Wezîrê Nadirî û ‘Berevok’a wî

Çand û Huner

Ev du salên dawî ne ku çendîn car derfet û mecale dibînim ku serdana kurdên me yên Sovyeta berê, nexasim serdana kurdên me yên Asyaya Navîn bikim. Bi rastî jî cihê şanazî û serbilindîyê ye ku kurdên me yên Qazaxistan û Qirgizistanê, tevî ku 77 sal in ji Serhed û Kafkasyayê dûr in; dîsa jî çand, ziman, hûner û edebîyata me parastine, geş kirine û gihandine nifşên me yên îro.

 

Di van serdanên xwe de gelek caran kitêb û berhemên kurdî ku li Alma Ataya Qazaxistanê û Bîşkeka Qirgizistanê ronahî dîtine, ligel xwe tînim û bi dilxweşîyeka mezin li kitêbxaneya xwe zêde dikim. Şayanê gotinê ye ku bibêjim îro li her du welatan, piştî hilweşîna Sovyetistanê bi dehan kitêbên kurdî hatine nivîsandin û weşandin. Di vî warî de divê meriv keda kesên wekî Kinyazê Îbrahîm, Nadir Nadirov, Hejarê Şamil, Hesenê Hecîsilêman û Ezîzê Zîyo Bedirxan ji bîr neke. Di van karên wêjeyî-lêkolînî û edebî de cihê Weşanxaneya Zengezûrê hêjayî pesindan û serbilindîyê ye. Rojnameger û nivîskarê kurd Hejarê Şamil (kurê Şamil Askerov) kar û barên giran yên vê weşanxaneya kurdewar hildane ser milên xwe. Zengezûrê heta niha mohra xwe li piranîya berhemên vê herêmê daye û hîn jî hewla gotina kurdî/kurmancî; carcaran jî bi zimanê rûsî û azerîkî dide.

 

Berevok’a Wezîrê Nadirî yek ji wan berheman e ku sala 2009asn li Alma Atayê hatîye weşandin û belavkirin. Di kitêba navborî de sê berhemên kesayetîya ‘pirhêlî’ ya Wezîrê Nadirî cih digirin. Dibêjim ‘pirhêlî’, ji ber ku Wezîrê Nadirî hem helbestvan e, hem  nivîskar e, hem dîrokzan e, hem zimanzan e, hem jî rewşenbîr, kedkar û xebatkarekî civata kurdên me yên Qafqasyayê ye. Heke em navê her sê berhemên wî yên di kitêba bi navê ‘Berevok’ê de bidin, ew jî ev in: Nûbar, Reva Jinê û Welat û Hezkirin. Her sê berhem jî di salên cuda cuda de hatine weşandin. Her weha em ji kitêbê hîn dibin ku kitêbeka din ya Wezîrê Nadirî heye, lê di Berevokê de cih negirtîye. Ew kitêba giranbiha jî ‘Zimannama Kurmancî’ ye ku sala 1947an li Erîwanê bi kurmancîya kîrîlî hatîye çapkirin. Tîpguhêzîya vê berhemê ji hela serokê kurdên Qazaxistanê û Perwerdekarê Zanîngeha Abaya Alma Atayê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm ve hatîye kirin û li gorî agahdarîya wî, ew dê di demeka nêz de bê çapkirin.

 

Wezîrê Nadirî dema li Erîwanê dixwîne, teza xwe li ser Mele Ehmedê Cizîrî dike. Tevî wê tezê, çend helbestên neçapbûyî yên Nadirî jî hene ku ew dê jî di demeka nêz de çap bibin û bikevin destê edebîyathezên kurdî.

 

Di Berevoka Wezîrê Nadirî de, ji bilî her sê berhemên wî; derbarê jîyan, kar û xebatên wî yên edebî û welatperwerîyê de agahdarîyên berfireh hatine dayîn. Di destpêka kitêbê de du pêşek hene ku yek jê bi kurdî ye, yek jî bi rûsî ye. Her du pêşek jî ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm ve hatine nivîsandin.

 

Wezîrê Nadirî ango Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulana 1911an li gundê Boralana Serhedê ji dayîk dibe. Hîn dema sê salî ye, bavê wî Cebar rehma Xwedê dike. Piştî mirina bav, rewşa malbatê giran û çetin dibe. Nûrê ya dêya Wezîr berdestîya malên dewlemendan dike. Her du birayên wî Salih û Ûsiv şivantîya gund dikin. Birayê wan yê biçûk jî Şero ye.

 

Wezîrê Nadirî di xwendina xwe de gelek şareza ye. Ji bo kurê wê bixwîne, çi ji destê dayika Nûrê tê dike. Ji destpêka xwendinê, heta dawîyê di nav şagirtan de xwendina xwe her bi dereceyên bilind temam dike. Di zarokatîya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike.

