Xwe xelaskirina ji bacdayînê

Translator

 

Ger li ser malpera Amazonê pirtûkek li Spanyayê hatibe kirîn yan jî tozmijeka elektrîkî li Fransayê hatibe kirîn, hesabê wê ji alîyê şirketa Amazon EU ve li Luksemburgê tê birîn. Bi tenê du sed û sih û pênc mûçegirên wê hene û sala 2012an hecma wê ya bazirganîyê nêzî 10 milyar dolaran bû, lê belê bi xêra alimekî bihevvekirin û lihevanîna malî bi tenê 20.4 milyon dolar kar kir. Ew girêdanên neteweyî yên strukturên li Ewropayê bicihkirî yên ku karê bikêr ê şirketa navneteweyî dikin, kontrol dike: lojîstîk, marketing, têkilîyên bi dabînkeran re û hwd. Li serê herî banî yê vê pîramîda holdîngan rezerva malî ya şirketê heye, Amazon Europe Holding Technologies SCS; sê antîteyên li eyaleta Delaware a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwedîyê wê ne.

 

Li navenda vê îskeleya avahîsazîya bacî şêmûga Amazon Europe Holding Technologies SCS a bi xwe jî li Luksemburgê bicihbûyî heye ku pêlên pereyan dadiqurtîne û diherikîne: wê dawîya sala 2011an 1.9 milyar ewro rezerv dabûn hev, tevî vê jî yek mûçegirê bi tenê jî negirte kar. Ev çerxa sergêjker a dizîya bacê destûrê dide şirketa navneteweyî xwe ji baca welatên ew li wan bi cih bûye xelas bike û ew mîqdarên pir mezin ji wan dikişîne. Ji dema ku kadroyê wê yê birêveber Andrew Cecil tabloyek da parlamenterên brîtanî yên endamê komîsyona malî, hecma kirekarîyên (HK) li Fransayê tê nasîn: ew sala 2011an digihêje 889 milyon ewroyan. Dîsan jî şaxên fransî mîqdarên bi gelekî kêmtir radigihînin rayedarên bacê, heta wê radeyê ku niha ew ketine ber sererastkirneke bacî ya digihêje 198 milyon ewroyan.

 

Ne xem e. Şaxê fransî yê Amazonê lojîstîkê ku kewaran û îstîxdama bêhtirî hezar mûçegiran bi rê ve dibe, sala 2012an HKyeke 75 milyon ewroyî û encameke 3.2 milyon ewroyî da zanîn. Dema ku kewara sêyem a fransî hat avakirin li Chalon-sur-Saôneê, wezîrê serrastkirina hilberîner Arnaud Montebourg ew teşwîq kiribû û pişta wê girtibû; vê kewarê ji fonên dewletê sûd wergirtibû. Ji bilî alîkarîyên pereyan yên dewletê û konseya departimanî ya

Saône-et-Loire, konseya herêmî ya Bourgogne a ku François Patriat ê sosyalîst serokatîya wê dikir, 1.125 milyon ewro dan Amazonê ji bo ku du sed û pêncîh mûçegirên bi peymanê dewamî bigire kar. Kevne menejerekî şirketê Ben Sihamdi şirove dike: "Ya herî xirab ew e ku ev hilbijartî naxwazin bibînin ku Amazon bi projeyên pir cidî pereyan radizîne li robotkirinê. Ev kar û îstîxdam wê bivênevê tune bibin."

J.-B. M.