, ew jî neçar e ji lêçûnên xwe yên dewletê kêm bike, tevî ku rêjeya faîzên deynên wê pir bi hewa dikeve (di adarê de % 14) û welat di piçûkbûna aborî de teqinîye (sala 2011ê rêjeya mezinbûna aborîya wê % -3 bû). Li ser dewletan hatiye ferz kirin ku budceyên xwe bêhtir hişk bikin û mesrefan kêm bikin, heman dewlet ketine ber çerxa bêkarîya girseyî de û ev rewş berê jî hatiye dîtin; dermannameya aborî û civakî ya salên 1930ê li Fransayê bi vî rengî bû... Hingê ravekirina sosyalîstan weha bû: “deflasyon krîzê xirabtir dike, ew hilberînê û hatina ji bacan kêm dike”. (2)

Ehmeqîya siyasetên îro bi tenê wan kesan metelmayî dike yên ku hê jî difikirin ev siyaset dikarin bi kêrî berjewendîyên giştî werin û ne bi kêrî olîgarşîyên kurtêlxwur ên ku bi milê dewletê ve zeliqîne. Heke rûyekî fînansê heye, ew jî ev rû ye. (3) Mirov vî dijminî bi nav bike, ev ê bike ku li dijî wî çêtir seferber bike.

Heke li Fransayê desthilatdarî dest biguhere, xistina ber lêpirsînê ya PILRê (yan jî siyasetên aborîya jixwekêmkirinê yên bi heman xisletê) divê bibe karê mutleq li pêş yê serokkomarê nû, ew kî dibe bila bibe. Serketin û têkçûna vî karî wê ya mayî dîyar bike: Perwerde, xizmetên gelemperîyê, edaleta bacê, îstîxdam. Holland hez dikir çerx û mekanîzmaya hevgirtina ewropî ku ew piştevanîya wê dike û dermankirina bi rêbaza şokê ya lîberal ku ew li dij e, ji hev cihê bike. Wî niha zend û bend badane da ku PILRyê “ji nû ve muzakere bike”, hêvîya wî jî lê zêdekirina “baskekî mezinbûna aborî û îstîxdamê” ye ku di asta parzemînî de pişta projeyên pîşesazîyê digire.

Li gor Jean-Luc Mélenchon bi xwe “ti siyaseta çepgir di çarçoveya van peymanan de ne mumkin e”. Bi awayekî têra xwe mentiqane namzedê Bereya Çepgir li dijî PILRyê ye, ew herweha li dijî Çerxa Îstîqrarê ya Ewropî (ÇÎE) ye jî ya ku pêş dibîne alîkarîya malî bi welatên rewşa wan pir xirab re were kirin, wan welatên jî berîya vê alîkarîyê divê tedbîrên pir hişk ên hevsengîya budceyî qebûl kiribin. Namzeda jîngehparêz û namzedên troçkîst jî kampanyaya xwe ji bo “teftîşeke ewropî ya deynên dewletê” dikin, heta hin jê wê weke nerewa bi nav dikin, derbê lê dixin, argumana wan jî ew e ku kêmbûna bacê ya van bîst salên dawîyê û faîzên dayî deyndêran esasê asta wan ya heyî rave dike.

"Tewa elastîk" a 1997ê

Piranîya dewletên ewropî ku Almanya serkêşîya wan dike yên ku li dijî ji nû ve muzakerekirina peymanan in, li ti tiştê bi vî rengî nafikire. Û jixwe hîç nafikire ku meblaxên mezin bide wan dewletên di rewşeke zehmet a malî de bêyî ku ev dewlet birêveberîya xwe ya “çê” bi kefalet piştrast nekin. Maneya vê ev e, ew ê li alîyekî taybetîkirinên nû qebûl bikin û beşeke girîng a bergirîyên xwe yên civakî (mûçeyên teqawîdan, alîkarîya bêkarîyê, tesbîta mûçeyê herî kêm, hwd.) bixin ber lêpirsînê. Jixwe wekî din serokê Bankeya Navendî ya Ewropî Mario Draghi 24ê sibata bihurî di hevpeyvîneke bi Wall Street Journal re bi kurtî weha derbirî “Êdî ewropî ewqasî dewlemend nînin ku heqê herkesî bidin ku kar nekin”. Kevne cîgirê serokê Goldman Sachsê li peyvên xwe zêde kir û got, li gor siyaseteke jixwekêmkirina aborî ya “baş” divê hem bac werin kêm kirin (tu namzedên fransî heta bi Sarkozy jî vê yekê pêşnîyaz nakin) û hem jî lêçûnên dewletê.

Em evqasî bibêjin, serokkomarekî çepgir wê pir zû li benda muxalefeta piranîya hikûmetên Yekîtîya Ewropayê ku piranîya wan muhafezekar in û ECBê bikeve, jixwe nabe em Komîsyona Ewropî ya ku José Manuel Barroso serokatîya wê dike, ji bîr bikin. Ji ber vê yekê bi awayekî biryardar serokwezîrên brîtanî, polonî, îtalî û alman red kir ku favorîyê anketan ên fransî qebûl bikin, li gor wan ew li gor serokê niha kêmtir sernerm e.

Wezîrê malîyê yê hollandî Jan Kees de Jager ji niha ve dest nîşan kir “em qet ne hevalbendên ji nû ve muzakerekirinê ne. Li alîyê din heke Hollande dixwaze reforman ji destpêkê ve bi rê ve bibe, hingê em ê li cem wî bin, çi reformên lîberalkirina xizmetan bin û çi jî reformên bazara kar bin.” (4) Em hemûyî bi kurtî îfade bikin, hemû serokkomarên fransî yên çepgir wê desteka Hollandayê bistînin heke siyaseteke ji ya Sarkozy lîberaltir pêk bînin...

Angela Merkel bi xwe meylên xwe yên partîzanî qet venaşêre: Wê da zanîn ku ew amade ye tevlî mîtîngên rastgirên fransî bibe. Sosyalîstên alman bi xwe kêmtir bi hewes in li hemberî hempîşeyên xwe yên li alîyê din ên Çemê Reynê. Serokê partîyê Sigmar Gabriel dîyar kir ku ew piştgirîya çepgirên fransî dike, lê belê birêveberekî din Peer Steinbrück ku bi xwe jî hêvîyan ji xwe dike ku piştî 18 mehan bibe serokwezîr, angajmana Hollande ya ji bo “careke din muzakerekirina van lihevkirinan [ên ewropî] hemûyan” weke safdilî bi nav dike. Ew texmîn dike ku namzedê fransî wê çerx bike û li ya xwe biqulibe: “Heke ew were hilbijartin, siyaseta wî dibe ku bi awayekî darîçav ji ya ku dibêje cuda be”. (5)

Nabe ku em hîpotezeke bi vî rengî li derve bihêlin. Sala 1997ê hê hingê sosyalîstên fransî berîya hilbijartinên parlemanê soz dabûn ku ew ê Pakta Îstîqrarê ya Ewropî ya li Amsterdamê mohrkirî –li gor Mionel Jospin “tawîzeke bi awayekî absurd dayî hikûmeta alman”– ji nû ve muzakere bikin. Piştî ku bûn desthilatdar, çepa fransî bi tenê şert “û mezinbûna aborî” li peymana bi navê “Pakta Îstîqrarê” zêde kirin.

Birêveberê niha yê kampanyaya hilbijartinan a Hollande, Pierre Moscovici ye, ew sala 2003yê ji nû ve li vê çerxkirina ji gotin vegeriya. Dema ku mirov ji nû ve dixwîne, mumkin nîne ku mirov li rewşa ku belkî piştî gulana li pêşîya me dest pê bike, nefikire: “Peymana Amsterdamê hatibû muzakere kirin –bi awayekî pir xirab– berîya ku em bibin berpirsîyar. Tê de gelek kêmasî hebûn –û serê pêşî naverokeke civakî ya zêde kêm. (...) Hikûmeta pêşî dikarî bi awayekî rewa wê erê neke (...), yan jî qet nebe doza ji nû ve muzakerekirina li ser wê bike. Ev nebû tercîha me ya dawî [Moscivici hingê wezîrê karên ewropî bû]. Lewra em li qesra Elysée bi Jacques Chirac re bi krîzeke sêalî re rûbirû bûbûn. Krîza franko-alman, lewma heke em vekişîyaban, vê yekê wê bi carekê têkilîyên me bi hevkarê me yê sereke re tevlîhev bikira (...). Krîza bi bazarên malî re ku birêveberên wan hez dikirin peyman were erê kirin (...) herî dawî jî krîza bihevremanê. (...) Lionel Jospin bi awayekî rast biryar da ku qadê veguhêze, hem li rêyeke hêsan a paşve gav avêtinê û hem jî jêfilitîneke biserketî gerîya. Ango di berdêla razîbûna ji Peymana Amsterdamê de biryara pêşî ya Konseyeke Ewropî ya ji bo mezinbûna aborî û îstîxdamê bi dest xist”. (6)

Heke di gulan û hezîrana li pêşîya me de çepgir di hilbijartinên serokkomarîyê de biserkevin , paşê jî di yên parlemanê de, wê du hêman ji tabloya me li vir xêzkirî biguherin. Li alîyekî desthilatdarîya birêveber a fransî wê ne weke berîya panzdeh salan hatibe parve kirin; lêbelê li alîyê din hevsengîya siyasî ya ewropayê ku sala 1997ê ber bi navend-çepê ve meyildar bû, îro bi awayekî xurt alîyê rastgir nîşan dide. Ango, heta bi hikûmeteke ewqasî muhafezekar a mîna serokwezîrê spanî Mariano Rajoy jî êdî fikaran dike ji dermankirina jixwekêmkirina aborî a daîmî ya ku hikûmetên alman ji bo wî plan dikin. Bi vî awayî wî 2yê adara bihurî “biryara dewletê” ya qebûlnekirina kirasê bi zorê yê budceyî yê ewropî da zanîn.

Hema hema di heman demê de duzîneyek welatên din di nav wan de Îtalya, Îngiltere û Polonya jî doza ji nû ve rêdana ber siyaseta aborî kirin, ew siyaseta aborî ku ji alîyê duserîyên elmano-fransî hatî sêwirandin. Hollande dikare kêfa xwe bi vê yekê bîne. Ew hêvî dike ku hilbijartina wî ya muhtemel wê têkilîyên hêzên parzemînê serûbinî hev bike, bêyî ku ew neçarî vemalîna zendûbendan –bi gelek hikûmetên ewropî, ECB û Komîsyona Brukselê re li qayişkêşana hêzê bibe–a ku hîletê wî bi awayekî eşkere jê diçe. Ya rast ji nû ve rêdana ku welatên lîberal dixwazin, ti elaqeya wê bi wê tiştê re nîne ku ew bi xwe pêşniyaz dike. Peyva “mezinbûna aborî” ji bo hinan qebûlkirina siyasetên pêşniyaza thatcherî (kêmkirina bacan, lîberalkirina civakî û jîngehî) ye, ji bo yên din pakêteke piçûk a veberhênanên dewletê (perwerde, lêkolîn, binesazî) ye. Ev rewşa şêlo wê heta hetayê nemîne. Pir bi lez û bez divê mirov bi “guhnedana ewropî” re rûbirû bibe, Mélenchon û hêzên din ên çepgir vê yekê pêşniyaz dikin.Yan jî dewamkirina bêhêvî li ser riya ku ji niha ve dane ber xwe.

Ji bilî ya ku wan ji hev cuda dike –weke mînak di warê edaleta bacê de– Sarkozy û Hollande destek dan heman peymanên ewropî yên Maastricht û Lîzbonê. Her duyan jî hedefên pir hişk ên kêmkirina lihevderneketina budceya dewletê (sala 2013ê %3ê Hilberîna Nesafî ya Hundir, sala 2016 ev rêje %0 û sala 2017ê jî) erê kirin. Her du jî proteksîyonîzmê [siyaseta parastina hilberîneran li dijî hevrikîya hilberînerên welatên din; nota wergêr] red dikin. Her du li hêvîyê ne ku mezinbûna aborî her tiştî çareser bike. Ew berê siyasetên derve û bergirîyê yên weke hev diparêzin, heta bi wê astê ku sosyalîstên fransî êdî bi destê Fransayê ji nû ve bicihkirina fermandarîya yekbûyî ya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) jî naxin ber lêpirsînê.

Dîsa jî êdî wext e mirov xwe ji tevahîya van şertan qut bike. Guhertina serokkomar şertê vê yekê ye. Lêbelê ne dîroka desthilatdarbûna siyaseta çepgir û ne jî rêveçûna kampanyaya heyî destûrê nadin ku mirov bifikire ku ev ê karibe têrê bike.

Çavkanî

  1. Bi dorê RTL, 22ê çileya 2012ê, û Le Journal du dimanche, Parîs, 15ê çileya 2012ê
  2. Destpêka pêşniyazqanûna budceyî ya koma sosyalîst ji bo sala 1933ê
  3. Dosyeya me bixwîne “Birêvebirina bankeyan”, Le Monde diplomatique, hezîrana 2010ê
  4. Le Monde, 1ê adara 2012
  5. AFP, 15 sibata 2012ê
  6. Pierre Moscovici, Un an après/Salekê Piştre, Flammarion, Parîs, 2003, rûpel 90-91

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê