Xizmeta nav malê: Pirseke aloz a civakî

Nedîtîyên bêdawî
Translator

Karûbarên wisa nexweş lê herwiha mecbûrî, yên ku piraniya wan, bi dilxwazî an jî bi karmendî li ser milên jinan tên meşandin: xizmeta ji bo şexsan di nava civakê de pirsên hesas bigewde dike.

Xizmeta li malê, paqijî û karên malê yên ‘edetî an jî sexbêrîya li kesên muhtac di nav mal û malbatê de, mijareke îronîk e, îronîya pirseke civakî ya aloz (xizmet kirin?), pirseke acizker (wekhevîya cinsîyetan…) û bi alîyê xwe yê polîtîk pîjker. Rexneya wê bêfayde ye. Karên malê pareke esasî ye di çerxa jîyana rojane ya benî-ademan de û piranîya xelkê dinyayê renc û çewsandina jinan, çi xizmetkarên xwedanmûçe bin, çi bermalî bin, her nabînin. Lewma îronî hem di xumamîya kêşeyê de û hem jî di peydanebûna çareserîyê de ye. "Pirsa" xizmeta navmalê xwe bi bersivên sade nade û analîza wê mecbûr e nakokîyên tê de hene li ber çavan bigire. Îro li rojevê du duriyanên berbiçav hene, du rêyên ku tê de pirsa demokrasîyê tevli jiyana taybetî dibe: Li alîyekî bûyerek –serhildana xebatkareke hotêleke mezin– (1) û li alîyê din, munaqeşeyek, utopyaya xizmeta şexsî.

Daketina kolanan a jinên ku paqijîya odeyên hotelan dikin, îmajeke pir xurt e. Gulana 2011ê, xwepêşandana wan a li ser cadeyên New Yorkê li ber sîya danişîneke dadgehî ya doza Strauss-Kahn, wek manîpulasyonekê hate nirxandin, lewre ev jinên xebatkar, ku karê wan paqijkirin û serûberkirina odeyan e, bêguman wek jinên bê piştgirtî ku hebûna wan di jiyana hotelan de biqasî neyê dîtinê ye . [Bi vê kiryara xwe ya xwepêşandanê] wan sînorek bezand, berbendek rûxand: Sînorê dîwarên jîyana taybet û mehrem, yê dîwarên xanîyê şexsî û yên hotêlekê. Têperkirina xeta di navbera "taybet" û "giştî"yê de kiryareke radîkal e. Gotineke kolektîf an jî dirûşmek e dikeve para meydana giştî –li vir, "Shame on you", "şermê ji xwe bike", ji mirovê xwedanhêz ê gumanbarê tacîzê re digotin.

Meydana giştî, gotina giştî: Derîyên wê qadê ji xizmetkarên navmalê re girtî ne, ji jinên xizmetên paqijîyê re; lê belê, ev sedeyek e, ango ji dema peydabûna sendîkagerîyê ve, doz û gotina wan her ew e bê qebûl kirin ku ew jî "xebatkar in mîna yên din". Ji "sendîkaya xebatkarên karên navmalê" ya dawîya sedsala 19ê, heta digihe beşê "karkerên malê" di nav refên Konfederasyona Fransî ya Kar (Confédération française du travail (CFDT)) de, ber bi salên 1970yê, paşê heta Manîfestoya Brezîlî ya xebatkarên navmalê ku di hezîrana 2011ê de hatibû pêşkêş kirin bo Rêxistina Navneteweyî ya Kar (Organisation internationale du travail (OIT)), doz û dawekarîya siyasî û mirovî ya van mûçegiran ew e ku wek beşek ji çîna karker û xebatkaran bêne qebûl kirin. Divê neyê ji bîr kirin ku karkerên salên 1900ê, qewî hez ji vê telebê nedikirin, lewre bi ya wan ev teleb ji layê kesinan dihat ku pir nêzîkî patronan dijîn…

Derveyî dîwarên malê: Berê gava ku di nav xizmeta wan de rolên wek dergevanî û şofêrî jî hebûn, li derveyî malê jî dihatine dîtin; lê dîtina wan li derve kêmtir bû gava ber bi dawîya sedsala 19ê "krîza xizmetkarîya navmalê" gur bû û bi şerê cîhanî yê yekê re du beramber zêdetir lêhat û ku êdî pêwîst bû vegerin ser (statuya wan a) "qerwaşên ku her karî dikin". Wê hingê hûrde fîlmê Lépine, yê bi navê La grève des bonnes (1905) pir seyr e, ku di vî fîlmî de komek xwe rêk dixe û ji malê ber bi bazarê ve diçin û xwe digihînin bazara kar û komîserîyê! Xeyala greva xizmetkaran a di fîlm de îro bû xwepêşandana rastî ya jinên paqijker: Derbirîneke polîtîk ku bi îmaja em diparêzin ya xizmetkaran ku bi tenê li deverên taybet wek ode, apartman, yan jî li xanîyên şexsî hene, qet li hev nake. Sebaret bi vê yekê divê em grevên vê dawîyê bi bîr bixin, yên wek greva jinên paqijker ên Arcadeê, taşerona Accorê (2002) (2) û greva Crowne Plazaya li Parîsê (2010). Ev derperîna siyasî –daketina ser kolanan, jîyana sendîkagerîyê, grev– nîşaneya nakokîyeke hevçerx e. Gelo çawa xizmet û demokrasî, hîyerarşîya navmalê û yeksanîya civakî bi hev re bêne dabîn kirin? Heyra rojnameger û bînerên wêneyên jinên paqijker li ber dadgeheke New Yorkê ji ber wê hindê ye ku derbirîna demokratîk a modern, bi nezera wan, girêdayî kevnarîya xizmetê bû, ango girêdayî nerîteke bi qasî dinyaya qedîm: Xizmetkar û qerwaş cûreke benî-ademan in ku qet xilas nabin. Ji bilî dîyalektîka Hegel ya xudan û êxsîr, ku şiklê pêwendî û têkoşîna mumkîn dîyar dike, herwiha ji bilî yarîya dramatûrgên sadsala Ronakbûnê ku ji Marivaux heta Beaumarchais hez ji bi-hev-guherîna rolên xizmetkar û xudanan dikirin, xizmetkar kategorîyeke civakî ya dureh e: Li nav û li derveyî mal û malbatê, nasyar û bîyanî, feqîr lê li cem dewlemendan dijî… Herwiha rola xizmetkaran digel jinan û zarokan bi cih bûye (binêrin Arîsto).

Ev bîst û pênc sedsal in ku "qerwaşa Trakyayê" ya fîlozofan hê jî bênav e

Herwiha tê zanîn ku di desthilata Şoreşa Fransî de xizmetkarên mêr bi hemwelatî nayên hisêb kirin. Çunku girêdayî yekî din e, xweserîya wî ya siyasî û takekesî aşkera ye ku kêşesaz e. Lewma cihê heyirînê nîne ku xizmetkara paqijîya navmalê berî her tiştî bê nasname be: Ji bîst û pênc sedsalan ve "xizmetkara Thraceê", ku fîlozof behs lê dikin, ne xwedîyê navekî xwe ye. Dibêjin gava Thalesê zana, ku zêde mijûlî stêrkan e, dikeve nav bîrekê, xizmetkara Thraceê her dikene. Wê nav nîne, lewma bi erkên cuda dikare were guhertin: Ew fonksîyoneke civakî ye, pêdivîyeke navmalî ye. Divê navê wê "Marie" be, "Marie ya qerwaş", dibêje Léon Frapié di romaneke serê sedsala bîstê de, ku navê wê La Figurante (1908) e. Lê, gelo çima mirovê xwedanhêz, siyasî û zana, wî bixwe nav, an jî nasname heye?

Di demekê de ku derperîna siyasî kevnarîya îmaja xizmetkara jin bi bîra me dixe, munaqeşeyek li ser pêdivîya "xizmeta li şexsan" vedibe, li ser sexbêrî, care, xem û li ser pêwendîya ku divê di navbera neslan de û di navbera takekesên yek-yek kirî yên civaka hevçerx de were ava kirin û jinûve ava kirin. Êdî mesele nema "xizmet kirin"a li kesekî xwedanê îmtîyazên zêdetirî xwe ye, belkî mesele "bicihanîna xizmetekê ye" ku ji kesekî din re pêwîst e. Xizmeta li şexsan, berê nihêrînê bi rengekî qet’î diguhere û ronîyê dixe ser wî kesê an wê kesa ku xizmet lê tê kirin. Rê-û-resma cemawerî, wî kesê di halê xizmetkirinê de wek "mûçegirê karderê şexsî" bi nav dike. Ev awayê derbirîna alternatîv cihê teqdîr kirinê ye.

Arezûya nehêlana têrma "xizmet" xwe dispêre rabirdûyeke kevin a têrmînolojîk. Berê "xebatkara malê" hatibû pêşnîyaz kirin, paşê "karê malbatî" ji bo xwe xelas kirina ji demxeya "qerwaş"ê an jî ji bo dûrketina ji gotina"jina paqijker" ku heta dereceyekê helgira xwe wek bêsineet nîşan dide. Mesele careke din ew bû ku kesê "di xizmetê de" li cîhana kar bê zêde kirin. Dimîne bi rengekî karîger bê dîyar kirin ku jina paqijkera odeyan li hotêleke mezin cuda ye ji jina paqijker a ku bes bi nîvdemî dixebite, ango wek karekî duyemîn vî karî dike. Herwiha hêj jî dimîne bê dîyar kirin ku sexbêrîya li mirovekî pîr û karê paqijkerîyê, ne wekhev in, herçend gelek caran ew herdu kar li hev tên têkel kirin.

Hiyerarşiya navbera efendî û xulaman derbasî nava pergalên siyasî bûye

Mirov dikare karên xizmetê ji yên herî rihet (mirovî) heta yên herî nexweş (qirêjî) rêz bike, herwiha mirov dikare hevgirtina pêdivî ya mirovan û zexta wazjênehên a civakî ji hev cuda bike. Tevî vê yekê em nikarin înkar bikin ku cinsiyetgerîyek (sexuation) di dîroka xizmetkariyê de heye.

Mirov dikare vê fikrê jî pêş bixe ku tu carî xizmet bi qasî vê serdema me jinane/mê nebûbû. Gelo hewce ye mirov dîsa û jinûve bibêje ku xizmeta navmalê rehên xwe ji karê jinan ê navmalê yê "belaş" digire? Hewce ye bête bi bîr xistin ku hinek jin mûçeyî ji bo karekî werdigirin ku kesine din heman karî bi belaşî dikin (paqijî an sexbêrî)? Gelo çawa em li pêş naheyirin ku ev para jîyana me ya hevçerx her wekî tabûyeke siyasî dimîne? "Tabûyeke siyasî" ye, lewre di serdema hevçerx de cudabendî û berhelistîya di navbera belaşî û mûçegirîyê de pir aşkeratir lêhatiye, serdema ku xweserîya aborî kiriye xaleke esasî ya takekesan.

Seyr e, jinanekirina her zêdetir a vî karî vedigere ser dîroka sedsala 20ê, li alîyekî ji ber berbelavbûna mûçegirîyê û li alîyê din ji ber hewla pîşeyîkirina karê jina navmalê. Gelo ma ne cihê heyirînê ye ku mûçegira "kardera şexsî" wek keseke nêtar, bêcinsiyet tê pêşkêş kirin di demekê de ku îro bi duristî % 98ê wan jin in?

Tevî her tiştî, ev perspektîfa taze dihêle ku mesele bi rengên cuda were nirxandin: Gelo ma gotûbêjên li ser sex-bêrî û xema [kesên din], li ser care û fikara beramber kesên hesas û muhtac, nakin ku statu, rol û fonksîyona kesa ku xwe dixe "di xizmeta … de" bi rengekî esasî were veguhertin? Em dizanin ku hîyerarşîya civakî, ku bi pêwendîya di navbera xudan û xizmetkarî (an jî xudana jin û xizmetkara jin) de tê dasepandin, rejîmên siyasî derbas kirin, lewre reng û zahirê wê hîyerarşîyê di civaka monarşîk de aşkera bû; lê gelo kî dikare bêje ku her ew hîyerarşî kêmrengtir bûye di vê civaka demokratîk a xemxura yeksanîyê de? Xal û xemên teorîk û siyasî yên rojeva me li vir in: Dê çawa rêkxistineke civakî ya wisa bê berqirar kirin ku bi dirêjbûna maweya jîyanê re û bi pêdivîya her zêdetir a sexbêrîya zarokan re lihevkirî be, lê rê nede jinûve avakirina jêrdestîyeke kevnare, belku wê jêrdestîya kevnare [jêrdestîya jinê di xizmetên navmal û paqijkerîyê de] veguherîne faydeyeke cemawerî? An jî, berevajî vê –ku terefdarên careê jidil dixwazin em wisa bifikirin–, çawa hêvîya demokratîk dê were vejandin bi rêya dîtina xizmetê, ne wek îtaet û xizmetkarî, belku wek bexş û pêwendî? Di vê rewşê de, nebûna sîmetrîyê, ango yeksanîya neyî di navbera xizmetker û xizmetgir de bêmena ye, û nabe kêşeyeke polîtîk. Herwiha, ji me re dibêjin, "xizmeta li şexsan" cextê lê dike ku lawaz ew e yê/ya ku xizmetê digire, ne ku yê/ya xizmetkar. Wê çaxê, faydeya cemawerî û hevgirtina di navbera takekesên veder de bi hev re asoya veguherîna civakê pêk tînin. Cihê behskirinê ye ku yê/ya xizmetê dike bixwe jî di rewşeke hesas de ye. Xizmeta li şexsan, bi vî rengî, têkilîyek e di navbera du terefên lawaz de.

Alîyên polîtîk ên meseleyê li ber çavan in: Jinûve avakirina pêwendîya civakî, jinûve terîfkirina menaya vê pêwendîyê, ji cihê karê kevnare, ango ji xizmetê bixwe dest pê dike. Di encamê de guherîneke tekmîl a rewşê: Xizmeta ku sedsala bûrî girîngîya xwe ji dest dabû, dê niha careke din bibe devera navendî ya civaka siberojê, ku vê carê bi xêra hilweşîn û veguhorîneke siyasî, ber û rengê wê ronî ye. Lewre her ji destpêkê dê dîyardeyekê ku ji pêdivîyeke taybetî dizê li navenda qada giştî bi cih bike. Di vê çarçoveyê de, tê heye ku "hidûd"ên di navbera herdu qadên giştî û taybetî de careke din bêne terîf kirin. Mijareke duyem lê zêde dibe: Xemxurîya beramber kesên din weke însanên hesas, muhtac û nesax û pîr û zarokên sawa, dê bihêle ku xislet û ‘emelên baş ên mirovatîyê yên meşhûr bêne navberê, ku ew xislet ji dîrokê ve jinane ne, navmalî û dayikane ne. Gava ku ev xislet li qada giştî berçav û berbelav bûn, ango hatine veder kirin, bi rengê ku li derveyî cîhana navmalî ew xisletên jinane hatine bi nirx kirin, hingê îhtimal heye ku her ew xislet ji cinsiyeta xwe rizgar bibin û nema bi tenê bi cinsiyeta jinê ve bêne girêdan.

Jeanne Deroina femînîsta radîkal a şoreşa 1848ê, her hingê behsa wê "xaneya mezin a xerab rêvebirî, ango dewletê" dikir ku ew bixwe jî li hêvîyê bû di siberojê de tê de bixebite. Wê pêşnîyaz dikir ku nirxê navmalê bi awayekî siyasî li derveyî male bê bi kar anîn: projeya wê wek stratejiyeke milîtanî ya qanihkirinê dihat nirxandin, ku ev nakokî îro jî di çendîn derdorên siyasî de karîger e; lê em baş bi îzafîbûna wê hetta heta bi tunebûna bingeheke wê ya dîrokî dizanin. Li alîyê din, wekhevîya jin û mêran di vî karî de bes di bîreke sehrî ya civakeke wisa de dikare bê tetbîq kirin ku tê de hîyerarşî di navbera cinsiyetan de nebe û ku tê de serdestiya mêrane tunebe.

Du qutib hene ku êdî qada têgeha xiz-metê dest nîşan dikin: Kevnare û siberoj. Li alîyekî, dîroka kevin a xizmetkara ku dûrî qada giştî, dûrî mafê gilîkirina li dadgehê, dûrî derbirîna hêrsa xwe û dûrî kenê desthilatdaran tê ragirtin. Li alîyê din, dîroka nûjenkirî ya xisletên bêdawî yên cinsiyeta jinane, ku ji bo hertiştî berdest û berçav in, cinsiyet û paqijî, sexbêrî û xurekan, bi hevîya ku bêyî zêde tawîz û zehmetîyên yeksanîyê, jîyana taybet û jîyana giştî bi hev ve bêne girêdan. Bes tiştek misoger e: Xizmeta li şexsan nabe paşeroja wekhevîya jin û mêran di karê xizmetkarîyê de.

Çavkanî

Geneviève Fraisse:
Fîlozof, nivîsera Service ou servitude. Essai sur les femmes toutes mains, Le Bord de l’eau, Lormont, 2009 (çapa yekê: Femmes toutes mains, Seuil, Paris, 1979). Berhema wê ya dawî: A côté du genre. Sexe et philosophie de l’égalité, Le Bord de l’eau, 2010.

  1. Bnr. Rachel Sherman, "Grands hôtels, maîtres et valets", (Hotelên mezin, efendî û xizmetkar) Le Monde diplomatique, hezîran 2011
  2. Herwiha bnr. fîlmê Ivora Cusack, Remue-ménage dans la sous-traitance, 2008

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn