WikiLeaks û çîrokên serdema teknolojiyê

Medyayeke nû li ser medyayên berê
Translator

Piştî daxuyaniyên xwe yên li ser şerrê Afganistanê, malpera WikiLeaksê hêza medyaya hevgirtinê nîşan dide. Digel vê jî, ev gav ne destpêka dewreke nû ye, lewre êdî sansur tuneye, medya sînorên neteweyî derbas dikin û medyayên ku bi awayê kevn kar dikin jî êdî qels dibin.

Mîta yekem: medyayên ku jê re dibêjin «civakî» -ku naveroka wan qismen ji aliyê bikarhêneran ve tê diyarkirin û tijîkirin- xwedanê hêzeke diyar û spesîfîk in. Gellek munaqeşe rabûn li dora pirsa ka meseleya WikiLeaksê li ser rola nû-medyayên kooperatîf çi nîşan dida, bi taybetî li ser rola wan a di ragihandin û pêdaçûna dubendiyên çekdarî de. Pirsiyar asayî ye û tu tiştê balkêş pê re nîne, lê belê di heman demê de sergêjiyek dinimîne ku her bêtir berbelav dibe: sergêjiya ku dike ku blog, Twitter, Facebook, YouTube an jî WikiLeaks wek manendên hev bêne dîtin. Ji ber ku heman teknolojiyê bi kar tînin, ev alavên teknolojîk di ristekê de û wek komeke homojen têne nirxandin. Lê belê, ji medyayên din ên kooperatîf cudatir, WikiLeaks, belgeyên ku ji bo belavkirinê hatine pêşkêşkirin, hemûyan, pêşî di proseseke pêdaçûyî ya kontrolkirina pêbaweriyê re derbas dike. Bes detayek e ev? Bi pêçevane: ev awayê birêveçûnê, qerekterê xeyalî yê îlûzyonên «tekno-utopîk» derdixe ronahiyê, ku li gorî wan, êdî pêkhatina wê «dunyaya vekirî» nêzîk e ku herkes dê bi hemû hêz û taqeta xwe hewl bide ya ku jê re baş û xweş e wekî heqîqetê li sertaserê cîhanê berbelav bike.

Bandora WikiLeaksê ne ji ber teknolojiyê ye, lê bêtir bi saya wê baweriyê ye ku xwendevanên wê dê bi rasteqîniya belgeyên lê têne belavkirin bînin. Li ser YouTube’ê (platformek e ku vîdyoyên ji aliyê bikarhênerên înternetê ve jê re têne şandin) hindek vîdyo hene ku li Iraq an jî li Afganistanê hatine girtin û tê de nîşan dide ku hêzên hevpeymanan dikevin nava kiryarên êrîşkar ên wisa ku tu raveyeke rewa jê re nîne, hetta gellek caran pirr bi aşkereyî deryasayî ne jî. Digel vê hindê jî, tu belgeyên din yên mîna wan belgeyên ku ji aliyê WikiLeaksê hatibin belavkirin, bi qasî wê nikarin xwedan-tesîr bin: qetlîama komeke sîvîlan –ku du jê rojnamevanên Reutersê bûn– bi destê helîkoptereke amerîkan ya şerrî li taxeke derveyî Bexdadê. Çima? Ji ber ku nûçeyek bi tenê gava rasteqîniya wê dikare were teyîdkirin bi qîmet e. Lewma, «medyayên civakî» giş wekî hev nînin di meseleya nûçe-belavkirinê de: xelet e ku bibêjin ku hemû xwedanê heman şiyan û zerengiya karîgeriyê ne.

Mîta duyem: Serdema netewe-dewletan berebere digihije dawiya xwe. Pareke mezin a gotara ku pesnê înternetê dide xwe disipêre wê fikra ku dibêje, bi berbelavbûna înternetê re êdî em dê di cîhaneke bêsînor de bijîn. Bi ya Jay Rosenê profesorê ji Zanîngeha New Yorkê, WikiLeaks dê herweha bibe «yekemîn organa çapemeniyê ku xwe ji her cure hêzeke dewletî xelas dike». Lê belê, rastî bi temamî berevajî vê yekê ye. Heke bi tenê tiştek hebe ku «meseleya WikiLeaksê» li me eyan dike, ew jî ew e ku netewe-dewlet hêj pirr dûrî xwatirxwastinê ye. Diyar e ku berpirsên WikiLeaksê jî ev yek baş fam kiriye.

Binkeya WikiLeaksê li Swêdê ye. Ji ber vê hindê, malper îstifadeyê ji xerantiyeke îstisnayî dike ku rayedarên swêdî dabîn dikin ji bo «belavkerên hişyariyan» di meseleya parastina nihêniya çavkaniyan de (1). Lê belê, mesele hemû ne ev e. Herçend şirketeke swêdî jî be –PRQ– ya ku meydana înternetî daye WikiLeaksê, hemû belgeyên ji malperê re têne şandin di ber destên serverên li Belçîkayê re derbas dibin. Ji ber çi sebebê? Ji ber ku Belçîkayê jî herweha yasayên pirr tûnd hene ji bo parastina çavkaniyan. Herî dawî, avakerê WikiLeaksê Julian Assange ji bo pêşkêşkirina vîdyoya qetlîama Bexdadê (li jorê hate behskirin), tercîha xwe bi Îzlandayê da ku Îzlandayê hêj taze hejmareke yasayan qebûl kirin (Icelandic Modern Media Initiative) û bi wan yasayan diyar e ku welatê navhatî dê bibe starek ji bo belavkerên hişyariyan û rojnamevanên vekoler.

Bipêşketin, ne rabûna ji holê

Nimûneyên tesîra dewlet û yasayên neteweyî li ser qaşo «herikbariya» cîhana teknolojîk digel hindek dewletên din zêdetir dibin, wekî biryara Emîratên Ereb yên Yekgirtî û Erebistana Suûdî ji bo qedexekirina bikaranîna kardaya peyamnêra bilez a navendên danekeriya [data processing] Blacberryê, an jî qedexekirina YouTube’ê li Turkiyeyê. Herçend rast jî be ku avahiya WikiLeaksê bi şiklekî wisa hatibû danîn ku xwe ji hindek yasayên neteweyî xelas bike (bi rêya teknolojiya dîjîtal), dibe ku WikiLeaks herweha li welatine cuda bibe binasê derxistina yasayên din. Wikileaks ne li ser û ne jî li bin yasayan e: malper di nava wan çarçoveyên hiqûqî de «diçerixe» ku jê re ji hemûyên din destxweştir in.

Mîta sêyem : rojnamevanî miriye (an jî di ber sekeratê de ye). Nivîskarê amerîkî Mark Twain carekê gotibû, «xeberên derheqê mirina min de pirr têne mezinkirin». Diyar e ku em dikarin heman tiştî derheqê rojnamevaniyê de jî bêjin. Bêguman, nimûneya WikiLeaksê nîşan dide ku teknolojî me mecbûr dike ku wateya peyva «rojnamevaniyê» dîsa diyar bikin, an jî qet nebe bêtir deqîqtir bikin, lê belê di heman demê de rola navendî ya vê hunerê di belavkirina nûçe û agahiyan de piştrast dike. WikiLeaksê, çend hefte berî ku wan belgeyên xwe yên derheqê şerrê li Afganistanê de bixe ser înternetê, pêşiyê ew şandibûn sê rojnameyên mezin ên xwedanê bandoreke navneteweyî (The Guardian, The New York Times û Der Spiegel), lê ne ji bo weşanên «alternatîf». Diyar e ku biryareke pirr baqilane bû, lewre heke ew belge rasterast bixistana ser înternetê, organên çapemeniyê li sertaserê cîhanê dê hemle bikirana ser agahiyan û dê şêlûbêla tehlîlên belawela û aloz rabibûya. Bi pêçevane, bal û dêhn li ser wan sê rojnameyan berhev bûn ku wan jî bi rexê xwe ve îstifade ji wext û îmkanên xwe kirin ji bo tehlîlkirin û belavkirina kurte û cewherê belgeyan.

Aşkere ye ku hîpoteza mirina rojnamevaniyê û mirina netewe-dewletê heman xeletiyê dikin gava ku guherîn û mirinê têkel dikin. Şert û merc û serkeftina belavkirina Namilkeya şerrê Afganistanê nîşan da ku rojnamevaniya «adetî» tu tişt ji bandor û bikêriya xwe ji dest nedaye. Bi tenê, ev bîst sal in ku tebîetê rola ku lê tê spartin diguhere.

Mîta dawiya rojnamevaniyê –û encam û dewama wê, serkeftina medyayên civakî– xwe disipêre şaşiya ku dibêje di navbera «agahî» û «geşedana demokratîk» de peywendiyeke sebebî heye. Lê belê, qenaeta ku berdestbûna agahiya «xav» di fiîliyatê de rêya azadiyê vedike, qet nebe bi qasî wê qenaetê safane ye ku wê hêza azadker a navxweyî dide teknolojiyê. Agahî û nûçe, her wekî teknolojiyê, bi tenê gava ku bi xêra zanyarî û şiyanan îstifadeyeke girîng jê tê kirin, wê hingê kêrhatî ne. WikiLeaksê sê rojnameyên ji bo çi îdeolojiya xwe nêzîk hilnebijartin, lê belê sê organên medyayê yên ku xwedanê îmkanên rêxistinî, pîşeyî û aborî ne hilbijartin, da ku bikarin belgeyên navhatî belav bikin û bigihînin hejmareke mezin a xwendevanan.

Berevajî gotarên nerm û aştker ên ku cîhana dîjîtal weke cîhaneke «asoyî», û ji derveyî desthilata dewletan û herikbar, didin naskirin, WikiLeaks tîne bîra me ku avahiyên heyî, sînor û yasayan tu tişt ji girîngiya xwe wenda nekiriye.

Çavkanî

Christian Christensen:
Doçent doktor di beşê Zanistên agahî û medyayê de li Zanîngeha Uppsalayê, li Swêdê.

  1. Divê ev tişt jî li ver çavan were girtin ku di vî warî de çend guman hene ku Wikileaks xwe nikare li paş qanûnên Swîsreyî de veşêre.

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn