Ya ku Cezayir li ser mijarê difikire

Translator

Danezana dawîya çirîya paşîn a nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) Romano Prodi ya ji bo Sahelê  ku li gorî wê çalakîyeka eskerî li bakurê Malîyê "berîya îlona 2013yan" wê ne pêkan bûya (Liberté, 21ê dawîya çirîya paşîn a 2012an) li Cezayirê wekî nûçeyeka xweş hat pêşwazîkirin. Heta ew -ya ku hikûmet diparêze- li hemberî opsîyona şer a ku Fransa pesnê wê dide wekî serketineka çareserîya sîyasî derket pêş. Ev danezan çend rojan piştî daxuyanîya serekê fermandarîya eskerî ya amerîkî ji bo Afrîkayê general Carter Ham hat, wî digot, nêzîkatîyeka "bi tenê eskerî" li herêmê wê mehkûmê têkçûnê be (Le Monde, 16ê çirîya paşîn a 2012an).

 

Ji bo Cezayirê ev mohleta deh mehan pir zêde ye dema mijar "bi tenê" bidestxistina bajarên bakurê Malîyê yên ketî destê serhildêrên tuwareg yên îslamîst û komên cîhadîst be. Lê belê ev mohlet demê dide Cezayirê ji bo ku bike çareserîyeka sîyasî derkeve holê ya ku şîroveger pê li hemberî planên Parîsê radibin – hin ji wan îdîa dikin ku helwesta Parîsê para bêhtir ji alîyê ûranyûma sahelî ve tê dîyarkirin. Dîplomatekî cezayirî yê Yekîtîya Afrîkayê rave dike ku mohleta Prodî danî pir kurt e lewra "erdê Malîyê gelekî kompleks e û gelek aktor û pirsgirêkan mohra xwe lê daye". (1)

 

Giranîya bûyera berê qawimî ya lîbyayî

 

Di encamê de, ev mohlet neewlebûnê bi tevahî ji holê raneke jî, baş e ji bo rayedarên cezayirî yên ku di rewşeka hesas de ne ji dema ku koma tuwareg a îslamî Ensar Dîn (Parastvanên Dîn) û tevgerên cîhadîst kontrola bajarên bakurê Malîyê bi dest xistin û vir ve. Lewma nîqaşa li ser tehlûkeya desthilatdarbûna "Sahelistanekê", ku fikra Quai d‘Orsay e, tevî rexneyeka li Cezayirê ya ku ji ber ku bi rola xwe ya "hêza herêmî" ranabe û "zelûlîyê" xurt dike heta "bixêrhatina terorîzmê dike" tê gunehbarkirin. (2)

 

Zextên ji bo tevlîbûneka yekser ya welatê wan ya nav pirsgirêka Malîyê dibe sedema bêdengîya gelek cezayirîyan. Raya giştî weha dîyar e fikaran dike ji ber tiştê berê li Lîbyayê qewimî, encamên wê ji bo sînorên welêt giran bûn: destwerdana hêzên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) bû sedema şokekê. Gelek kadroyên xwedî bandor ên hikûmetê û artêşê fikra destwerdaneka eskerî red dikin. Dîplomatek bi îdîa dibêje ku senaryoyeka bi vî rengî "wê têkilîyên ku meriv nikaribe ji nav hev derêxe pêk bîne" di navbera serhildêrên tuwareg û "eşqîyayên îslamî" de. Pirsgirêk dikare li nav erdên Cezayirê belav bibe. Van mehên dawîyê êrîşên bi komên îslamî re tên elaqedarkirin li başûrê mezin yê welêt wisa dîyar e hebûna tevneka terorîst ya amade ye çalakîyan li dar bixe, piştrast dikin.

 

Berê awirên çapemenîyê û dîplomatan li ser artêşa cezayirê ne û ev yek dibe sedema şîroveyên carinan henekpêker û rexnegir yên "zexta bi derewan dostane" (Le Quotidien d’Oran, 4ê tîrmeha 2012an). Li gorî kevne efserê rêxistina îstîxbaratê ya cezayirî Muhemed Şefîq Mesbah hêzên rojavayî hewl didin berîya hertiştî li wan kesan bigerin ku wê karê wan ji wan re herî erzan bikin: doza wan "operasyoneka eskerî ye ku wê ji alîyê Cezayirê û hevkarên din ên afrîkî ve ji bo wan were birêvebirin". Û heke berpirsîyar bi awayekî giştî derxin holê ku DYA xwedîyê nêzîkatîyeka pirrengtir e, li hemberî vê li gorî wan nêzîkatîya Fransayê hem bi nîyeta xirab e û hem jî bi tehlûke ye. Encama Mesbah digihêjîyê ev e: "Divê meriv hinekî ehmeq be ji bo ku bifikire Cezayir wê bi hewqas nexwestinê bi roleka alîkar rabe ji bo xêra berjewendîyên stratejîk ên Fransayê li Afrîkayê" (L’Expression, Cezayir, 15ê tîrmeha 2012an).

 

Kevne eskerekî din yê bûyî profesorê zanistên sîyasî Ehmed Adîmî, Parîsê gunehbar dike bi zorkirina li artêşa Cezayirê da ku di herîya Malîyê de "biteqine" û bi daxwaza veguherandina welêt li awayekî Afxanistana afrîkî. (3) Bendjana Benaoumeur yê ku eskerekî teqawîtbûyî ye gumanan dike ji pêkhatina "bêistîqrarîyeka pir zêde bi tehlûke ji bo demeka dirêj, bi ‘mîna Somalî kirina’ Malîyê û ‘mîna Afxanistanê kirina’ herêma li jêra wê, bi vê re jî vebûna rêya li ber destwerdana bîyanî" (El Watan,, 4ê tebaxa 2012an).

 

Hin sazîyên çapemenîyê bi gunehbarîyeka sîmetrîk bersivê didin îdîa û îşaretpêkirinên li Fransa û Malîyê pircarî dibin yên li ser rola "manîpulator" yan jî "şîlo" ya Cezayirê li Sahelê: koma herî nû ya cîhadîst ya Sahelê, Tevgera ji bo Yekîtîyê û Cîhadê li Rojavayê Afrîkayê (TYCRA) ye, çalakîyên wê bi tenê li dijî Cezayirê ne, ew ji alîyê rêxistinên îstîxbaratê yên fasî heta qetarî ve hatîye damezrandin (L’Expression, 3yê îlona 2012an).

 

Dema ku pirsa rola divîya Rêxistina Îstîxbarat û Ewlekarîyê (RÎE) di binî re pê rabûya jê hat kirin, pisporekî cezayirî ev bersiv da: "Xwezî ev rastbûya! Hingê wê fîyaskoya li Gaoyê nehata serê me!" Ya rastî, ji bo Cezayirê, krîza heyî ya li bakurê Malîyê 5ê nîsana 2012an bi revandina konsolosê Cezayirê li Gaoyê, Boualem Sias û şeş hevkarên wî dest pê kir. Çapemenîyê binketineka rayedaran dida zanîn, li gorî wê rayedaran "rewşa li Azawadê şaş şîrove kiribû" (Le Quotidien d’Oran, 8ê nîsana 2012an). Cezayira ku pirî caran bi rola navbeynkar rabû di navbera tuwaregan û rayedarên Bamako de, şik têde nîne xwedî bandoreka mezin e li herêmê. Lê belê eşkere ye ku agahîyên di destê wê de xwedîyê kalîteyeka ne ewle ne.

Pêkirina tuwaregan

 

Giranîya Tevgera Neteweyî ya Azadîya Azawadê (TNAA) ji ya heyî zêdetir hatibû texmînkirin: ev tevger ji alîyê kesên li Cezayirê nas ve tê birêvebirin, lewra jî wê sûd digirt ji qabîlîyeteka bi rastî ya medyatîk, lê belê wê bêserûpêtîya xwe li cihê cih nîşan da. Şahid piştrast dikin ku hêmanên TNAAyê yên ku garantî dikirin ku ew dê konsolosê Cezayirê li Gaoyê biparêzin li hemberî TYCRAyê qet dest hilnedane. Bêhêzîya TNAAyê bi jirêderketina wê ya dawîya hezîrana 2012an li Gaoyê hat piştrastkirin. Çend rojan piştre, piştî ultîmatomeka Ensar Dînê, tevgera serxwebûnxwaz herweha ji Tambouctouyê jî veqetîya. Le Quotidien d’Oran a 30yê hezîrana 2012an tesbît kir ku "cîhadîst serwerên bakur" in, pêre jî derxist pêş ku ev serwerî dikare wekî arguman ji bo destwerdana bîyanî bi kêr were.

 

Tevahîya kirinên rayedarên cezayirî ew bû ku rehîneyên di destê TYCRAyê de ne rizgar bike û her weha bike ku ji derve de tu desttêwerdanek nebe.

 

Cezayira ku dema wê kêm dibû li dijî projeya desttêwerdana eskerî ya Parîs wê diparêze û welatên rojavayê Afrîkayê jî destekê didinê, tevahîya giranîya xwe dide ser dawîanîna li hevgirtina di navbera Ensar Dîn û komên cîhadparêz de. Derket holê ku ev wezîfe pir zêde nazik e, bi tevlîbûna komê ya xirakirina turbeyekê li Tambouctouyê nîşanên tundrewbûna wê xwe dan der û partîzanên desttêwerdaneka eskerî xurt kirin. Serokê Ensar Dînê yê bi dîlemayekê re rûbirû, demeka dirêj xwe bi vir de û wê de kir. Li Cezayirê deng bilind û gefxur dibûn: "Em ji wan re bi awayê herî biryardar dibêjin ku pencereya derfeta xwe dûrkirina ji terorîstan va ye tê girtin. Êdî karê serokên vê tevgerê ye ku bi lez biryarê bidin gelo ew dixwazin bibin beşek ji pirsgirêkê yan jî bibin parçeyek ji çareserîyê." (El Watan, 7ê çirîya paşîn a 2012an).

 

Weha xuya ye vê zextê encam girtin, tevî ku zehmet e meriv binirxîne ka qutbûna ji El-Qaîdeya li Mexreba Îslamî di nava Ensar Dînê de wê kîjan alîyan provoke bike. Wezîrê karê hundir yê Cezayirê Daho Ould Kablia rave dike ku ji bo Cezayirê divîya bivênevê "tuwareg li alîyê çareserîyê werin bicihkirin berîya li çalakîyeka eskerî were fikirîn". Ev jî rave dike ku têkilîyên xurt ên tuwaregên Cezayirê bi yên bakurê Malîyê re hene û tehlûke heye ku di şer de ew jî bikevin nava êgir (Le Soir d’Algérie, 8ê çirîya paşîn a 2012an).

 

Lê belê bêdengî û dudilîyên fermî, kêmmayîna cîdî ya di girtina dest ya berpirsîyarîya sîyasî ya herêma li ser sînor ya pir nazik de, radixin ber çavan. Kevne sefîrê cezayirî Abdelezîz Rehabî bi vê yekê xemgîn e: "Van salên dawîyê me gelek enerjîya xwe li dosyaya Sûdanê xerc kir, tevî ku parçebûna wê ji bo herkesî darîçav bû û veger jê nebû. Û me gelek enerjî li NEPADê (Hevkarîya Nû ji bo Bipêşketina Afrîkayê) jî xerc kir, ji bo ku ji bo çend salan kursîyeka me ya demî di G-8ê de hebe... Û me ev herêma Sahelê ya ku ne serokdewlet û ne jî wezîrê wî yê karê derve çûn serdana wê, îhmal kir. Êdî tiştê em dikarin bikin bi tenê ew e ku em xwe ji zirarên kolateral yên vê krîzê re amade bikin (El Watan, 11ê çirîya pêşîn a 2012an).

* Rojnamevan, Cezayir.

(1) Jibergirtinên ku jêdera wan nehatîye nivîsandin ji hevpeyvînên nivîskêr kirî hatine girtin.

 

(2) "Les diplomates français multiplient les critiques ‘en off’ contre l’Algérie / Dîplomatên fransî rexneyên xwe yên ‘en off’ li dijî Cezayirê zêde dikin", 28ê îlona 2012an, www.maghrebemergent.info

 

(3) adimiahmed.over-blog.com, 14yê çirîya pêşîn a 2012an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê