Zilamê fikreke bitenê

Translator

Ger mezinîya berhemekê li gor şana wê ya medyatîk bihata pîvan, bê şik ya Rene Girard dê hêjayî derbasbûna nifşên siberojê bûya. René Pommier tenê dixuye ku wisa difikire "dikare bi awayekî pir rewa pesnê xwe bide ku wî hemû reko-rên pozbilindîyê şkandine û bêguman ji bo demeke dirêj." (1) Bi awayekî aşkere, bi xwedîbûna "keşfkirina hîpo-teza herî berhemdar a sedsalê" ew wekî "Darwînê Çandê" tê pîroz kirin. (2) Bi kurtasî, wisa dixuye ku "piştî mirov baş li ser bihizire, berhema wî ya teorîk qada fikrê tim serûbinî hev kir" hatiye qebûl kirin, wekî ku Jean-Claude Guillebaud li van rojan di Nouvel Observateur (5 Tebax 2010) de wisa nîşan dide.

Berhema René Girardî vê avantajê pêşkêşî mirovî dike ku li ser fikreke bi tenê kûr dibe, di cîh de dikare ji alîyê herkesî ve bê fêm kirin û bi ser de jî destûrê dide ku fenomenên civakî bi giştî bidin xuya kirin: "Tenê daxwaza ya/yê din daxwazê derdixe holê." (3) Bi gotinên din, bi tenê daxwazeke teqlîdkar heye, ango daxwaz ji alîyê daxwaza ku yekî/yeka din aşkere dike, tê şîyar kirin: Bivê nevê devê xwe li ser reqabetê ku çavkanîya şidetê ye vedike. "Tevahîya teorîya çanda mirovatîyê" (4), usa xuya ye ku daxwaza teqlîdkar çavkanîya qedexe û toreyan e, bi taybetî ji alîyê "mekanîzmaya qurbana taybet" bi temamî ji bo astengkirina şidetê ku derdixe holê tê amade kirin . Mirov bi awayekî xwezayî barkêşê xerabîyê ye , xirîstîyanîzma ku bi derxistina rastîya daxwaza teqlîdkar şideta wekî qurbankirinê bi dawî kir, nexwe ji sitemkaran tevahîya rewabûnê distîne û qurbanan mafdar dike û bi vê jî ji binî ve hilweşînerê nîzamê ye: Di ewlebûna dînê xirîstîyanî de, nexwe rola rêberê li ser bawerîya gerdûnî rewa ye.

Qiyamet bidawîbûna dinyayê ranagihîne

Bi vî halî tu tişt mirovî matmayî nahêle ku Girard xwedîyê ramaneke eskatolojî (axîretzanî) ya dîrokê bûye: "Qiyamet bidawîbûna dinyayê ranagihîne; hêvîyekê dihewîne. Kî ji nişka ve dibîne ku rastî ne di nav bêhêvîtîya teqez a nûjen ku li ser nayê fikirîn e, lê cîhanekê dibîne ku her tişt di nav de bi wate ye." (5) Bûyera ku pesnê bêalîtîya zanistîyê dide, belkî zêde mirovî matmayî dihêle. (6) Bi her halî, qezencên sembolîk ên di her rewşê de ji hêla teorîyên xwe ve têne hilberandin, bi ti awayî bêalî nînin.

Lewre ew ne tenê wekî teza ku dibêje bawerîyên ferdî û nirxên exlaqî li gor çanda ew tê de pêk hatine nisbî ne, betal bike dixuye, lê belê ew destekê dide nesiyasîkirina cîhanê. Bi rastî di vê ramana "xwezayî" ya şidetê de tu tişt destûrê nade em li biwara polîtîk a şertên me yên mirovî bifikirin.

Ev valahîya ku berhema xwe beş bi beş derbas dike, pêwendî nebûna elaqeya ji bo cot bûyera qethî ya dîroka me ye: Zayîna felsefeyê û keşfa polîtîkayê. Gelo mirov dikare bi wan re di kevîya domdarîya ayînên qurbanî de wekî epîfenomenên xwerû muamele bike? "Ji ber ku me dînê bi felsefeyê fêm nekir, divê mirov rêbazê berevajî bike û di ronîya dînî de felsefeyê bixwîne." (7) Ev yek jî destûrê dide wî îdîa bike ku "mirov di hevrikîyên ku wan tîne hember hev de serhişkîyê dikin, çanda wan a sembolîk bêguman ji peymana civakî ya pir medenî ku ji alîyê teorîsyenên sedsala XVIIIê ve hatine tesewir kirin, peyda nebûye..." (8) Tevahîya referansa têgînî ya li ser pirsa demokrasîyê jî di berhema Girardî de bi tunebûna xwe, xwe dide der û beloq e. Ew wekî qebûla azad a bêpergalîyê tê sêwirandin ku dest bi adeteke din û cureyeke mimkun a ramanê dike ku çandê pêk tîne. Redkirina bilêvkirin û heta xistina ber lêpirsînê –bi awayekî cihê ji kirina gunehê pêşî- ya şertên jîyana civakî bi xwe, bixurtî girêdanên îdeolojîk ên ceribandinên "Girard"î nîşan dide. Berê me careke din kete alîyê wê mijara pîroz a daxwazê, bi vî awayî em bi ber bayê awayên demî yên meyil û fikrên amade nakevin.

Çavkanî

  1. René Pommier, René Girard, un allumé qui se prend pour un phare (René Girard, derbikeke ku xwe weke farekê dibîne), Kimé, Parîs, 2010
  2. Michel Serres, Li Akademîya Frensî Bersiva Gotara Peywirdarkirinê ya René Girardî, 15 Berfanbar 2005
  3. René Girard, Mensonge romantique et vérité romanesque (Derewa Romantîk û Rastîya Romanesk), Hachette (Pluriel), Parîs, 1999
  4. Des choses cachées depuis la fondation du monde (Ji avakirina cîhanê û vir de tiştên veşartî), Livre de Poche (Biblio essais), Parîs, 1983
  5. Achever Clausewitz (Qedandina Clausewitzî), Carnets Nord, Parîs, 2007
  6. Sanglantes Origines (Rehên Bi Xwîn), Flammarion (GF), Parîs, 2011
  7. Ji avakirina cîhanê û vir de tiştên veşartî, berhema li jor behsa wê hatî kirin
  8. Rehên Bi Xwîn, berhema li jor behsa wê hatî kirin

Wergera ji fransî: Sevda Orak