Xelkekî nenas: almanîaxêv

Belçîka
Translator

Li rojhilatê meliktiyê, nêzî sînorê Almanyayê, xelkekî baş parastî heye: şêst û çar hezar almanîaxêv, di nava neh şaredariyan de û li ser erdekî heşt sed û pêncî km2 fireh de belav bûye. Tevî welatê flamanan, Bruksel û Valonyayê, Civaka Almanîaxêv yek ji çar hêmanên federe yên Belçîkayê ye, Belçîkaya ku beriya çend dehsalan hê dewleteke unîter bû. Ji ber ku statuyeke wê di destûra bingehîn de heye, parlemana Civaka Almanîaxêv bi xwe û hikumeteke wê ya herêmî heye ku bi wan dikare di mijarên gellekî cihêreng ên mîna perwerde, çapemenî, çand û herweha bi rengekî qismî di mijara kar de, qanûnan çêbike. Fransewîaxêv û hollandîaxêv li ser pirsên înstîtusyonel bi hev dikevin, belê di heman demê de weha xuya ye ku almanîaxêv jiyaneke bêserêş dewam dikin... Gelo ew ê belçîkiyên dawî bin?

Dîroka hebûna vê civaka almanîaxêv heta bi sala 1920’an diçe. Belçîka hingê ji nû ve dihat avakirin û bi pêkanîna Peymana Versailles’ê beşek ji erdên Almanyayê weke tezmînatê piştî şerê di navbera 1914’an û 1918’an de gihişt Belçîkayê. Lê belê, civaka ku bi vî rengî dibû parçeyek ji meliktiyê, têra xwe întegre nebûbû. Hê nû sala 1925’an destûra bingehîn ji bo "Belçîkiyên nû" jî derbas dibû. Sala 1962’an almanî bû sêyemîn zimanê neteweyî yê Belçîkayê ku rê li ber damezrandina Konseya Civaka Almanîaxêv vekir. Ev konsey sala 2004’an veguherî parlemana Civaka Almanîaxêv a Belçîkayê.

Fransewîaxêv û hollandîaxêv li zemînekî lihevkirinê digerin, li xaleke hevpar kurt û kurmancî, li lihevkirineke çendemîn ji bo ku bihevrejiyana dualî yan jî sêalî – lewra divê mirov herêma Brukselê ango paytextê ji bîr neke, yekane herêma duziman – digerin, di heman demê de almanîaxêv xwe ji vê meseleyê xilas dikin. Û di destê wan de qoz hene: 2.200 şîrketên ku kar didin 21.000 şêniyan. Li aliyekî em zêdebûneke bêkariyê li rojhilatê Belçîkayê tesbît dikin ku di 2001’ê de % 4.1 bû di 2010’an de bû % 8.6 (rêjeya bêkariyê nuha li Valonyayê % 13.7 e, li welatê flamanan % 7.3 û rêjeya bêkariyê ya neteweyî jî % 8.7 e), li aliyê din almanîaxêv li gorî belçîkiyên din gellekî mobîl in. Bi vî awayî 10.000 karker herroj diçin Almanyayê yan jî Dukîtiya Mezin a Luksembûrgê û tên. Bi xêra jêhatîbûna wan a zimanî, li welatên cîran, ew hevkarên gellekî baş ên potansiyel in.

Ya rastî, ji bilî statuya wan a îstîsnayî di Yekîtiya Ewropayê de, Civaka Almanîaxêv xwediyê qozekî coxrafî ye: sînorên wê yê bi Almanya, Hollanda, Luksembûrgê û herweha hemin bi herêm û civakên belçîkî re. Li ser xeta derbasbûna çandên latîn û cermanîk, ji almanîaxêvan hat ku şêwazê jiyanê yê hinan û hêzdariya yên din bikin yên xwe. Ew herweha dikarin bi rola navbeynkariyê jî rabin – li derve yan jî hundirê Belçîkayeke di bin zextê de. Erka navbeynkariyê ya di asta federal de ku melik Albertê Duyemîn sala 2008’an da serokwezîrê almanîaxêv Karl-Heinz Lambertz şahidiya vê yekê dike.

Federalîzma belçîkî dişibe avahîsa-ziyeke demdirêj ku wê di siberojeke nêzîk de bi dawî nebe. Bêyî ku dewleta federal zêde veguherînin qalikekî pûç û vala, dibe ku guhertinên înstîtusyonel, navendên girîng ber bi herêmên federe ve bişemitînin. Ango navê çarçoveyê hingê jî "Belçîka" be, welat wê berê xwe bide modeleke bêhtir konfederal ku qadeke firehtir a azadiyê wê bide hêmanên ku wê pêk tînin.

Çavkanî

Alexander Homann: Belgischer Rundfunk (BRF), Bruksel.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê