YE û pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê

Translator

Pirsgirêka kurd ji bo bernameya siyaseta derve ya Tirkiyeyê her ku diçe girîngtir dibe. Ev pirsgirêk di heman demê de di gel pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî li hev bandor dikin. Ji aliyekî ve pirsgirêka kurd wek arîşeyeke navxweyî ya Tirkiyeyê dikeve bin bandora reformên YE’yê, ji aliyê din ve jî di çarçova peywendiyên Tirkiye û YE’yê de pirsgirêk bi xwe dibe hîmeke bitesîr.

Tirkiye bi berendamtiya xwe gihaye qonaxa dawîn a pêvajoya ku bi peymana yekbûnê di 1‘ê rêbendana sala 1964‘an de ji bo nêzîkbûna YE’yê dest pê kiribû. Mebesta dîdar û hevdîtinên ku di kanûna 2005‘an de dest pê kirin ew e ku Tirkiye di warê hiqûqî, siyasî û aborî de ji bo armanca endambûnê ya amajekirî û ji her du aliyan ve xwestî amade bike. Li gel dîtina fermî ya Tirkiyeyê ya ku diangêje ku ev arîşe arîşeyeke terorîzma cudaxwaz e, pirsgirêka kurd di ser riya endamtiya Tirkiyeyê de ji ber alozî û asoya xwe ya navnetewî astengeke mezin e. Hewldanên 45 salî yên ji bo endamtiya YE’yê, hêj dikarin ji ber nearambûna rewşa welatî ya siyasî û aborî, ku sedema wê jî dijwariya pirsgirêka kurd e, têk biçin.

Çareseriya Ewrûpa ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, di nav pêvajoya dîdaran de, vê gavê başkirina rewşa kurdan a civakî, çandî û aborî ji xwe re dike armanc. Bi sedema aloziya pirsgirêka kurd û karîgeriya wê ya li seranserê Tirkiyeyê, divê YE hêj di nav pêvajoya hevdîtinan de li derfet û amûran bigere da ku çareseriyeke aştiyane ya mayînde ji bo vê arîşeya siyasî peyde bike. Çawa be, pirsgirêka kurd nema meseleyeke Tirkiyeyê ya navxweyî ye, lê belê ji roja ku Tirkiye wek berendam hate destnîşankirin ve, yek ji wan pirsan e ku ji bo endambûna Tirkiyeyê, divê heta dûmahiya dîdarên endamtiyê bê bersivandin. Ji ber vê çendê pirsgirêka kurd her wisa xweziyeke Yekîtiya Ewrûpayê ye jî. Bi qasî ku çi hêzeke din a navnetewî nikare, YE dikare bi yekserî alîkariya çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bike. Têkiliyên dualî yên bi dehsalane, hevbeşî û daxwaza endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, girîngtirîn bingeh in ku bandora YE’yê li ser çareserkirina arîşê hêsan û gengaz dikin.
Guherîna stratejiyê pêwîst e

Yekîtiya Ewrûpayê hêj amade naxuye, bi têgeheke herêmî û li gel amadekariyên beşdariya Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka kurd stratejiyeke çareser darêje. Ji bo vê yekê divê du angaştên girîng bên kirpandin. Ya yekemîn, ji bo dabînkirina demokrasiyeke ewrûpî ya nûjen li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd girîngiyeke mezin heye. ‘‘Dema ramanên heyî yên di der bare pirsgirêka kurd de bi awayekî tundraw biguherin, gelê kurd bi mafên xwe bê nasîn û bi çalakî bibe beşeke çareseriyê, bi tenê hinge li Tirkiyeyê demokratîzebûn û mafên mirovan gengaz dibin.“ Ya duyemîn jî, hem dabînbûyîna aştî û hevsengiya li Tirkiyeyê, hem jî ya li Tirkiyeyê, ewqas bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne ku, eger YE pirsgirêka kurd careke din paşguh bike, wê ziyan hem bigîje berjewendiyên derveyî û ewlehî, hem jî berjewendiyên aborî.

Dema hemû beşên girîng ên arîşeyê wekî hêzên herêmî û navnetewî û nêrînên cuda yên her du aliyan bên pêşçavkirin, bingehên strajiyeke rastbîn a YE’yê jî durist dibin. Di vî warî de ji şîretên gelemper wêdetir, bipêşvebirina çareseriyên rastbîn ji bo pirsgirêkê pêwîst e. Siyaseta YE’yê ya kurd a heta vê rojê, ji sedemên cur bi cur wek stratejiyeke (nû) ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne bikêrhatî ye.

Ji aliyekî ve ji hêla saziyên YE’yê ve li pirsgirêka kurd bi giştî di çarçova mafên mirovan û mafên kêmnetewan de tê nêrîn. Girêdayî pirsgirêkên amadehiyên beşdariya Tirkiyeyê jî, pirsgirêka kurd bi tenê bi awayekî nerasterast tê bilêvkirin. “Têgeha YE’yê ya çareseriya pirsgirêka kurd bi tenê dabînbûyîna mafên mirovan ên takekesî, misogerbûyîna mafên çandî û başkirina rewşa civakî mebest dike.“

Ji aliyê din ve jî hinek dewletên endam, dema peywendiyên xwe yên siyasî û aborî yên li gel Tirkiyeyê dikevin bin metirsiyê, di pirsgirêka kurd de bi dudilî tevdigerin. Kêmasiyeke din ya siyaseta YE’yê ya kurd jî ew e ku dezgehên YE’yê ji ber xatirê Tirkiyê, helwestên xwe dixin bin bandora wê. Her wisa destnîşankirina “Partiya Karkerên Kurdistan” (PKK) wek rêxistineke teroristî jî heye. Lê siyaseteke kurd a xweser û ji bin têkiliyên Tirkiyeyê serbixwebûyî, ji bo stratejiyeke serkeftî ya çareseriyê di mijara pirsgirêka kurd de jêneger e.

Tirkiye û kurd wê heta çi radeyê amade bin, xalên ku divê ji aliyê YE’yê ve bên avakirin, pesend bikin, bi şert û mercên hundirîn û navnetewî yên têkildarî arîşê ve girêdayî ye. Di vê têgehê de helwesteke stratejîk a YE’yê ya ku hemû bingehên girîng ên pirsgirêka kurd bihewîne, dikare bi awayekî erênî, heta bi awayekî biryarder jî bandora xwe li çareseriyeke dualî bike. Çawa be çareserkirina pirsgirêka kurd bi rûxandina tundraw a pergalê wekî li İraqê, di demên pêş de ne gengaz e. Çareseriyeke ji çend gavên ku li ser hev ava dibin pêk tê, yekane rêka rastbîn e û divê ji stratejiya ewrûpî re mîna bingehekê bê danîn.
Nasîn û destnîşankirina fermî ya hebûna kurdan li asta YE’yê

Di destnîşankirina stratejiya çareseriyê ya ewrûpî de cara pêşîn pêwîst e, têgeha YE’yê ya ku di pirsgirêka kurd bi tenê wek pirsgirêkeke mafên mirov û kêmneteweyan digihîje, bi şêweyekî bingehîn bê sererastkirin. Li gel rastiyên nijadî û erdnîgarî, gelê kurd gihîştiye wê qonaxê ku pêwîst e ji aliyê YE’yê ve wek gelekî serbixwe, ango wek netew bê nasîn. Tevî ku kurd heta niha nebûne dewlet û li Tirkiyeyê ji rewşeke fermî bêpar in, nabe ku Yekîtiya Ewrûpayê di der barê vê pirsgirêkê de bêdeng bimîne û nasnameya kurdan a netewî piştguh bike. Bi vê çendê rê li ber boçûna fermî ya Tirkiyeyê ya mandelekirina nasnameya netewî li asta Yekîtiya Ewrûpayê jî tê vekirin. Bi rastiya ku dezgehên YE’yê di hemû belgename û helwestnameyên xwe de ji bo binavkirinê li şûna Kurdistan yan herêma kurdan têgehên wek ‘’başûrê rojhilat û rojhilata Tirkiyeyê’’ bi kar tînin, bi eşkere tê pêş çavan ku YE siyaseta xwe ya kurd dispêre bîrdoziya dewleta tirk a ku wekî hate peyitandin, yek ji sedemên pirsgirêkê ye.

Di gel nasîna kurdan a wek netew, encamên çareserane pêk tên. Wekî ku mafê her gelî ye, divê mafê xweseriyê ji kurdan re jî bê dabînkirin. Ev mafê xweseriyê dikare di nav dewleteke cuda de (cudakirin) yan jî di sazûmaneke federal de bê pêkanîn. Ev yek pirseke pir girîng û stratejîk e û divê YE helwesta xwe bigire, bêyî ku zêde bikeve bin bandora Tirkiyeyê. Ji xwe Tirkiye ne amade ye nasnameyeke kurdî ya netewî binase, ne jî amade ye kurdan li Tirkiyeyê wek kêmnetew binase. Dawiya dawîn pêvajoyeke dûr û dirêj û lihevkirina her du aliyan li nav Tirkiyeyê wê li ser awayê bikaranîna mafê xweseriyê biryar bidin. Eger YE helwesta xwe biguherîne û kurdan wek neteweyeke bi mafê xweseriyê binase, li gel hêrs û nerazîbûna Tirkiyeyê, YE dikare bi nêrîneke demdirêj siyaseta Tirkiyeyê ya kurd ber bi guherînê ve bajo.

Beşeke stratejiya nû ya YE’yê ya ku divê li ser nasîna nasnameya netewî bê honandin, ji têkiliyên li gel kurdan pêk tê. Piştî destpêka dîdarên beşdariyê jî, heta wê rojê derfetên rêxistinî peyde nebûne ku ji bo peywendiyeke yekser a di navbera YE û aliyê kurd de jêneger in. YE’yê heta niha, saziyeke ku xwe bi taybetî mijûlî kurd û pirsgirêkê bike, ava nekiriye. Lê belê ev yek her çiqas ji bo dariştin û çalakkirina stratejiyeke nû a ji bo kurdan pêwîst be, her wisa ji bo berpeyvgirtina kurdan a sazûmanî jî girîng e.
Rêbazên çareseriyan ên YE’yê yên di pêvajoya guherînê ya siyasî û aborî de

Eger YE di stratejiya xwe ya nû de cih bide rêbazên çareseriyê yên taybet bi armanca ku dezgeh û saziyên fermî yên Tirkiyeyê cigahî bike û avakirina dewleteke federal gengaz bike (di beşa jêrîn de bi hûrgilî tê ravekirin), YE dikare piştevaniya çareserkirina pirsgirêka kurd bike. Ji ber ku helwestên Tirkiye û kurdan ên li ser pirsgirêka kurd hem di binavkirin û têgihîştinê de, hem jî di rêbazên çareserkirinê de gelek ji hev cuda ne, bi vê çendê biryardan û biserkeftina çareseriyeke ewrûpî jî zehmet dibe.

Îdeolojiya dewletî ya Tirkiyeyê ya ku pirsgirêka kurd wek pirsgirêka ‘’terorê’’ bi nav dike û rê li ber mafên girseyî yên kurdan digire, di çarçova alîkariya YE’yê de, wek astengiya herî mezin dixuye. Her çiqas pêvajoya nêzîkahiyê çend mafên çandî li kurdan dibexşe jî, hêj têgihîştineke nû û guherînên di der bare pirsgirêka kurd de nayên dîtin. Ji hêlekê ve Tirkiye hez dike ku rewşa heyî di pêvajoya dîdaran de neguhere, ji hêla din ve kurd xwe ji bo çareseriyeke dualî ya bi endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê ve girêdayî, amade nîşan didin.

Rola YE’yê wek navbeynkariya arîşê ji aliyê kurdan ve nayê mandelekirin, berevajiyê vê çendê tê xwestin. Bi vî awayî eger ji aliyê YE’yê ve nexşerêyek yan bernameyeke siyasî û aborî bê danîn, wê kurd û hemû şaxên Tirkiyeyê yên siyasî û civakî ku ji bo çareseriyeke aştiyane têdikoşin, piştgirî lê bikin. Hêjayî zanînê ye ku birêz Turgut Özal wek Serokkomarê Tirkiyeyê di serê salên 90’î de hewl da li beramberî kurdan siyaseteke dualî bimeşîne û di dezgehên dewletê de li ser pirsgirêka kurd nîqaşekê biafrîne, lê ji ber helwesta neyînî ya artêşê û hikûmeta Süleyman Demirel bi bin ket.
Daxwazên kurdan

Bi guhertina stratejiya xwe ve, Yekîtiya Ewrûpayê dikare xwe bi daxwazên aliyê kurd ve mijûl bike. Aliyê kurd bi taybetî ji PKK û DTP’ê pêk tê ku vê gavê çareseriyan bi tenê pêşniyaz dike. Wek mînak mirov dikare daxuyaniyeke 200 kesayetiyên kurd a sala 2004’an bîne pêş çavan ku tê de nirxandin û daxwazên kurdan tên ziman.

Pêvajoya endamtiya YE’yê ji bo tirk û kurdan rê li ber gelek keysên mezin vedike û bi riya çareseriyeke aştiyane ya di nav sînorên heyî de, ji bo aştiyê gelek derfetan pêşkêş dike. Pêwîst e ku girîngiya vê firsendê baş bê zanîn.

Bi baweriya navîşkerên vê daxuyaniya jorîn yên ku rengên siyasî û çandî yên civata kurd dinimînin, ji bo lihevkirin û aştiyeke wisa pêdivî ye ku ev daxwaz bêne bicihanîn:

* Divê makezagoneke nû û demokrat ku tê de hebûna gelê kurd tê nasîn û perwerde, çapemenî û weşanên bi kurdî tên parastin, hebe. Divê her weha mafê damezrandina komele, sazî û hizbên ku wek nûnerên çand û siyasetê azadiya wan a ramanan misoger e, tê de bê bicihkirin.
* Wek rêbazeke bawerdêr, efûyeke siyasî ya gelemper pêwîst e, da ku her du alî li hev bên û bi awayekî mayînde dev ji tundî û şerê çekdarî berdin.
* Divê ji bo herêma kurdan li gel alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê bernameyeke taybet a aborî bê danîn, da li ser vê hîmê gundên ku di salên 90’an de hatin hilweşandin, ji nû ve bên avakirin û kurdên mişextî ji bo vegerê bêne teşwîqkirin.

Daxwazên jorîn ên kurdan di warê çareseriya siyasî û aborî de ji bo Yekîtiya Ewrûpayê girîng in, lewra ev daxwaz yekîtiya komara Tirkiyeyê naxin metirsiyê û li gel dîtina raya giştî ya Tirkiyeyê jî ahengdar in. Divê nûnertî û serkeftina pêşniyazên çareseriyên bi vî rengî di rêya hevdîtin û dîdaran de bê dabînkirin. Her wisa wekî ji aliyê Parlamena Ewrûpayê hate pêşniyazkirin, eger YE civîneke di derbarê kurdan de bi rêbixe ku tê de hem Tirkiye, hem jî kurd û her wisa dewletên din ên mîna DYA û İraq / Başûrê Kurdistanê beşdarî bikin, gengaz e ku YE navbeynkariyeke çalak pêşan bide.
Stratejiya bihêzkirinê wek rêbaza siyaseta kurd a YE’yê

Her wisa stratejiya bihêzkirinê ya ewrûpî ku nemaze ji piştgiriya madî û bipêşxistina têkiliyên siyasî pêk tê, dikare ji bo biserkeftina pêşniyazên ewrûpî wek amûr bê bikaranîn. Divê bi taybetî alîkariyên madî yên ji bo beşdariyê bi şert û mercên amajekirî ve bên girêdan, da ku pirsgirêka kurd li gorî daxwazên jorîn bê çareserkirin û bipêşveçûna bakûrê Kurdistanê bibe peywira sereke ya Tirkiyeyê. Alîkariyên rasterast ên ji bo rêveberiyên heremî jî amûreke din ne ku divê bên domandin. Şaredarê Amedê, birêz Osman Baydemir, girîngiya vê alîkariyê ji bo herêmên kurdan wisa bi bîr tine: ‘‘Veguhastina fonên ku di çarçova piştevaniyeke taybet de ji YE’yê hatin, ji bo armancên bipêşvebirina aboriyê û ji bo berfirehkirina desthilatiyên herêmî yên di warê bikaranîna van alîkariyan de, gelek watedar û girîng e.”

Çavkanî

Çavkanî:

  • Baydemir, Osman. 2005. Städtische und regionale sozioökonomische Probleme. Demokratisierung in der Türkei und die Kurdenfrage. Vorschläge und Erwartungen hinsichtlich des Türkei-EUVerhandlungsprozesses. Unveröffentlichtes Manuskript. Diyarbakir: 1.9.2005.
  • Dietert, Amke. 2006. ‘‘Menschenund Minderheitenrechte: die Türkei und die europäischen Standards.“ http://www.bpb.de/themen/T3SFAJ.ht ml, Zugriff am 16.05.2006.
  • Europäische Kommission. 2005. ‘‘Türkei. Fortschrittsbericht 2005“ KOM (2005) 561 final. Brüssel. http://www.europa.eu.int/comm/enlargement/ report_2005/package/ sec_1426_final_de_progres_report_tr.pdf Zugriff am 30.03.2006.
  • Gürbey, Gülistan. 1997. ‘‘Autonomie- Option zur friedlichen Beilegung des Kurdenkonflikts in der Türkei.“ HSFK-Report 5/1997. Frankfurt am Main: Hessische Stiftung Friedens- und Konflikt- forschung.
  • Gürbey, Gülistan. 2005. Außenpolitik in defekten Demokratien. Gesellschaftliche Anforderungen und Entscheidungsprozesse in der Türkei 1983- 1993. Frankfurt am Main: Campus Verlag.
  • Kesen, Nebi. 2009 a. Die Kurdenfrage im Kontext des Beitritts der Türkei zur Europäischen Union. Baden-Baden: Nomos Verlag
  • Kesen, Nebi. 2009 b. Kurdenfrage in der Türkei – Eine aktuelle Bestandsaufnahme. Orient III/2009, 37-47. Berlin: Deutsche Orient-Stiftung.
  • Kramer, Heinz. 2006. ‘‘Unruhen im türkischen Kurdengebiet.“ SWP-Aktuell 20/2005. Berlin: Stiftung Wissenschaft und Politik.
  • Navend. 2006. ‘‘Deklaration: Was fordern die Kurden in der Türkei?“ http://www.navend. de, Zugriff am 30.6.2006.
  • Wedel, Heidi. 2006. ‘‘Menschen- und Minderheitenrechte in der Türkei auf dem Weg in die EU.“ 2006. Europa und die Türkei hrsg. von Siegfried Frech und Mehmet Öcal. Schwalbach/Ts.: Wochenschau Verlag, 201-229.