"Xaka şewitandî" ya Kurdistanê

Translator

Tu kesek nîne ku ji şerê rastîn (1) ku li Rojhilata Tirkîyê berdewam e ne haydar be yan jî bê agahî be. Şerek, di navbera arteşa tirk û tevgera kurd ya gerîla ya bê hempa ku ji alî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê meşandin. Li herêmê, ji ber bê ewlekarîyê, ji ber tirsê, ji ber zorê, bi van ve girêdayî ji ber xizanîya civakî û aborî bi dehhezaran kes koçber bûne û ji cîhên xwe derbeder bûne. Rêxistina mafê mirovan di sala 1994ê de dida zanîn ku 1341 gundên kurdan hatine valakirin (2), ger 86 gundên ku van sê mehên havînê hatine valakirin neyên hesibandin.

Di dehê çirîya pêşîn a çûyî de, wezîrê dewletê M. Azimet Köylüoglu ku bi mafê mirovan ve alaqadar e û wezîrê hukûmetê ye bi eşkereyî weha digot: di nav deh salên dawîn de 600 gund û 790 mezra hatin valakirin (3), ku nîvê wan van du salên dawîn hatin valakirin. Di 9ê meha 12an a 94ê de, wezîrê kar û barên navxweyî Nahît Menteşe behsa 2 433 gundên ku ji 1991ê û vir de hatine valakirin dikir (4), li alîyê din serok wezîr Madame Çiller heta jê tê dixwaze van serpêhatîyan, wêrankirinên van gundan bavêje ser gerîla. Hemû koçberên kurd yên ji ber şer koçber bûne, hejmara wan digihîje milyonekê. (5) Ev hejmar texmînî û ne sabit e. Li gor hinek çavkanîyan ev hejmar dikare bigihîje heta pênc milyonan.

Bêyî ku em behsa malbarkirinên mecbûrî û zorakî yên dema Osmanîyan, ku pratîkeke gelek caran hatibû bikaranîn bikin, bi avakirina dewleta "Netewa Tirk li Anadolîyê " (1921) jicîhkirina gelan û surgun, bûye rastîyeke tahl û berdewam; mirov dikare behsa bûyerên herî nêzîk bike: Di Tîrmeha 1991ê de wezîrê karên hundurîn qebûl dikir ku di demên herî dawî de; 59 gund û 304 mezra bi awayekî bi lez û bez hatin valakirin. Ber bi dawîya salê ve "Genelkurmay" (Serok Erkanîya Giştî) beyan dida ku; tevger û çalakîyên lêşkerî gelek zêde bû. Ev "tevgereke hundurîn" e. (6) Di meha îlona 1992ê de, piştî bûyera Şernexê,(pevçûnên di navbeyna 11 û 22ê Tebaxê de), Serokkomar ku li herêmên Rojhilatê Başûr digere, ji gel re dibêje, van "herêmên hesas" berdin herin herêmên ku şer lê berdewam in, piştî ku agirbest -ku ji alî PKKê ve meha adarê yekalî hatibû îlankirin- di Gulana 1993ê de xera bû, pozîsyona Serok Erkanîya Giştî bi temamî dijwartir kir; hedef ew bû ku seranser Kurdistanê ji hev bixin û PKKê bi temamî ji holê rakin; "hêzên taybetî" hatin damezirandin. Ji çileya paşîn heta adara 1994ê, leşkerên tirk, berî hilbijartinên şaredarî yên 27ê Adara 1994ê, hêzên xwe li Rojhilatê Başûrê Tirkîyeyê zêde dikin û teqwîyeyê bi kar tînin. Ji îlona 1994ê, heta çirîya paşîn a 1994ê, ji bo ku bikaribin têkilîyên bi gundîyan re ji holê rakin û "alîkarîya lojîstîk" bibirin, polîtikaya Xaka şewitandî bi awayekî sîstematîk hat bikaranîn.

Destpêka koçkirina, koçberîya bi zorê, 1990 e, lê di dawîya 1992ê û sala 1993ê de ji alî zêdebûna koçberîya bi zorê, bû salên reş. Di vê demê de, nêzîkî 800 gund û mezra hatin vala kirin. Li gor van salan, sala 1994ê, ger xerabtir nebe baştir jî nebû(7). Tesîra li herêmên koçberîya ji ber şer, li gor hinek faktoran tên guhertin. Ger mirov gund û mezrayên ku hatine valakirin, di hezîrana 1994ê de wek miqayese hesab bike, gelek herêm ji hevdû cuda ne: Herwekî li Dîyarbekirê 252 gund, li Şernexê 243, li Sêrtê 180, li Mêrdînê 126, li Batmanê 72, li Çolemêrgê 62, li Ruhayê 62 gund. Ber bi dawîya 1994ê, divê herêmên Dêrsim, Mûş û Agrî jî lê zêde bikin. Sêrt, Çolemêrg û Şernex ji bajarên sînorê başûr tên hesabkirin. Herêmên ku herî bêtir di bin tesîra şer de ne; Şernex, bajarê herî nêzîkî hidûdê Iraqê, bi halekî ji deradet barê vî şerî danîye ser milê xwe, ji 325 gund û mezrayan 243 bi temamî hatine valakirin, ev meseleyeke biçûk nine û bi rehetî sînorên "Rojhilatê Başûrê Anadolîyê" derbasdikin, herweha Ruha û Qers, ji yekî 64 ji yê din 14 gund hatin valakirin, ev herdû bajar jî li dervayî 10 bajarên heremên "îdareya orfî" ne. (8)

Hinek qeza rewşa wan li ber fetisandinê ye: Mesela Çelê (Çukurca) ku girêdayî Hekarîyê ye, ji 20 000 nifûsî, li gor serjimara 1990ê, 6 000 kes koçber bûne, herweha wek bajarê Licê (girêdayî Diyarbekirê) ji 12 000an daketîye nîvî. Herêmên "hesas" ku bi piranîya xwe nêzî sînoran e, yên daristanî ne, yên çîya ne, yên nêzî baraj û rêyên petrolê ne, yên wek cîh û rêyên stratejîk tên qebûlkirin û herweha herêmên ku di bin hedefên gerîla de ne. (9)

Pêwîst e ku du bûyer ji hev cûda bin, yek jê; koçberîya klasîk "ku di bingeha xwe de aborî ye" yê din yê ji ber şer û zorê ye. Hinek kes dibêjin ku koçberîya ji ber şer dê derbas bibe û ne koçberîyeke dûr û dirêj e, ev tez ne rast e û tu mahne jê re nemaye.

Sedemên koçberîyê her çiqas cûda bin jî, hinek ji wan wek sosyo-aborî bên qebûlkirin jî, ji ber sedemên ku kerîyên pezên wan ji ber sebebên şer telef bûne, ji ber cîhê çêreyê hatîye qedexe kirin, ji ber ambargo û cîhên leşkerî ku ji sivîlan re qedexe ye. Her weha şewitandina daristan û bax û baxçeyan, şewitandina zad û geniman, jahrkirina bîr û avan, qedexekirina zozanan, kemînkirina trafoyên elektrîk û telefonê. Carna jî, dewlet bi navê pêşvebirin û başkirina herêmê, avakirina "parkên neteweyî" bi dehan gundan bi temamî vala dike û bi vî awayî nuxteyên stratejîk dike bin kontrola xwe.

Sedemên esasî yên koçberîyê ji ber zext û zora şer dest pê dike: Li deverên şer, gundî mecbûr dimînin ku terefê xwe hilbijêrin, carna gerîla wan mecbûr dike, carna leşkerên tirk, yan jî rêxistinên paralel û paramîlîter, her yek ji wan dixwaze gundîyan bikşîne ba xwe û wan mecbûr bikin ku ji bo wan kar bikin. Dema leşker vî karî ji gundîyan dixwazin ger gundî qebûl nekin, derhal bi zora çek û tehdîdan wan ji gund diqewirînin. Gundên ku qebûl nakin bibin "cerdewan", (ev sîstem li ser bingeha eşîrîyê hatîye avakirin û wek mîlîsên dewletê tên hesabkirin) (10) û bi dewletê re hevkar nebin, an jî şik û gumanan şanî bidin ku dilê wan tine alîkarê leşkeran bin, ger gundên wan vala nebe jî, ya tên revandin û ji holê tên rakirin, an jî bi alîkarîya bi gerîlayan re tên sûcdar kirin.

Valakirina gundan bi awayên cure cure tê pêkanîn. Malbat hêdî hêdî bar dikin, ji ber ku yan tên tehdît kirin, an jî bi şantajan mecbûr dibin, gelek ji wan diherin çîya û dighîjin nav refên gerilayan (11), hinek jî, ji ber bêkarîya temamî û bê perspektîfî gund terk dikin. Dema ku gund tê valakirin, ger esker dest dananîbe ser gund, derhal dişewitîne an jî wêran dike, ji bo ku tu kes nikaribe cardin vegere gundê xwe, ji ber vê yekê, dîmena Kurdistana Tirkîyeyê hêdî hêdî gelek xemgîn dibe.

Koçberîyên zorakî bi du awayan pêk tên, yek jê, ji gundan ber bi qeza û bajarên xwe ve. Herwekî : Batman û Diyarbekir ku her yek ji wan nifûsa xwe ji milyonekê derbas kirine û bûne şaredarîyên ku bi temamî ji hidûdên xwe derketine. Ya din, ji herêmên Kurdistanê ber bi dervayî bajarên li herêmên Kurdistanê (Herwekî Izmir, Adana û Antalya). Paşê, li gor taxên ku kurd lê bi cîh dibin û zulma li ser wan, di nav van bajaran de, tax jî tên guherandin.

Ji alîyekî din, koçberîya ku gund bi zorê di bin kontrol û çavdêrîya leşkeran de li hev tên civandin û "gundên mezin û merkezî yên stratejîk" tên avakirin, ji wan re "Gundên Navendî" tên gotin. Li gor dewletê; ji bo Gundên Navendî dê xizmet hêsantir be, dê jîyana wan rehettir û pratîktir be, halbûkî armanca dewletê ew e ku "Navendên Stratejîk" ava bike û gundan di çar û pênc kampên mezin de bicivîne. Ger ev "çareserî" bi ser keve û bibe rewşeke gelemperî, wê demê mirov dikare behsa guhertina stratejî û politikayê bike; ji ber ku koçkirina bi zor û zextê pirsgirêk çareser nedikir tam tersê wê problem tenê cîh diguhert, mezintir û têveltir dibû. Bi vê stratejîya nû, hewayeke cûda peyda dibe, ew jî ev e; "stratejîya çavdêrîya gel", di vê rewşê de, gele kurd di welatê xwe de bi tevayî dibe mahkûm.

Ev rewş tesîra xwe li Kurdistana derveyî Tirkîyeyê jî şanî dide, ji ber ku Konseya Bilind ya Penaberan ku bi Neteweyên Yekbûyî ve girêdayî ye, (HCR) şikayetên xwe dîyar dike, ji ber ku li bakurê Iraqê bi vê meselê ve alaqadar e, li gor raporên wan: Di navbera gulan û hazîrana 1994ê de, ji 10 000 zêdetir kurdên penaber yên Tirkîyeyê koçberî vir bûn, ev koçberî her berdewam e.

Di derheqê koçberîya dûr ya dervayî Kurdistanê de, divê bajarên der û dora "Edenê" bi awayekî taybetî bên munaqeşekirin, ji ber ku van sê çar salên dawîn gelek penaberên kurd li van bajaran civîyane. Ji ber vê yekê jî ev bajar bi nifûsa xwe gelek mezin bûne. Rewşa Edenê hîn hesastir e, ji çend salan vir de, rojê panzde-bist malbat hinek ji wan ji herêmên Rojava tên li vir bi cîh dibin. (12) Herweha qezayên Stembol, Izmir, Antalya û Ankarayê jî, van demên dawîn gelek penaberan bi cîh dikin, ev jî, bi xwe re pirsgrêka kurdan, li gel hemû rîskên xwe, li seranserê Tirkîyeyê belav dike.

Kurdên ku koçber in nikarin li her cîhê ku bixwazin bi cîh bibin, li cîhên ku bi war dibin tu car ne warek daîmî ye. Gelek caran li cîhên qedexe bi cîh dibin, bi vî hawayî jî, di rewşek zor û zahmet de dixebitin, li bazara kar dibin depoya karên paralel û dibin binproleter, dîsa gelek caran dibin malzemeyên neheqî û nîjadperestîyê. Ji hemû mafên mirovî bê par in, bê mal in, bê kar in, li cîhên xwe yê koçkirî, mafên wan ê dengdanê jî tune. Ger koçberên ku li bakurê Iraqê, ji alî HCR ve bi statuya penaber bên naskirin jî, yên ku li Tirkîyeyê mane û sînorên navneteweyî derbas nekirine, ji van mafên penaberîya navneteweyî bê par in û di "sirgûneke hundurîn" ya gelek dijwar de dijîn, ji ber vê jî, ji hemû statu û mafên penaberî yên navneteweyî bê par in.

Çavkanî

Jean-François Pérouse:
Doçent, Li Universîteya Toulouse-Le Mirail

  1. Michel Verrier, "Rêya vekirî" Artêşa Tirk li Kudistanê, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 1993
  2. Bêjeya "valakirinê" dikare hinek xelet bikarhatibe. Nayê mahneya rijandina xwînê bi temamî û bi berdewamî xerakirina hoyratî ya dîwaran, serpêhatî carna hêdî hêdî pêk tê, lê ji alî stratejîk ve bêtir bi tesîr û talûke ye, ger koçberî di bin zexta herdayîm de be û peyder pey be
  3. Hevpeyvîna ji bo rojnameya Cumhurîyetê (10.10.1994). Ev guhertina helwesta hukûmeta tirk, bi zordayîna navneteweyî ya ji bo gelê kurd û bi şîddeta bê sînor ku dewlet bikar tîne û gundan vala dike ve girêdayî ye
  4. Özgür Ülke, 10.12.1994. Ev rojname di 04.01.1995ê de hate qedexekirin
  5. Ev hejmar ji alî wezîrê dewletê yê Sosyal Demokrat M. Azîmet Köylüoglu ve hatine beyankirin, li gel wê jî dîsa gelek zahmet e ku mirov bikaribe hejmarek saxlem ya penaberan texmîn bike. Ji ber ku dewleta Tirk jî, PKK jî di vî warî de "şerê agahdarîyê" dimeşînin. Agahdarîyên wan kêm-bawer in
  6. Gotinên, ji alî muxalefeta ku li hember êrîşên operasyonên artêşa tirk, ên li hember kampên PKKê tên telafuz kirin
  7. Di navbera mehên îlon û çirîya paşîn a 1994ê de, bi operasyonên bê hempa yên valakirina gundan li herêmên Tuncelî (Dêrsim bi kurdî), ji berê ve 180 gund hatibûn valakirin
  8. Cardin di 17ê çirîya paşîn 1994 an, j ibo çar mehan hate dirêjkirin
  9. Wek di çileya pêşîn a 1994ê de, Kana Rejûyê ya (kana komirê) Sêêrtê, ket bin êrîşa gerilayan, Özgür Ülke
  10. Di derheqê "sîstema derbasî ya cerdewan" ku di sala 1985ê de hate damezirandin. Iro nêzî 50 heta 60 hezar cerdewanên bi çek hene, ku ji alî dewletê maaşên wan tên dayîn, li van herêman ev maaş hatinên tenê bi serê xwe yên van herêman in
  11. Bêjeyên bi tirkî û bi kurdî wek hev bi kar tên. Bi mahneya "herin çîya" yanî bighîjin gerilayan, ev jî wek nasnameyekê tê qebûlkirin
  12. Ev hejmar 700 000 e, li ser nifûseke bi tevayî ya xwe, 916 000 li gor serjimara 1990ê. Özgür Gündem, 22.10.1993

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin