Xemxwarên jinparêzîye

Translator

Mirov nikare behsa xebitandina xizmetkareke malê an paqijîyê bike bêyî ku van statîstîkan bi bîr bixe: Li gor raporeke Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) ya li ser 29 welatan hat amade kirin, jin bi navincî serê rojê du saet û nîvan ji mêran zêdetir kar û barên malê dikin. (1) Ev ferqa ku li gor welatan pir tê guhertin, ligel bilindîya rêjeya jinan a li ser bazara xebatê, kêm dibe. Lê belê, rapor derdibire ku "li Danîmarkayê jî, welatê ku dema xebata bêpare ya mêran lê herî bilind e, mêr hê jî ji jinên Norwecê - welatê ku dema xebata bêpare ya jinan lê herî nizm e - kêmtir vê xebatê dimeşînin".

Li berevajî vê yekê, jinên pir welatan tenê dikarin nîvwextî bixebitin (li gor Eurostat, rewşa % 32 jinên xebatkar a Yekîtîya Ewropayê wisa ye) û ew bi giranî ji betlaneyên zarokanînê yên demdirêj sûdê werdigrin. Ev herdu eleman terxankirina jinan a ji bo karê malê û zarokan xurt dikin. Ev her du jî dibin sedem ku jin bêhtir bibin berpirsyarên karê malê û mezinkirina zarokan: Li Fransayê, di navbera anketa "Plankirina wextê" ya Enstîtuya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî (Insee) ya 1986ê û ya 1999ê de, wextê ku mêr ji bo karê malê vediqetînin bi tenê 8 deqîqeyan bilind bû.

Asayîbûna xebata tamdanî wekî din dike ku cotên (jin û mêrên) xwedîyên hatinên bilind, karên bi vî rengî bi kesên din jî bidin çêkirin. Ev mînaka civakî ku li Fransayê, piştî dirûşma Nicolas Sarkozy ya "Xebata zêdetir, qezenca zêdetir", bi cih bûye, piştgirîya zêdebûna newekhevîyan bi awayekî eşkere hat kirin: Ev dihêle ku hinek ji bisporîya xwe feyde werbigrin, yên din jî neçar bimînin ku karên nerind û kêmmeaş bikin. Herweha, cotên (jin û mêrên) ku dixwazin şûna xebata bi pare ya di jîyana xwe de kêm bikin, mesele di derdorên jîngehparêz û li dij mezinbûnê de, pêrgî xetereya vegera li dabeşkirina adetî ya karan dibin. (2)

Gelo "roja xebatê ya cot" a jinan pêdivîya xebitandina xizmetkaran rewa dike? Ev pirs li cem jinparêzên salên 1970yê bû sedema nîqaşên domdirêj. Ew herweha bû mijara pêkenînê ya jinnehezan, weke ku karîkatureke 1908ê ya kovara heftane ya çepgir Lîassiette au beure di deqeke bi sernivîsa: "Dema ku jin wê deng bidin" nîşan dide, jineke burjuwa ji mêrê xwe re dibêje: "Hevalê min, min xulama me ji kar avêtiye: Ew li dij min bûbû namzeda sosyalîstan". (3) Nêzîkatîyeke bi vî rengî dide ji bîr kirin ku mêr bi qasî jinên xwe berpirs û feydegirên xebitandina xebatkarên malê ne. Ew weha pirsa dabeşkirina karê malê dîsa nixumandî dihêle, ku jinparêzan jixwe hewl dida vê pirsê bidin xuya kirin dema ku wan digot: "Karkerên hemû welatan, kî goreyên we dişo?"

Lê belê, Devetter û Rousseau tiştekî balkêş nîşanî me didin: Li cem cotên (jin û mêrên) fransî yên ku xebatkareke malê dixebitînin, dabeşîya karên ku ji xebatkarê re nayên hiştin hîn bêhtir newekhev e. Di vê rewşê de, bi tenê % 18ê mêran bi wekhevî karê paqijîya malê dikin - li cem cotên (jin û mêr) ku karê paqijîyê bi xwe dikin, ev rêje digihîje % 40ê. Nivîskar fikireke weha jî diparêzin: "Aşbûna karê paqijîyê tiştek e, lê aştîyeke bi rûmet tiştekî din e jî". (4)

Çavkanî

  1. "Panorama de la société 2011" [" Bergeha Civaka 2011ê"], www.oecd.org, 26 tîrmeh 2011
  2. Janet Biehl, "Femmes et écologie, un lien "naturel"?" ["Jin û Jîngehparêzî, Girêdaneke Xwezayî?"], Le Monde diplomatique, gulan 2011
  3. Vegotî di Geneviève Fraisse, Service ou servitude. Essai sur les femmes toutes mains [Xizmetkarî an Xulamtî. Ceribandin li ser jinên ber destan], Le Bord de lîeau, Lormont, 2009
  4. François-Xavier Devetter û Sandrine Rousseau, Du balai. Essai sur le ménage à domicile et le retour de la domesticité [Bimalin! Ceribandin li ser paqijkirina malê û vegera xizmetkarîya malê], Raisons diagir, Ivry-sur-Seine, 2011

Wergera ji fransî: Simko Destan