 

Malbata Wezîrê Nadirî sala 1926an, tevî 1700 malên ji eşîrên Birûkî, Şewlikî û Beşkî ji ber zilma Roma Reş çemê Erez û sînor derbas dikin û derbasî nav axa Sovyetistanê dibin. Nadirî dersxaneya koma 10an li gundê Sêderekê temam dike. Ew gund li herêma Naxçiwanê ye. Pêşî dibe mamosteyê zimanê kurdî, paşê heta sala 1933yan dibe serwerê heman dibistanê. Payîza heman salê li Erîwanê dibe mamosteyê zimanê kurdî. Sala 1935an dikeve Enstîtuya Pedagojîya Ermenkî û Rûsî, 4 sal paşê xwendina xwe temam dike. Paşê li Zanîngeha Erîwanê dibe dersdarê zimanê farisî. Bi serkarî û alîkarîya zimanzanê mezin yê ermenî Hraçya Açaryan xwendina bilind dibe serî.Lê mixabin Wezîrê Nadirî di 26ê çirîya paşîna 1946an de, di bûyereka dilêş de jîyana xwe ji dest dide. Bûyera mirina wî hîn jî tarî ye. Hin kes dibêjin hatîye revandin û paşê hatîye kuştin. Gumanên li ser kuştina wî mijara nivîsareka din e. Gora wî li Erîwanê ye.

 

Wezîrê Nadirî bi tevahî 35 sal jîya, lê wî di nav van salên kurt de gelek xebatên hêja kirin. Her sê berhemên xwe yên di Berevokê de –ku me navê wan di destpêkê de dane- bi kurdîya latînî nivîsandin û çap kirin. Ji ber ku wan salan kurdên Ermenistanê, bi tîpên latînî dinivîsandin. Çend sal paşê derbasî alfabeya kîrîlî bûn. Sala 1935an berhema wî ya bi navê Nûbarji hela Weşanxaneya Dewleta Ermenistanê ve hate çapkirin. Paşê pîyesa wî ya bi navê Reva Jinê tê çapkirin.

 

Sala 1937an li Ermenistanê di nava şevekê de kurdan li trênên bar û heywanan siwar dikin, di bin kontrola leşkeran de nefî dikin. Kes nizane bi ku ve jî dibin. Du mehên dirêj di rêyan de ‘dê weledê xwe davêje!’ Dibînin ku li Qazaxistan û li ser hidûdên  Qirgizistanê ne. Sar, seqem, çol, best. Ne ew der bi zimanên wan dizanin, ne ew bi zimanên wan deran! Kinyazê Îbrahîm di gotûbêjeka ku min du sal berê pê re kiribû de bi van gotinan behsa wê demê dikir.

 

"Malbata me jî di nav wan de ye. Dê, bav, xwişk-bira, kal-pîr, qewm û pismam. Malbata me li  Qirgizistanê wîlayeta Qizilqeyayê peya dikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. li ser sînorê Ozbekistanê ye! Kurdên Ermenistanê tînin  Qirgizistanê. Kurdên Azerbaycan û Naxçîvanê tînin Qazaxistanê. Malbata me sê salan li Qizilqeyayê dimîne. Heta sala 1940î."

 

Sê sal paşê destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem e. Camêrek heye, ji wan re dibe dergeh û star! Stara vegera Erîwanê. Ew camêr rewşenbîr, şaîr û nivîskarê mezin Wezîrê Cebarê Nadirî ye. Kinyazê Îbrahîm di heman gotûbêjê gava behsa nefîkirinê dike gotinê tîne ser ‘mêrxasekî civata kurdan.’ Ew kes Wezîrê Nadirî ye:

 

"Di nav nefîkirîyan de malbata Wezîrê Nadirî jî hebûye. Ew jî hatine sirgûnkirin. Wezîrê Nadirî tê malbata xwe dibe. Dewletê ji bo malbata me digot; ‘Ev kesên biguman in. Dikarin ajantîyê bikin.’ Lê Wezîrê Nadirî ketibû karê dewletê. Di îstîxbarata dewletê de nav û dengê wî hebû. Rê jê re vekirî bû. Digot; ‘Ez kefîlê vê malbatê me.’ Hat û malbata xwe bir. Mala me jî tevî mala wan, 1940î zivirî Erîwanê. "

 

Şayanê gotinê ye ku ‘Berevok’a Wezîrê Nadirî ji 272 rûpelan pêk tê û bi kurdî ye. Di amadekariîya kitêbê de ked û emega Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm gelek zêde ye. Ji ber ku ji bilî nivîsandina her du pêşekên kurdî û rûsî; amadekarî û redaktorîya kitêbê jî ji hêla wî ve hatîye kirin.

 

Çar kesên din hene ku li ser heman kitêbê kar kirine: Barîyê Mecîd (Redaktorê Teknîkê), Hesenê Hecîsilêman (Redaktorê Bedewetîyê), Hesenê Evdoyê Elî (Karrektor) û Medîna Êlî (Nivîsar û Rêzkirin.)