Weşanxaneyên Kurdî

Weşanxane, di pêşketina civakan de xwedî roleke girîng in. Di nav xebatên medyayê de, di kar û barên ragihandina rojane de weşanxaneyên pirtûkan diweşînin, gelek girîng in: Berhem û weşanên wan ên wek pirtûk dikarin hertim ji nû ve bên weşandin û belavkirin; bandora wan li ser civakê hertim heye. Civak bi medyaya rojane dibe xwedîya agahdarîyên rojevê, lê ji pirtûkan gelek tiştan fêr dibe, dikare hertim bixwîne û kengê bixwaze pirtûk amade ne, wek dostên wefadar di nav refan de li benda xwendevanên xwe aram radiwestin.

Weşanxane ne bi tenê pirtûkên fêrkirinê, herwiha pirtûkên dilnewa jî diweşînin; roman, helbest, çîrok, bîranîn, şano, senaryo ûwd. ne tenê tiştan fêrî mirovan dikin; ew dengdarîya dil, bangewazîya gîyan û livbazîya vîyanê jî dikin. Gava mirov pirtûkên wêjeyî dixwîne, ji westandina rojê vedigere aramîya navxweyî, dengê xwe, dengê aramîya hundirê xwe guhdarî dike, bi xwe re aşt dibe. Kêlîyek be jî bi xwe, bi aramîya xwe re bi tenê dimîne. Dikare ji nû ve bifikire; pêş û paşeroja xwe bîne ber çavên xwe, kêm û kurtahî, rastî û şaşîyên xwe ji ber çavan derbas bike. Aramîya dil, gîyan û hişmendîyê nebe, mirov nikare çavdêrîya xwe bike, tenê bi tiştên dervayê xwe mijûl dibe.

Weşanxane xwedî roleke girîng in. Gelên cîhanê gelek zêde sûd ji berhemên wan werdigirin lê kurd… Kurd ji vê yekê jî bêpar in: Heta demeke berîya niha li gelek deverên Kurdistanê bi zimanê kurdî weşan qedexe bû. Encamên van qedexeyan hîn jî nahêle ku weşanxane di karên xwe de serkevtî bin, ji ber ku nikarin pirtûkên çap dikin, belav bikin, xwendevanên wan gelek kêm in. Mînak piranîya kurdên bakur nikarin bi zimanê xwe bixwînin, zimanê wan nebûye zimanê dibistan û perwerdeyê. Weşanxane bi bername û mijarên herî xurt jî derkevin, nikarin berhemên xwe zêde belav bikin û bi firotina van berheman hebûna xwe berdewam bikin (em li vê derê behsa nivîskaran nakin, ka ew di çi rewşên dijwar de berheman çap dikin). Di van salên dawîyê de hin derfet derketine holê, lê ev derfet hîn baş belav nabin, bi temamî nagihîjin cîyên pêwîst. Hin weşanxaneyên kurdî dikarin weşana xwe berdewam bikin, derfet bi vî awayî çêbûye lê…

Ji alîyê din ve gelek weşanxaneyên kurdî hene, temenê wan têrî çend berheman dike, paşê wek kulîyên berfê ji asîmanan dadiwerin jêr û dihelin. Weşanxaneyên pîşeyî hîn çênebûne, mînak: Hîn weşanxaneyên pîşeyî yên zanist, perwerde, dibistan, civak, tib, matematîk, huner, wêne, katalogên şêwekarî, teknîk, felsefe, derûnî, erdnîgarî ûwd. yên li ser beşên xwe bispor nehatine meydanê, xwe bi karên pîşeyî kûr nekirine; weşanxaneyên kurdî di her beşan de pirtûkan diweşînin. Bi piranî helbest, çîrok tên weşandin. Pêşketin hene; roman, bîyografî, pirtûkên zanistî jî tên weşandin, lê ew bi piranî ne berhemên nû ne. Bi projeyên bernamekirî berhem nayên afirandin û weşandin, pirtûkên herî nû û nûjen yên cîhanê nayên wergerandin, piranî vegereke ber bi yên kevnare heye. Ev yek jî pêwîst e, divê ew jî bên wergerandin, an ji nû ve weşandin; lê di vî warî de weşanxaneyên pîşeyî û bisporî gerek in. Weşanxane dikarin hêdî hêdî bi projeyên piçûk be jî, dest bavêjin afirandinên nû; akademîsyen û nivîskarên kurd û nivîskarên zimanê kurdî wezîfedar bikin, projeyan, pêşbirkan pêşkêş bikin û ji nav serlêderan kesên maqul bineqînin û di gelek beşên cûda de berheman derxînin holê. Ji bo vê yekê derfetan peyda bikin, nivîskarên kurd, werger û akademîsyenên kurd fînanse bikin daku berhemên nûwaze derkevin meydanê. Hejmareke zêde rewşenbîr û nivîskarên kurd û zimanê kurdî, wergêr û akademîsyen peyda bûne, divê vala nemînin; êdî kurd hatine rewşeke wisa ku dikarin hin projeyên dûredirêj û berhemdar li ser bingeheke rêkûpêk jînbar bikin.

Em navên çend weşanxaneyên kurdî li jêrê rêz dikin, lê ev wek lîsteyeke netemam li ber çav bê girtin baş dibe, dibe ku hîn hinek hene me navên wan û berhemên wan bi dest nexistibin. Hin weşanxaneyên ku navên wan di lîsteyê de ne, êdî hew weşanê dikin lê dîsa, ji bo neyên jibîrkirin, hatine dest nîşan kirin. Weşanên e-pirtûk ne tê de ne. Li gor rêza alfabeyê hatine rêz kirin:

Apec, Aram, Aras(Başûr), Ava, Avesta, Bajar, Belkî, Berçem, Berfîn, Beybûn, Bîrnebûn, Çima, Çîya, Deng, Dengê Komal, Dengê Kurdistan, Diljen, Dilop, Do, Doz, Evra, Firat, Han, Havîbûn, Hawar, Hêlîn, Hîvda, Jîn, Komal, Komkar, Kurdistan, Laliş, Lîs, Med, Melsa, Mem, Mezopotamya, Mukrîyanî, Nûdem, Nûbihar, Özge, Pelda, Pelê Sor, Pencînar, Perî, Peyv, Piya, Rewşen, Riya Azadî, Roja Nû, Ronahî, Sara, Serdem, Sî/Mîr, Spîrêz, Tîrêj, Vate, Weşanên Enstîtûyên Kurdî (gelek in), Weşanên Komela Jinan, Weşanên Yekîtîya Nivîskarên Kurd (Duhok ûwd.), Xanî&Bateyî, Zend.