Ziman û kontrola ramanê

Vulpes Vulpes Kurdistanica
Translator

Kî zimên kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya zimên ve dibe. Francis Bacon balê dikişîne ser bi hev re girêdana ziman û ramanê û wî bawer dikir ku ziman berî ramanê tê û ew bi têgehên ku pêk tîne, şiklê ramanê jî diyar dike.

Peyvên aparata desthilatdariyên totalîter û polîtîkaya wan ya li dijî mirovahiyê dibe sedema bandoreke totalîter û guherîna raman, helwêst û tevgerê.

Ev bûyer li ser civak û nifşên ku tên (ji aliyê psîkolojîk ve jî) tesîrê dike (Busse, 1968). Hin gotin ji ferhengê tên avêtin, qedexekirin yan jî bikaranîna wan tê cezakirin. Ji ber wê, îroj li Turkiyeyê, di raya giştî de têgeha Kurdistanê û bikaranîna wê pirsgirêkeke mezin e. Havîna sala 2005’an, di çapemenî û televîzyonên Turkiyeyê de (Milliyet, 06.03.05, Gündem, 05.03.05) hin nûçe hatin weşandin û di wan nûçeyan de li ser navê rûviyekî ku li herêma Kurdistanê dijî, gengeşî hatin kirin.

Heta wezîr jî ketîn nav wê gengeşiyê, xwastin navê wî rûviyê ku di ferhenga lawiran ya ingilizî de nave wî weke «Vulpes Vulpes Kurdistanica» hatiye nivîsandin, ji nava wê ferhengê bidin derxistin. Navên rêyan, cîhan û herêman yên ku sala 1931’ê hin zanyarên ewropî di dema seyahatên xwe yên heremê de nivîsandibûn, li gor ramana wezaretê û derûdora wê tên guhertin, ji ber ku di nava wan navan de termên wek Armenî, Ponthus-Grek (Pontus jî dibêjin) û Kurdistan hene.

Weke nimûne:

Alosa pontica,
Mullus barbatus ponticus,
Thorax armeniacus,
Glyptothorax kurdistanica.

Lawirên xişok:

Lacerta armeniaca,
Timon princeps kurdistanica.

Lawirên bi çiçik:

Crocidura lasia,
Tristrami intrapontus,
Galereolus ponticus.

Kulîlk:

Poecilimon armeniaca, Gomphocerus armenicus dimorphus,
Phytodrymadusa armeniaca,
Bolivira kurda,
Alleomims kurdus,
Armenicus drap

Cinsê rehekan:

Aristolochia pontica,
Myosotis lazia,
Nonea armeniaca,
Onosma armenum,
Onnesma armeniacum,
Symphytum kurdicum,
Cirsium karduchorum,
Tenacetum armenum.

Zimanê sîstemên totalîter û nîvtotalî-ter weke klîşeyeke weha ku ramanê asteng dike tê karekterîzekirin. Pirsgirêkên mirov yên berfireh û kompleks di nava sloganên kin, gellekî teng û bi olana dawîn de, bi awayekî hêsan di bîra mirov de dimînîn û tên bikaranîn, tên xebitandin. Ev gotinên weha, destpêk û dawiya hemû analîzên îdeolojîk in (Bauer, 1988).

Di ber re, têgehên nîjadperest di nava sîstema perwerdekirinê de bi awayekî gellek zixm tên danîn û tim tên dubarekirin: têgehên ku li polîtîkayê nayên, tên tabûkirin. Ev alavên sîstemê, bi demê re rengekî neyînî digirin û di dawiyê de weke çêr û heqeretan tên bikaranîn (weke jor). Ev helwêst li Turkiyeyê ji demeke dirêj e ku ji bo têgeha kurd yan jî navên olî wek Êzdî yan jî Elewî berbiçav dibe. Têgehên îdeolojîk ji aliyê dezgeh û rêxistinên çep yên ku di nava îllegalîteyê de dixebitin, neyînî hatin û tên nirxandin. Bi wî şiklê fikirîne yê teng, yan «têgehên pîroz», ku dibin sembola «başiya ideal», yan jî «şeytaniyên» ku ji bo «xerabiya ji bini ve» tên bikaranîn, hene. Zimanekî totalîter xwe li ser jargoneke pirrhêl, razber, berfireh, bê merhamet hukumdayî ava dike. Ev jî ji bo herkesî, ne bi tenê ji bo parêzgerên wî yên îtaatkar, aciziyeke cankuj e: bi hacêtên zimanê îdarekirî gerek mirov dest ji fikirîne berde (Kizilhan, 2008).

Ev tê wê wateyê ku sîstemên totalîter zimanê xwe teng dikin û ji aliyê çandî ve jî xirab dikin. Li aliyê din jî, ew zimanên çandên din qedexe dikin û li dijî wan şerr dikin (Bauer, 1988). Bi vî awayî, zimanê kurdî li Turkiyeyê ji 70 salan zêdetir hat qedexekirin û bikaranîna wî jî hat cezakirin.
Ji ber ku hejmarek mezin Kurd li Turkiyeyê hene –li gor beyana Turkiyeyê ya fermî nêzîkî 20 milyonan in. Mirov - ev qedexe rastî nerazîbûneke navneteweyî ya mezin jî dibe û bi perspektîveke demokratîk nikare were fahmkirin (Laizer, 1966). Gellek kal û pîr bi turkî napeyivîn û bi bêdengiyê hatine lanetkirin. Bêguman, ev jî li ser bîranîn û xewê dibe xwediyê bandoreke mezin. Bi qedexekirinê, perwerdehî jî guncav nebû. Pirtûk bi zimanê kurdî nebûn û xwedîbûna wan jî dihat cezakirin. Asteng ewqas mezin bûn ku pirraniya gel dikarîbû zimanê xwe tenê gellek bi sînor di jiyana rojanê ya gundiyan de bi kar bîne, ji ber ku li wê qadê kontrolek ji aliyê dewletê gellekî dijwar bû. Nifşên dawîn zimanê turkî berê di dibistanan de hîn dibin û ew jî gellekî kêm e (Kizilhan, 1995).

Turkî ji bo peywendiya bi dewletê û cîhên fermî re tê bikaranîn. Ev tê wê wateyê ku her du ziman, hem zimanê dayikê hem jî zimanê fermi, bi sînor hîn dibin. Fêrisên îfadeyê, fêris ji bo bêşdariya pirsgirêkan, weke ku nexweşiyek belav bûbe, gellekî kêm bûn û îro jî kêm in. Gava ku kal û pîr tiştekî tînin bîra xwe, wi jî bi zimanê kurdî dikin. Li hember wê, zimanê bîranînê li cem nifşê nû yê penaberan bi taybetî turkî ye. Hest jî bi ziman û bikaranîna hinek peyvan ve girêdayî ye. Têgehên wek leşker, îşkence û ziman dibin sebeba bêaramî, trawma û bêbaweriyê. Bi vî awayî dibin şîfreya heyecanekê, ku hinek tiştan tînin bîra mirov. Di vê rewşê de, gellek kes bi dereceyeke bilind di bin barê bîranînên gîhansûz de dimînin, ku ew di demeke cuda û cîhaneke cuda de dimînin û ji rastiyê dûr di şiklekî sîberî de dijin (Kizilhan, 2008). Ev jî ji bo wan xetereke mezin e, lewre ew ji tecrubeyên jiyana rastî qetiyayî dijîn û ji aliyê ziman û ramanê ve teng û kor dibin. Ji ber ku ew tev li geşiya ziman û civakê nabin û li dûrî wê dijîn.

Ji ber ku ziman ji bo tecrubeyên mirovî xwediyê wateyeke taybetî ye, derfetên fikirîn û hîskirinê bi tengbûn û korbûna wî ve gellek tên bisînorkirin. Dê û bav nikarin hestên xwe ji zarokên xwe re bînin zimên. Zarok jî di wateya pêkanînê de hesteke valahiyê yan jî qetîna peywendiyan dijin û rewşa wan jî derfetê nade ku bi vê yekê mijûl bibin. Nifş di hestên xwe de kor dibin û hewl didin bi hacêtên zimên yên sînorkirî jiyana xwe bidomînin (Hasanpour, 2003). Bi zimanekî sînorkirî û zimanê propagandaya xwediyê desthilatdariyê ve hestên mirovan tên zincîrkirin (Bauer, 1988). Ji bo vê jî, îcadkirina televîzyonên satelîtî ji bo Kurdan xwedan wateyeke teybetî ye. Bi carekê ve wan guhdariya zimanê xwe kir û bi alîkariya gellek rewşenbîran ve bi lezeke mezin ew bi pêş ve bir. Her çiqas ku gellek zarava û devok hebin jî, nav Kurdan de ev bûyer bû sedema danîna peywendiyên baştir. Ji vira û pê ve bi wê medyayê peyvên kurdî jî gellekî berfireh bû (Hasanpor, 2003).

Îdare û sînorkirina zimanî dikare, wek taybetmendiyên totalîtarîzmê yên din, berê hesteke fahmkirinê û ewlekariyê bidin, lê paşê dibe ku hesteke bêaramî û tengasiyê di pey re were (Keller, 1996 bide ber hev). Ev bêaramî dikare tesîreke ters çê bike û ortodoksiyeke hişk bîne. Di vira de takekes jargona îdeolojîk ewqasî bilind diqîre û dixwaze hewl bide ku ji deryaya peyvên jibîrkirî peyv û gotinên nû bi kar bîne. – ji ber ku kesên din ji bo ku bisemtiya xwe îqna bike, dîlemaya xwe û gumana xwe vedişêre û xwe ji tirs û sûcên ku dikarin bi ser wî de bên, bipareze. Dibe ku ev bibe sedema parçebûyinekê, heke mirov fermî bi nimûneya zimanê dayikê bipeyive û bi dizî bi pirtûkên qedexekirî, helbest û stranan mijûl bibe (Bergmann & Erb, 1991), weke ku li Turkiyeyê pirraniya rewşenbîrên kurd dikin. Fenomenên wisa dikarin li Iraq û Îranê jî bên dîtin. Îrana îroyîn li gorî qanûnên Mellayan tê birêvebirin, lê mirov di nav çar dîwarên xwe de jiyaneke gellekî cuda û vekirî diajo (Kemani, 2003). Weke faktorekê, herçend ne wek sedema taybetî ya gellek serîhildanên Kurdan be jî, pêwîst e ku zordestiya li ser çanda wan jî bêguman were nirxandin (Laizer, 1966).

Îfadeya yekalî û sembol

Sîstemên totalîter û dagirkerên biyanî hewl didin ku derfetên derbirînê bi şîddeta dewletê ewqasî bi sînor bikin ku ziman êdî nikaribe bibe xwedan wateyeke tevgerê. Şiklekî din tê qadên fermî, weke meydan û kolanên heyî ku navên wan tên guhertin, abîdeyên nû tên çêkirin (Bauer, 1988). Wek mînak ji bo vê nirxandinê, Iraq di dema Seddam Huseyîn de hat binavkirin, li her bajar û gundî wêneyên wî, abîdeyên wî hebûn.
Li Turkiyeyê, bi pirranî li herema Kurdistanê îroj jî mirov li ser çiyayan hevokên weke «Xwezî bi dilê kesê ku dibêje ez Turk im» dibîne. Kanalên televîzyonê ji bo bîranîna rojên neteweyî aleke Turkiyeyê bi wêneyê avakirê wê Ataturk weke logo tînin ser ekranê. Rojnameya Hurriyetê li ser rûpela xwe ya yekemîn aleke Turkiyeyê bi hevoka: «Turkiye ya Turkan e» nîşan dide. Bi vî şiklî jî, ji bo dîskûreke din çarçoveyeke din tê danîn. Ev çarçove jî ji aliyê medyaya dewletê û konserên medyaya mezin yên ku di bin tesîra dewletê de ne, tên danîn. Munaqeşeyên ji derveyî hişmendiya navendî wek terorîzm, beşdariya wan wek dijminahiya dewletê, komunîst û hwd. tê binavkirin û bisînorkirin (Laizer, 1996). Li vira, rêxistinên nîjadperest jî bi meşên xwe û çalakiyên din xizmetê dikin (Kizilhan, 2008).

Ji ber ku derfetên derbirîna neziman jî weke ziman werin bikaranîn, li ber mirov rêyek bi tenê dimîne ku ew jî nexweşî ye, weke derbirînên bê zanîn yan jî qebûlnekirineke nezaniya xwe ya rûxên (Kizilhan, 2008).

Ev taybetî ji bo nifşên kevn yên ku dixwazin tecrubeyên xwe bi nifşên îroyîn bidin fahmkirin û mecbûr maye di nav sîstemeke gellek totalîter de bijî, zehmet e. Cerribandina vegotina vê yekê ji bo nifşên îroyîn, dikare ji ber sedema bêzimaniyê, gellekî dijwar be, yan jî qet mimkun nebe. Ji nû ve avakirina tecrubeyan ya di dîskûrsê de û axavtina bi têgehên wê demê, jê dijwartir dibe, ji ber ku bi vê rejîmê zimanê wî jî navekî xirab girtiye. Wisa jî tercubeyên ku di wê demê de hatin kirin tenê sînorkirî di çarçoveya derfetên îroj qebûlkirî û dîskursîv de dikarin bên gengeşîkirin û pejirandin. Tercube hene ku ew xwe di wê çarçoweyê de nadin der, ew nikarin berbiçav bibin, yan jî «parçekirî» dimînin, ji ber ku ji bo derbirîna wan konteksteke civakî ya din pêwîst e (Laizer, 1996).

Pêdiviya bi zimên

Ziman ji bo ku mirov agahdar bibe, ji bo ku mirov bikare çîroka xwe ya şexsî bibêje, alaveke pêwîst e. Heger ew were kontrolkirin û ahenga wî were bisînorkirin, hingê ji şiklan pê ve derfet di destê mirov de namîne.

Kesên ji nifş û komên cuda, heke ew xwediye heman zimanê dayikê bin jî, bi rastî jî bi heman zimanî napeyivin. Bingehekî têgihiştinê, zimanekî hevpar bi axavtina bi hev re tê hebandin.

Li Turkiyeyê bi pêşveçûna polîtîk û pêwîstiya danûstendina bi komên etnîk yên din re, him nifş û him jî komên cuda di derfetên xwe yên zimanî de gellek sînorkirî mane, yan jî ketine bin bandorên ku raman û tevgerên wan bi rê ve dibe.

Li Turkiyeyê qedexekirina zimanê kurdî bû sedema bêdengmayîna gellek nifşan û paşvekişîna nava tepeşa xwe ya taybetî. Zordestiya zimanê turkî yê ku baş nayê zanîn û bikaranîna wî, bû sedema neçarî û aciziyê, û ji 20 milyonî zêdetir mirov ji jiyana siyasî îzole kirin, ji xwe bi awayekî aşkere weha hatibû xwastin.

Nasnameya şexsî bi bîranînan ve bi hêz dibe, ew weke sazûmankaran jî tên dîtin û di nava muweqetiya civakê de cîh digire. Ziman ji bo sazkirina kesayetiyê alavek e, ji ber ku pêwîstiya mirov pê heye ku li ser xwe agahiyan bide. Lê dîroka Turkiyeyê bi sansur, înkar, tûndî û sînorkirinê ve reng girtiye. Vê yekê jî li ser herkesî bandoreke neyînî hişt.

Di xebatên li ser dîrokê de pêwîst e ku hesabê rewşên qedexekirina ziman û xedariyên din jî were kirin. Ji bo wê jî, pêvajoyeke direj pêwîst e û ew jî lihevhatinê tenê bi zimên mimkun dike.

Çavkanî

Aksam, T. (2006). A shamful Act. The Armenien Genocide and the Question of Turkish Responsibility. New York: Metropolitan Books.
Angehm, E. (1985). Geschichte und Identität. Berlin: De Gruyter.

Ayaz, B. (2003). Aspekte der Kurdenpolitik in der Türkei. Unterdrückung und Assimilation. In: Kurden heute – Hintergründe, Aspekte, Entwicklungen. Bonn: Navend.

Barclay, C. R. (1986). Schematization of autobiographical memory. In: Rubin, D.C. (Hrsg.) Autobiographical memory (S.292-310). Cambridge: Cambridge University Press.

Barclay, C. R. (1988). Truth and accuracy in autobiographical memory. In: M. M. Gruneberg, P. E. Morris & R. N. Sykes (eds) Practical aspects o f memory: Current research and issues. Vol. l: Memory in everyday life. Chichester: John Wiley & Sons.

Bar-On, D. (1988). Der Holocaust. Familiäre und gesellschaftliche Folgen - Aufarbeitung in Wissenschaft und Erziehung? Ergebnisse eines Internationalen Forschungs-Kolloquiums an der Bergischen Universität - Gesamthochschule Wuppertal. Frankfurt am Main: Campus.

Bauer, G. (1988). Sprache und Sprachlosigkeit im „Dritten Reich“. Köln: Bund.

Bergmann, W., Erb, R. (1991). „Mir ist das Thema Juden irgendwie unangenehm“ Kommunikationslatenz und die Wahrnehmung des Meinungsklima im Fall des Antisemitismus. Kölner Zeitschrift für Soziologie und Sozialpsychologie, 43, 502-519. Köln:VS Verlag.

Busse, D. (1986). Historische Semantik. Analyse eines Programms. Stuttgart: Klett-Cotta.

Dabag, M. (1998). Jungtürkische Visionen und der Völkermord an den Armeniern. In: Genozid und Moderne, Bd. 1, Strukturen kollektiver Gewalt im 20. Jahrhundert. Opladen: Leske und Budich.

Dieckmann, W. (1981). Sprache und Ideologie. Über die Ideologiegebundenheit der Sprache und die Macht des Wortes. In W. Dieckmann: Politische Sprache, politische Kommunikation. Vorträge, Aufsätze, Entwürfe. Heidelberg: Sprachwissenschaftliche Studienbücher.

Hasanpour, A. (2003). Diaspora, Homeland and Communication Technologies. In: Karim Karim (Hrsg.) The Media of Diaspora, (S. 76–88) London: Routledge.

Keller, B. (1996). Rekonstruktion von Vergangenheit: vom Umgang der „Kriegsgeneration“ mit Lebenserinnerungen, Opladen: Westdeutscher Verlag.

Kermani, N. (2003). Mit Mullahs geht es nicht. In: „Die Zeit“, 26.06.2003, Nr.27.

Kizilhan, I. (1995). Der Sturz nach oben. Eine psychologische Studie über Kurden in Deutschland. Frankfurt: medico international.

Kizilhan, I. (1997). Die Yeziden. Eine anthropologische und sozial-psychologische Studie über die kurdische Gemeinschaft. Frankfurt: medico international.

Kizilhan, I. (2000). Soziale und psychologische Einwirkung des Krieges auf Kinder. In: Österreichisches Studienzentrum für Frieden und Konfliktlösung (Hrsg.), Konflikt und Gewalt, Studien für europäische Friedenspolitik. Münster: agenda.

Kizilhan, I. (2004). Sozialisation im Krieg. In: Sommer, G., Fuchs, A. (Hrsg.), Handbuch der Kriegs- und Friedenspsychologie. Weinheim und Basel: Beltz.

Kizilhan, I. (2008). Die Bedeutung des Erzählens im kulturellen Kontext der Traumatherapie - Kultursensitiv-narrative Traumatherapie. In: Zeitschrift Trauma und Gewalt. Stuttgart: Klett-Cotta .

Laizer, S. (1996). Martyrs, Traitors and Patriots. Kurdistan after the Gulf War. London: Zed Books.

Steinbach, U. (2000). Geschichte der Türkei, München: Beck.

Wedel, H., Dinc, R. (2003). Rechtsreformen im Rahmen der türkischen EU-Beitrittsbemühungen und die Kurdenfrage. In: Kurden heute – Hintergründe, Aspekte, Entwicklungen. Bonn: Navend.

Wergera ji almanî: Lutfu Ballikaya