Wikileaks, DYA û Kurd

Translator

Eger em çavekî li dokumentên Wikileaksê, yên der barê siyaseta Amerîkayê ya hemdemî, ya sebaret kurdan, bigerînin, em dê bibînin ku pirsa kurd di siyaseta amerîkî ya Rojhilata Navîn de cihekî mezin nagire. Lê hin işaretên der barê helwestên partî û hêzên kurd li Iraq, Tirkiye û Îranê wê sûdwer bin ku mirov siyaseta amerîkî ya îro û di pêşeroja nêzîk de ya li herêmê jî şirove bike.

Di gel wan raporên hindik ên diplomatên amerîkî ku di Wikileaksê de hatibûn weşandin, divê mirov hinek detayên helwesta Amerîkayê jî dest nîşan bike: Ew detayên ku di serdema Enfalan, krîza Kuweytê û şerê rizgarkirina Kuweytê yê destpêka sala 1991ê de aşkere bûbûn.

"Têkiliyên" kurd-amerîkî, yan jî bi gotineke rasttir siyaseta amerîkî ya der barê tevgera netewî ya kurdî, piştî şerê cîhanê yê duyem di qonaxên cur be cur re derbas bû. Qonaxa salên 1990ê berovajî qonaxên din, heta radeyekê pozitîv bû.

Ew bixwe, biryara Encumena Ewlekarîya Navnetewî 688/1991 wê derneketibaya û pêk jî nehatibaya eger ne helwesta erênî ya rêveberîya serokê Amerîkayê Bush bûya. Wezîrê Karên Derve yê wê demê James Baker di bîranînên xwe de diyar dike ku, hikûmeta DYAyê nikarîbû li hember wê karesata mezin a ku bi milyonan kurdên Iraqê koçber bûn helwêsteke din hebûya. Ji bilî derketina biryareke weha tu imkanên din û tu senaryoyeke din li pêşîya DYAyê nebû, ne xasma ku televîzyonan ew dîmenên diltezîn ên wê karesata ku amerîkîyan bixwe beşdarî kiribû û bûbûn sebebê wê, yan jî piştî ku ji îraqîyan xwest li hember dikatatorîya Sedam Huseyn rabin, rê dan ku ew biqewime û paşê jî dest ji ber wan kişand û serleşkerê amerîkî Norman Schwartzkopf jî di şerê rizgarkirina Kuweytê de destûr dabû hêzên Iraqê yên esmanî ku di temirandina agirê serhildana Kurdistanê û ya şîîyên li başûr helikopteran de bi kar bîne.

Ev helwesta amerîkî ji bo kurdên Iraqê bû berdewamîya siyaseta amerîkî ya der barê kurdan. Serokên kurdan di wê navberê de bikaranîna xwe û tevgera kurd yan jî em bibêjin alîkarîya veşartî ji hêla DYAyê ve di navbera salên 1972ê û 1974ê de anîne bîra xwe. Wan wê gavê anî bîra xwe bê çawa Henry Kissinger piştî peymana Sedam Huseyn û şahê Îranê (Peymana Cezayirê 1975) ku li ser hesabê kurdan û hêvîyên kurdan bû, alîkarî û hevkarî ji ser kurdan qut kir. Bêguman serokên kurdan tûşî "political trauma" (travmayeke siyasî) bûbûn û pê hesiyabûn ku ew ji hêla rêveberîya amerîkî ve hatine xapandin. Heta demeke dirêj serokên kurdên Iraqê xwe li himber siyaseta amerîkî ya li Rojhilata Navîn vedigirtin û jê bi hesab bûn. DYAyê di salên 1970 û 1980yê de alîkarîya hikûmet û rejîmên Tirkiye û Iraqê dikir, yên ku zordarî li kurdan dikirin. Ewê piştgirîya siyasî û leşkerî a her du dewletên navbihurî dikir. Sala 1980 DYAyê destek da derbeya leşkerî a li Tirkiyê û çi li hundir û çi li derveyî sînorên Tirkiyeyê, bû alîkara hemleyên li dijî kurdan. Û her wekî dokumentên Wikileaksê diyar dikin, hikûmeta amerîkî alîkarîya serpoşkirina Enfalan kir û nehişt ku bi firehî were zanîn û herweha ew kiryarên ku armanca wan qirkirina gelê başûrê Kurdistanê bû, rewa dîtin.

Berê jî hin detayên derdora vê helwesta amerîkî hatibûn weşandin, lê ev dokumentên nû hin agahîyên nû tînin ber çavên mirovî. Yek ji wan jî ew e ku di zirweya Enfalan de April Glaspie balyoza amerîkî ya li Iraqê serdana Kurdistanê kiribû û hewl dabû ku kiryarên artêşa Iraqê û partîya Baas serpoş bike (1).

Ji hêla xwe de kovara Der Spiegel, ku ji dokumentên Wikileaksê agahdar bû dinivîsîne: "Serdana yekem a Glaspie bo herêmên xiristîyanan bû, wê rewş weha da nasîn: Halê wan baş e, koçberkirina ku berî çend hefteyan dest pê kiribû êdî rawestiyaye, parêzerê ku Sedam ew bi cih kiriye jî kesekî cirxweş e û berpirsê ewlekarîyê jî mirovekî alîkar e"(2).

Balyoza amerîkî guh neda dîtinên Ebdirehman Qasimlo yên der barê bûyerên ku li Kurdistanê rû didin û berpirsîyarîya Sedamî ya wan bûyeran.(3)

Dîtinên der barê Glaspie çi dibin bila bibin, lê siyaseta amerîkî sebaret kurdan di navbera salên 1988-1990ê teqez dike ku DYA heta piştî bombakirina kîmyayî li Helebçeyê jî bi rik bû danûstandineke gelek asayî û normal bi rejîma Sedam re bike.

Wa diyar e, her wekî Peter Galbraith di pirtûka xwe The End Of Iraq de dinivîsîne, rêveberîya Reagen û ya Bush ê bav biryar dabû ku opozîsyona iraqî û belkî jî bi taybetî ya kurd ku hîmek ji hîmên opozîsyona iraqî bû, boykot bikin. Galbraith dinivîsîne ku Celal Talabanî serokê YNK nikarîbû hevdîtinê bi tu kesayetîyekî payebilind re di rêveberîya Reagen de bike. Û wezîrê karên derve George Schultz hêrs bûbû û lome li Larry Bob kiribûn ji ber ku wî Mam Celal li derveyî avahîya Kongressê dîtibû(4). Di wê navê de Nizar Hemdûn balyozê Sedamî yê li Washingtonê, kesayetîyekî rêzdar û bi qedir bû û pir nêzîkî rêveberîya amerîkî bû.

Wekî ku em dizanin, rewş di salên 1990ê de hate guhertin. Nexasim piştî ku Herêma Parastî (ji kurdên Iraqê re-Jan Dost) bi biryara Encumena Ewlekarîya Navnetewî 688/1991 hate bi cih kirin, êdî DYAyê nema dikarîbû partîyên kurd ên Iraqê paşguh bike. Hêzên kurd bi xwe wê demê bi zanebûn tev negerîyan û rê li ber desttêwerdana dewletên cîran vekirin û fersend dane wan. Di wê hingamê de DYA bi israr bû ku ji ber berjewendîyên stratejîk yên amerîkî yên li Iraqê û li Rojhilata Navîn, artêşa Sedamî dûrî herêma Kurdistanê biçe. Herweha piştî destpêka şerê "Azadkirina Iraqê" sala 2003ê hevkariyeke bi giranîya hêzên kurd ji DYAyê re nebû. Lê di gel vê yekê jî siyaseta amerîkî di qonaxa hukumdarîya Paul Bremer de ne ji bo xêra kurdan bû. Rêveberîya amerîkî û Bremer hewl dan ku siyaseteke beladar (bi bela, encamxirab-Jan Dost) li Iraqê ferz bikin. Dema ku DYA mîna dewleteke dagîrker hat îlan kirin, wan der barê li Iraqa "azadbûyî" teslîmkirina desthilatdarîyê ji bo opozîsyonê, guh nedane bîr û boçûnên kurdan û hevpeymanên kurdan û şî`eyan. Herçî girêdayî kurdan e, rêveberîya amerîkî û Bremer ji fikrekê dest pê kirin ku digot; kurd mecbûrî têkilîya bi wan re ne û divê destûra kurdan nebe ku destkeftên maddî û manewî bi dest bixin. Peter Galbraith di pirtûka xwe de bi vî awayî qala siyaseta guhnedan û bidûrxistinê a rêveberîya Bush û nûnerê wê Bremer dest nîşan dike.

Mirov dikare bibêje ku pirsa federalizmê bi xwe rojekê ji rojan jî ne fikreke amerîkî bû. Ya rast tekoşîna ji bo sîstemeke federal di salên 1990ê de dest pê kir û hêzên opozîsyona iraqî bêgav bûn ku sala 2002yê federalîzmê bipejirînin, çiku ew mercekî stratejîk bû û kurdan bi israr ew mîna bingehê hevkarîyeke xurt danîbûn. Lê helwesta DYAyê, digel ku ew bixwe dewleteke federal e jî, ne helwesteke heta dawîyê alîkar bû. Ji ber ku wê him razîkirina erebên sunî dixwest û him jî hesabê nepejirîna Tirkiyê ya ji çareserkirina pirsa kurd re dikir.

Ev helwêst di serdema birêveberîya Obama de jî nehatiye guhertin. Lê rewş li Iraqê guheriye; piştî ku destpêkê beşdarîya di tevgera siyasî de nedipejirandin, lê êdî sunîyên ereb li Iraqa nûjen, bûne hêzeke bingehîn. Şerê navxweyî êdî bi dawî hatiye û diviyabû nêzîkbûneke amerîkîyan ber bi erebên sunî ve -ên ku ji sala 2003yê ala nepejirînê hilda bûn- peyda bibe. Tiştê balkêş ew e ku DYAyê di hingama hilbijartinên 2010ê de ji kurdan dixwest û zor li wan dikir ku li komara iraqî tenê ew dev ji namzedên xwe ên postên bilind, mîna posta serokkomarîyê, berdin.

Gelo li gor Wikileaksê mijarên ku berpirsîyarên amerîkî der barê kurdan û pirsa kurd de guftûgo kirine, çi ne?

Dokumentên hindik ên ku pirsa kurd li Îran, Iraq û berî her deverê li Tirkiyê kirine mijara xwe, aşkere dikin ku rêveberîya Obama giranîyê nade wan dozên ku di serdema Bush ên bav û kur de dozên sereke û navendî bûn. Ya rast Obama, her wekî Raxide Dirxam di rojnameya Al Hayat de dinivîsîne, hevalbendên DYAyê li Rojhilata Nêzîk û ya Navîn mat û metel dihêle.(5) Di vê navberê de balkêş e ku diplomatên amerîkî behsa mezinbûn û ferehbûna rola hêzên kurd di dewleta Iraqê de dikin mîna ku hêzên din tiştekî cuda ne. (6)

Di halê hazir de Obamayê ku mijûlê vekêşana hêzên xwe ên leşkerî ji Iraqê ye, xema danîna stratejiyeke dûvdirêj yan demnavîn ji bo vê herêmê naxwe. Stratejîya derketinê "Exit-Strategy" mîna ku bi rengekî ji rengan beşek be ji stratejiya mana li Iraqê yan jî li tevaya herêmê, nehatiye danîn. Tiştê balkêş ew e; iraqî dibînin ku hêzên wan ên ewlekarîyê heta sala 2020ê jî dê ne amade bin ku bi rola xwe rabibin, lê berovajî vê dîtinê serokayetîya amerîkî dihesibîne ku ew hêz niha amade ne.(7) Diyar e ku Îran dewleteke cîran e û çavên wê li Iraqê ye û hin daxwazên wê ji wir hene û Iraq jî ji hêla xwe ve ne xwedan hêzek e ku bikaribe van daxwazan bêalî bike û rawestîne.

Li gor dokumentên wikileaksê serokên kurdan ketine bin tesîra Îranê, lê ev yek xwendineke çewt û ne realîst e. Ya diyar ew e ku tu berjewendîyên kurdan di dijminatîya Îranê de nîne, digel ku şerekî çekdarî jî di navbera PJAK û dewleta Îranê de heye.

Niha jî li ber çavan ne xuya ye ku amerîkîyên ji berferehbûna rola îranî a li Kurdistana Iraqê ditirsin, xwedan stratejiyeke zelal û ciddî ne ku bi saya wê dê bikaribin Îranê ji sehneya rojeva Iraqê û Rojhilata Navîn dûr bixînin. Ev yek jî bi siyaseta Obama ya dudilî re harmonîyeke hevbeş li dar dixe.

Dîsa li gor dokumentên Wikileaksê, dewleta tirk ji Washingtonê çavdêrîya wê yekê dike û dipê ku ew hêzên kurd yên iraqî iqna bike daku alîkarîya Tirkiyeyê di şer û tunekirina PKKê de bikin.(8) Eger em serdana Obama ya bo Tirkiyeyê û hevdîtina wî ya bi hin serokên kurdan re li wir bidin aliyekî, em dibînin ku DYAyê tu karekî ciddî ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê nekiriye digel ku mercên alîkar ên çareserîyekê peyda dibin.

Tevî ku hêzên kurd li herêma Rojhilata Navîn zêde dibin û bihêztir dibin jî, lê dokumentên Wikileaksê diyar nakin ku berê DYAyê li danîna bingeha çareserkirina pirsa kurd ye li welatên ku ew di wan de roleke berz î siyasî û leşkerî dilîzin. Ev xal bixwe jî divê bibe cihê lêpirsînê li cem serokên kurdan; gelo DYAyê şêweyê danûstandina xwe bi kurdan re guheriye yan ew ê dîsa bi uslûba xwe ya berê bi kurdan re têkeve têkilîyan û di çaxên herî hesas û nazik de dev ji wan berde? Li alîyekî din em dibînin ku serokên kurdan jî guh li van bûyerên dîrokî ên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin, nakin. Ev bûyerên ku mijara wan demokratîzekirin û rêlibervekirina guherînê û guhertina wan serokayetiyên nîv ebedî ne, herweha rêlibervekirina ji nifşên ciwan û çalak re ku biwêrin demokrasîyê berferehtir bikin û mekanizmeke şerê li dijî gendeliyê biafirînin. Û berî her tiştî bidawîkirina sîstema ku xwe dispêre petrolê û hatinên petrolê û gurkirina agirê şoreşeke kiştûkalî ji bo xwe bi xwe fînasekirinê.

Ev guherînên pêwist wê bêguman tecrubeya Kurdistana Başûr kûrtir bikin û kurdan bikin lîstikvanekî mezin di qada Iraqê û Rojhilata Navîn de, her weha li himber hêzên derve jî û di nav wan de DYA.
Niha eger em siyaseta DYAyê ya di heft salên borî de bipîvin û bixwînin, em ê bibînin ku lawazîyek di siyaseta wê ya li Kurdistanê heye. Çawa dewletek dagîrkera Iraqê be û bi hezaran bisporên wê li wir hebin û heta niha -wek mînak- agahîyên wê li ser tevgera Goranê kêm bin?! Gelo ev tê wê wateyê ku DYA zêde guh neda tiştên ku di hundirê YNK de diqewimîn? Yan jî gelo mirov dikare bibêje ku DYA ya ku rastî terorê bûbû û opozîsyona sunî li Iraqê ew veciniqandibû, tu giranî neda bûyerên Kurdistanê û qîma xwe tenê bi piştgirîya şeklî ji rewşa herêmê ya siyasî re anî!?
Lê pirsiyara herî girîng a ku kesî nekiriye û dokumentan behsa wê nekirî, piştî vekişandina DYAyê rewşa kurdan li Iraqê ye! Gelek mijar hene hîn çareser nebûne û rola DYAyê di çaresernekirina wan de heye; mîna mijara Kerkûkê û madeya 140ê a destûra Iraqê. DYAyê dikaribû, ne tenê zorê li kurdan bike da ku israrê li pêkanîna lezgîn a maddeya 140ê nekin, lê wê herweha dikaribû rola moderator jî bilîze û bihêle ku alîyên nakokîyê çareyekê qebûl bikin. Gelo çima DYAyê ev rol nelîst? Xwendineke aram û kûr a pirtûka Peter Galbraith bersiveke piçekî maqûl dide. Erê DYAyê xwestibû ku kurdan ber bi xwe ve bikişîne, lê wê bi vê yekê qaideya ZERO SUM GAME dixwest; anku eger em bidin ber wan fersendên salên 1980yê û wî buhayê giran ê ku kurdan ji bo ferderalizmê danîn, fersendên kurdan ji bo bidestxistina destkeftan pir kêm bûn. Ew ferderalizma ku hevbeşên wan ên ereb li Iraqê itirafê pê nakin.

Ji bo ku Kurdistan nebe "dewleteke neserkeftî -failed State" û ji bo ku bikaribe pêşberîya zor û zehmetîyên piştî vekêşana DYAyê bike, divê dest bi tevgereke Rebuilding "nûavakirinê" bike û şerê gendelîyê û bêberpirsiyarîyê û sîstema xwe spartina dahatên petrolê bike, divê demokratîzekirineke di her warî de dest pê bike. Ji ber ku ji wî gelî bi hêztir nîne , ewê ku serencam û çarenûsa xwe bi destê xwe dest nîşan dike, berî ku ji yên xeyrî xwe itirafa bi çarenûsê bixwaze.

Çavkanî

Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm: Ji Zanîngeha Duhokê

  1. Wezîrê Karên Derve yê amerîkî James Baker di serdema G. Bush de û herweha medyaya amerîkî dest nîşan dikin ku saxikîya Glaspie bû sedema bawerîya wê ya bi Sedam Huseyn. Ew bixwe Glaspie ji salên 1950yê û vir de gelek caran serdana Iraqê kiribû û bi erebî baş dizanîbû. Birêz Isam Etiyye, yek ji dijberên Sedam Huseyn ku sala 1990ê li Londonê mir, di hevdîtineke me ya li Londonê, li mala dijberê iraqî Seed Salih Cebir ya sibata 1989ê de ji min re ragihand ku Glaspie û Phebe Marr a ku paşê bû bispora mêjûya Îraqê, demeke dirêj di salên pêncîyê de li Iraqê mabûn û helwêsteke erênî beramber dewletê nîşan dabûn.
  2. Der Spiegel 49/2010, p. 121
  3. Jêderê berê
  4. Peter Galbraith. The End Of Iraq. Eldar El-Erebiyye 2006, p.52-53
  5. Raxide Dirxam: Rêvebirîya Obama li ser pişta hevalbendên xwe bûye bar. Alhayat 11.02.2011
  6. Binêre: www.rudaw.net/english/kurds/3324 html? print/10.02.2011
  7. Vgl. Anthony Skinner, US Withdrawal from Iraq: Leaving it all behin?, in: The Middle East, (2010) 10,S. 11
  8. Congressional Reasearch service: The Kurds in Post- Saddam Iraq, by: Kenneth Kaman, January 8, 2009

Wergera ji erebî: Jan Dost